Nimûneya malbeta Zîna Tîtal nîşana serketina jinên me ye

Nimûneya malbeta Zîna Tîtal nîşana serketina jinên me ye

Em 8ê adarê bi zimanê xwe pîroz dikin

Têmûrê Xelîl

Nimûneya malbeta Zîna Tîtal dide xuyakirin, ku mirov dikare bibe doktor, serhing, karmendê dewletê, aborîzan, profêsor, lê zewqa here mezin ew be, ku gorî erf û edet û dînê miletê xwe mezin be, herwiha dikare gelek zimanan zanibe, lê zimanê sereke, zimanê malê kurdî be.

Di malbeta malbavanê Zîna Tîtal da sê doktorên zanyarîyê hene, sê kes rêvebirîya dayîreyên dewletê da bûn, hinek ji wan di karê xwe da mecbûr in çend zimanên din bizanibin – ermenî, rûsî, îngilîsî, fransî, latînî, lê bextewarîya xwe di kurdbûna xwe da dibînin, sitiranên têne bihîstinê piranî kurdî ne, guhê wan li ser bûyerên Kurdistanê ne, zimanê malê – zimanê dayîkê -kurdî ye û wek gelek kurdên Ermenîstanê hîç caran ji wê “dayîkê” ra bêbextîyê nakin.

Heta niha jî kurdên Kurdistanê û Awropayê zêde wan kurdên Sovyet nas dikirin, ku bi karê kurdeyatîyê va girêdayî bûn. Ango, an nivîskar û helbestvan bûn, an dengbêj û rojnamevan bûn, an kurdzan û mamosta bûn. Lê kêm kes wan kurdên Sovyet nas dikin, ku bi kar û barên xwe yên ser dereceya dewletê va nav û dengê kurdan û Kurdistanê bilind kirine. Merivên wisa gelek in, wek sêkrêtarê Yekîtîya Nivîskarên Rûsîyayê Keremê Reş, sêkrêtarê zanyarî yê Akadêmîya Qazaxistanê ya Ulman, akadêmîk Nadirê Kerem Nadîrov, wezîrê dewletê yê Ermenîstanê Nadoyê Xudo Maxmûdov, Mêrxasê Yekîtîya Sovyet Semend Sîabendov, serwêrê kafêdra aborîyê li Înstîtûya welatên Asîyayê û Afrîkayê ya Zanîngeha Moskvayê ya dewletê, akadêmîk Îvanê Omer Farîzov, serokê navenda zimanên cihanê li Zanîngeha Alma-atayê ya Qazaxistanê akadêmîk Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, artîstên sîrka Moskvayê yên pir navdar, artîstên gelêrî yên Rûsîyayê Nazî Şîray û Ezîzê Bişar Eskeryan, bizîşkê zara yê Ermenîstanê yê sereke Sehîdê Îbo, travmatologê zaran yê Ermenîstanê yê sereke Gêorgîyê Xudo Mihoyan, derhênerê sereke yê têatroya Rewanê ya Pantomîmayê Arsên Poladov, dengbêja Rûsîyayê ya bi nav û deng Zara (Zera Paşa Mihoyan) û gelekên din.

Îro malbeta Zîna Tîtal, ku wek malbeta Cindoyanan tê naskirin, vê tradîsyonê bi serketî berdewam dike.

Zîna Tîtal Cindoyan 6ê sibatê sala 1967an li Rewanê ji diya xwe bûye. Sala 1984an dibistana navîn bi mêdalyaya zêrîn temam kirîye. Di eynî salê da ketîye Zanîngeha Bizîşkîyê ya Rewanê ya dewletê û sala 1990î ew jî bi mêdalyaya zêrîn xilaz kirîye. Di salên 1990-92an da li ordînatûrayê, li kafêdra nexweşîyên hundurîn xwendîye. Piştî xwendinê sala 1992an li wê kafêdrayê bûye xebatkara zanyarîyê. Di salên 1996-2003an da bûye asîstana wê kafêdrayê. Sala 1996an dîsêrtasyona xwe ya zanyarî ya bi sernavê “Qenckirina nexweşîyên kula madeyê û ya rûvîya 12 tilîyê ya bi awayê heralî” bi serketî pewan kirîye û bûye namzada zanyarîyên bizîşkîyê. Sala 2003an navê dosênta kafêdra nexweşîyên hundurîn dane wê.

Sala 2010an bi mêdalyaya zîvîn ya Zanîngeha Bizîşkîyê ya Rewanê va hatîye xelatkirin. Sala 2011an têma wê ya doktorîyê ya derheqa nexweşîyên demdirêj da hatîye qebûlkirin û em wisa bawer in, ku ewê di nav zanyarîya bizîşkîya cihanê da gotina xwe ya nû bêje û wê rêyeke nû veke bona qenckirina nexweşîyên, ku heta niha çare pê ne dibûn.

Zîna Tîtal ji hezîrana sala 2011an da dibe sereka navbenda dîagnostîkayê li nexweşxaneya Zanîngehê, lê ji çirîya paşin ya wê salê heta îro serwêra kafêdra têrapîyayê ya nexweşxaneya Zanîngehê ye.

Nûnera gelê me ya zane û delal xudanê 63 berhemên zanyarî ye, ku hatine çapkirinê, herwiha bi zimanê înglîsî 5 berhemên mêtodîyê nivîsîye bona xwendkarên Zanîngehê yên biyanî. Ew ji sala 2003an bi zimanê înglîsî dersan dide wan xwendkaran. Ji sala 2005an ew endama komîsyona întîhamên dawî yên wan xwendkaran e, ku xwendina li Zanîngehê xilaz dikin û dibine bizîşk.

Du keçên Zînê hene – Lîlîya bizîşkeke navdar e, Înêssa aborîzan e.

Mêrê Zînê – Robêrtê Xidir, nûnerê “Armavia”ê bû li balafirxaneya Rewanê ya sereke “Zvartnos”ê. Bavê Zînê – Tîtalê Huseyn di salên 2001-2007an da cîgirê dozgerê sereke yê paytextê Ermenîstanê – Rewanê bûye, pişt ra desthilatdarîya Ermenîstanê da ser qulixeke bilind kar kir. Ew doktorê hiqûqzanîyê be, mixabin çûye ber rehma Xwedê. Diya Zînê – Xatûna Celîl, pêşekzana zimanê fransî ye. Birê Zînê – Têmûr serhing e. Birayê dinê – Gêorgî, cîgirê serekê Înstîtûta Zanyarîyê-Lêkolînan ya nexweşîyên çavan ya ser navê Gêmgols e li Moskvayê, doktorê bizîşkzanîyê ye.

Di wêne da ji çepê ya sisîyan Zîna Tîtal Cindoyan e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev