Endamê Koma KURMANCÎ bû rektorê Zanîngeha ”Newroz”ê li Duhokê

Endamê Koma KURMANCÎ bû rektorê Zanîngeha ”Newroz”ê li Duhokê

Li Herêma Kurdistanê perwerdehî ser dereceya bilind pêş dikeve

Endamekî Koma KURMANCÎ ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê, dr. Abdilwehab Xalid Musa, ku gelek salan prorêktorê Zanîngeha Zaxoyê bû, bû rektorê Zanîngeha ”Newroz”ê li Duhokê. Ew herwiha organîzatorê sereke yê wî karî bû, ku çend salan dû hev Koma KURMANCÎyê bi awayekî berhemdar li Zanîngeha Zaxoyê pêk dianî.

Em hêvîdar in, ku ew ê mîna hemû karên xwe yên berî nuha vî karî jî bi awayekî serkeftî û bi bi zanyarîyan va dagirtî bimeşîne.

Berî çend rojan li tevaya Herêma Kurdistanê encamên xwendina bilind (masterê) hatine ragihandin, ku dû ra dibin mamosta. Yek ji wan serketîyan şagirtê birêz Abdilwehab Xalid Musa – Dilêr Kemal Ehmed bû, ku wê mamostatîya xwe ya li Zanîngeha Zaxoyê di statuyeke nû da berdewam bike.

Di wêne da: Rêktorê Zanîngeha ”Newroz”ê dr. Abdilwehab Xalid Musa, mamostayê Zanîngeha Zaxoyê Dilêr Kemal Ehmed û çend mamostayên din li ber xanîyê Zanîngeha Zaxoyê tevî endamên Koma KURMANCÎ ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê.

Yên rûniştî, ji destê çepê: Reşo Zîlan, Rênas Awdal, Hemîd Kilicaslan, Lutfî Baksî, Zinar Soran, serokê Înstîtûya Kurdî a Parîsê dr. Kendal Nezan, dr. Abdilwehab Xalid Musa, Eyub Kiran, Emîn Narozî.

Yên şipîya: mamostayên Zanîngeha Zaxoyê Dilêr Kemal Ehmed, Hisên Yûnis û Sitar Cebar, dr. Fadil Omer, Selam Numan, dr. Lezgîn Çalî, Mistefa Aydogan, Ziya Avci, Têmûrê Xelîl, Îsmaîl Taha, Newzed Hirorî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Mîrzo

    Kekê Têmûr xêra mirî û zindîyên te be, heger tîpên latînî hebe, tu dikarî pirtûka Lazo ya bi navê Serhatya Casim birayê xwe ra bişînî?
    rewan004@hotmail.com

    Yekî jî heger hebe pirtûkên ku qala eşîrên Kurdên me yên Ermenistan û Serhedê dikin 🙏

Şirovekirin hatine girtin.