Sîmvola pîroz li ber dergehê Lalişa Nûranî

Sîmvola pîroz li ber dergehê Lalişa Nûranî

Eskerê Boyîk

 

Babêşêx, Şêx Xeto, lawê Babêşêx Hacî, nevîyê Babêşêx Simayîl e.

Ew sala 1932 a li Esîfnê, navça Mûsilê malbeteke oldar ya Babêşêx Hacî da hatîye dinê. Ew şêxên Fexran e. Malbeteke dîndar, a’lim di nav Ȇzdîxanê da eyan, bi nav û deng.

Sala 1954an Şêx Xeto dizewice û Babêşêx /bavê wî/ wî dişîne gundê Ȇzdîya Eşîyê, nava mirîdan. Li wir oldarîyê, cotîyarîyê û kar-barê malê va mijûl dibe.

Sala 1958an ji alîyê deshilatdarîya dewletê va destûr tê dayîn, di dibistanên gundên Ȇzdîyan da bo zarokên Êzdîyan dersên dînî bên derbaskirin. Şêx Xeto, her çiqasî nexwendewar bû, li qutabxana gunde Eşîyê da dibe mamostayê dersa dînê Ȇzdîyan.

Sala 1961ê Babê Şêx dîsa wî vedigerîne Ȇsîfnê.

Li Ȇsîfnê kar-barê malbeta Babê Şêx bi tevayî dikeve ser milê wî. Ҫend sala dibe endemê civata Şerewanîya qeza Şêxan.

Mala Babêşêx ji berê da netewperwer bûn. Babêşêx – Şex Hacî hevbendîyê dike digel bizava rizgarîxwaza Kurdî li Başûrê Kurdistanê. Salên 1974-1975an Babê Şêx tevî malbeta xwe ya giran digihîje şorişa Başûrê Kurdistanê.

Wê salê hukumata dewletê milk û malê wan gişkî ji destê wan digire û malbetê cîguhastî gundê Beedirê dike.

Sala 1977an Babêşêx – Şêx Hacî kiras diguhere. Hukumat razîbûnê nade lawê wî Şêx Xeto dewsa bavê xwe bibe Babêşêx.

Ji sala 1977 heta sala 1995 Axtiyarê Mergehê yanê Babaşêx Îlyas bû.

Sêx Xeto bi cotyarîyê malbeta xwe xweyî dike.

Sala 1995an Şêx Xeto dibe Babêşêx.

Babêşêx bi cil û bergê xweye pîroz, rabûn-rûniştandina oldarîyêye maqûl niha bûye perçek ji pîrozaya Lalişa Nûranî.

Van salê dawîyê serdana wî li Ermenistanê û Gurcistanê bûyareke mezin bû di nava jîyana Ȇzdîyên wan herêman da.

Dema Komkujîya Şengalê û êrîşa DAÎŞê Babêşêx wek bawarmendekî mezin li ber derê Lalişa Pîroz dûr neket, bi pîrozaya xwe, bi gotin û şêwir û şîretê xwe Ȇzdîyên dinyayê ra bû hêvî û guman, seva temamîya Cihanê jî bû Sîmvola Ȇzdîtîyê.

Babêşêx niha 88 salî ye, li Esîfnê dimîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev