Pirsa we û bersîva me – 160

Pirsa we û bersîva me – 160

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we dide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya redaksyona malperê bersîva pirsa malbeta Mikdatê Huseyn da. Ji ber ku pirs derheqa ”Ol û Bawermendîyên li Kurdistanê” ye, emê her carê behsa olekê bikin. Îro beşa derheqa dînê Êzdîyatîyê da bixwînin.

 

Pirsa malbeta Mikdatê Huseyn û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Em zanin ku li Kurdistanê di hêla ol û bawermendîyan da pirrengîyek heye. Gelo hûn dikarin behsa wana bikin?

 

Bersiv: Me bersîva pirsa we di pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” da dît. Ev pirtûka delal şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye. Ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Dînê Êzdîyatîyê

 

Êzdî — civakeke êtno-olî ye, piranîya wan li Îraqa Bakur (Kurdistana Îraqê) dijîn. Fikireke wisa heye, ku gorî wê êzdî komeke êtno-dînî ya serbixwe ye. Beşeke êzdîyan xwe kurd nahesibîne, ser wê bawerîyê ye, ku ew civakeke endogamous6 in, bi xwefemdarîya serbixwe.

 

Êtîmolojîya gotina ”êzdîtî” pir dijwar e. Gorî vêrsyoneke belavbûyî, têgeha ”êzdîtî” ji gotina farisî ”Yezdan” – Xwedê çê bûye. Êzîdî bi xwe ola xwe bi nav dikin wek şerfedîn – bi navê melekekî êzîdî. Ji ber ku ulmê êzîdîtîyê girtî ye û tradîsyonên olî piranî bi cûrê zarkî (devkî) ji nifşekê derbazî a din dibe, lema jî êzîdîyatî heta niha jî rind nehatîye lêkolînkirinê.

Çavkanîyên bona lêkolînên li ser ulmê ola êzîdîyan qewl û beytên dînî ne. Cem êzîdîyan hemû qewl wek ”Gotina Xwedê” têne hesibandin. Di nava tradîsyona olî ya êzdîyan da herwiha dua, dirozge hene, ku berhemên pîroz in derheqa milyaketên êzîdîyan da. Niha sertacên dînhebandinê û merasîmên bi stiranên olî yên êzîdîyan, ku qewal di bin dengê aletên sazbendîyê yên gelêrî dibêjin, bi cûrê nivîsar hatine qeydkirinê û bi gelek zimanan hatine wergerandinê. Nivîsên pîroz yên ola êzîdîyan kirine nava pirtûkên dersan yên dibistanên herêma Dihokê (Îraq), ku li wir bi dersdayîna bingehên ola îslamê ra tevayî, dersên bingehên êzîdîyatîyê jî têne fêrkirin.

 

* * *

Bawermendên ola êzîdîyatîyê bawerîya xwe bi hebûna Xwedê û 7 melekên wî tînin, ku ji wana yê sereke Taûsî Melek e (herwiha Melekê Taûs, an jî Milyaket Taûs).

Gorî bawermendîya êzîdîyan, Xwedê di nava heft rojan da Dinya ava kir û ji roja şemîyê destpê kir. Pêşî wî cewahirxaneyek çê kir, tê da jîya. Ji tesîra nêrîna wî a bêhempa cewahirxane hilweşîya, ji wêya behreke bi serobin herikî. Ji her heft rojan yekê da Xwedê melekek afirand – bi wî awahî melekên Ezraîl, Cibraîl, Mîkaîl, Derdaîl, Şemkaîl, Ezazîl û Ezrafîl peyda bûn, ku Xwedê siparte wan rêberîya cihanê bikin. Afirîner bi xwe, ku di çavan da mehrûm bû, bi qilxê melek Ezazîl dîyar bû, ku di paşdemê da ji wî ra gotin Taûsî Melek (”taûsê di nava melekan da”).

Cihan wê demê bi tevayî behra bêserobin bû, û melek bi keştîyan dest bi rêwîtîyê kirin. Ewana li wî cîyî sekinîn, ku niha Ziyareta êzîdîyan Laliş (Laleş) li wir e û havên avîtine nava behrê. Hulma ku ji ser avê ra bilind bû, bû ewir, dû ra erdê bejî dîyar bû. Piştî wê Xwedê Adem û Hewa afirand.

Gorî efsaneyeke êzîdîyan a derheqa xuliqîna merivaan da, di pêşî da di bedena Adem û Hewa da perçeyên cinsî tunebûn, hemû bermayînên xurek bi cûrê xwêdanê derdiketin. Bona meriv ji hevdu zêde bibin, Melek ceh da Adem û Hewa û ji wê zikê herduyan jî werimîn, piştî wê Adem li ser sitirîyê şîlanê dane rûniştandin, di cane wî da qulik û kort çê kirin, ji wana organên wî yên cinsî çê bûn. Adem û Hewa ji Baxçeyê Cinetê derxistin, û zûtirekê ji wan ra zaro çê bûn: Kaîn û Avel.

Lê Xwedê, ku helwesta zureta Hewayê a ne layîq texmîn kir (Kaîn birayê xwe kuştibû), biryar kir neteweyeke hilbijartî saz bike. Bona wî meremî wî ji Adem ra got ”tûka” (toximê) xwe bike nava cêrekê – û wê demê niqitkeke (dilopeke) xwêdana wî kete nava wê derdana ku tê da “toximê milyaketan” hebû. Piştî neh mehan ji derdana sergirtî û mohrkirî zarokeke saxlem derket, navê wî danîn Şaîd ben Cer (”kurê cêrê”). Gava Şaîd mezin bû, kemilî, dirûfê mêran lê ketin, serekê melekan keçeke buhuştî a bakîre – horî anî bona ew pê ra bizewice. Hemû êzîdî xwe ji zureta Şaîd dihesibînin, ango zuretên ji wê zewacê. Ewana wê zanebûnê heta îro jî diparêzin û ser wê bawerîyê ne, ku gerekê xwîna xwe tevî xwîna kesên din yên tevaya cihanê nekin, ango bi wan ra nezewicin û mêr nekin, ku ji Adem û Hewayê çê bûne.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku di nava êzîdîyan da di pirsa ka kê dinya xuliqandîye û êzdî ji ku hatine, yekîtî, ango hemfikirî, tune, lema jî nûnerên ruhanî yên êzîdîyan vêrsyonên cuda-cuda yên derheqa xuliqandina êzîdîyan da raberî me dikin.

Êzîdî bawer dikin, ku Xwedê bi dilqên cuda-cuda dîyar dibe, ji wana yên sereke sisê ne: Êzîd (ruhberê herî jorîn), Şêx Adî (kesê ku bi qilxê Xweda hatîye ser erdê) û Taûsî Melek (Milyaket-Taûs).

Taûsî Melek di nava êzdîyatîyê da çavê Royê ye, ku germayê û jîyanê diyarî me dike. Ji bo êzdîyan çavkanîya xirabîyê tuneye, wek ku çavkanîya tarîtîyê tuneye, ji ber ku tarîtî tenê têrênekirina ronahîyê ye. Êzîdî tu caran wan navan bilêv nakin, ku di olên din da têne maneya ”ruhê neqenc”, çimkî ewê bihata qebûlkirin wek naskirina xirabîyê wek rastîyeke heyî. Ji ber wê yekê jî êzîdî nedihatin fêmkirin û Taûsî Melek eynî kes didîtin, weke ku milyaketê têkçûyî di ola musewî-xaçparêzîyê da û cinê di nava ola îslamê da.

Şêx Adî, ku êzîdî wî wek Xwedê dihebînin, merivekî dîrokî yê rasteqîn bû. Nûnerê Sûfîyan Şêx Adî ibn Musefir (di navbera salên 1073 û 1078an – 1162/1163) li Baalbegê (Libnana îroyîn) ji diya xwe bûye, di xortanîyê da seredana Bexdayê kirîye, li wir bi Xwedêzanên wê demê yên binavûdeng ra bûye nas. Di sîsalîya xwe da Şêx Adî çû Lalişê – warê ku îro li bakurî Îraqê da ye,- û li wir piranîya jîyana xwe derbaz kir, gelek şagirt li dor xwe berev kir. Hema ewî bingehê wî ulmê ola êzdîyan danî, ku ji sedsala 12an heta roja îro hatîye parastin.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku êzîdî qedirê dînên din digirin. Ewana rûmeta Brahîm, Îsa, Mihemed, herwiha pêxemberên din yên dewrana Brahîm zanin. Ewana ruhberîya Încîlê û Quranê nas dikin, ji wana perçeyên wisa bi kar tînin, ku ne dijî ola êzîdîyan e. Êzîdî xênji Lalişê, ku bi bawerîya wan Baxçeyê Cinetê li wir bûye, ewana Qudsê û Kaabayê warên li ser rûyê erdê yên herî giring dibînin.

Êzîdî bawer dikin, ku jîyana li dinyayeke din heye, bawerî bi hebûna ruh tînin ku li derdora mirovan hene, bawer dikin ku buhuşt û dojeh heye, ku merivên paqij û gunehkar dikevine wir. Êzîdî herwiha bawerî bi çar hêmanên pîroz (agir, av, hewa û ax), Royê, Hîvê û Siteyrkan tînin û wana wek melekên cuda-cuda dihebînin.

Di bingehê erf-edet û eyd-erefatên êzîdîyatîyê yên ruhanî da xemxurîya bona paqij parastina dînê wan e. Piranîya qedexe û tabûyên di êzîdîyatîyê da hene, bona wê yekê ne, ku naxwezin xatirê melekan kevin, ku biryardarên bûyerên sererd û binerd in. Mesele, nabe bêpergal (bêy ku navê Xwedê hildin) agir bitemirînin, tûyî li ser erdê bikin û h.w.d. Herwiha nabe ku çend gotinan bi lêv bikî, di nava wan da gotina “şeytan” û gotinên bi dengê xwe va nêzîkî wê gotinê (êzîdî hebûna gotinên xirab bi xwe qet qebûl nakin); nabe ku ava kelandî biriînine ser erdê, ji ber ku dibe ruhekî ku xuya nabe, li erdê rûniştî be û tu wî nebînî, û tuyê bi wê yekê va wî derxî dijî êzîdîyan; nabe ku bi navê Taûsî Melek sond bixwî; nabe ku di navbera 14ê nîsane hetanî 14ê gulanê dawetan bikin, ji ber ku ew mehên pîroz in û h.w.d. Xênji wê, bo êzîdîyan xwerina goştê berêz, kelem û xes tam qedexe ye.

Di mala her êzîdîyekî bawermend da sitêr heye – ku ji textan hatîye çêkirin, bi perdeyê va girtî ye û cî û nivînên malê datînine ser. Gorî bawermendîyê, li wir melekê ku ocaxa malê diparêze dijî. Di mal û xanîyên êzîdîyan da herwiha dikarin nîgar û dîdemên bi wêneyên Taûs û Royê va neqişandî bibînin.

Roja heftêyê ya pîroz roja çarşemê ye, wê rojê destûra êzdîyan tune karên cinsî bikin, nabe ku malê bidine hev, paqij bikin, serê xwe bişon an avê li xwe kin, rûyê xwe kurr bikin, cî nivînan û kincan bişon.

Kincên ku êzîdî li xwe dikin, cûrê wergirtina wan, rengê cil û bergan taybet in. Ji bo êzîdîyan qedexe ye kincên bi hinek rengan li xwe bikin, bi taybetî jî rengê şîn. Rengê kincên êzîdîyan yê sereke rengê sipî ye.

 

* * *

Êzîdî pareveyî li ser sê cûre koman dibin, ku ji nifşekê derbazî nifşeke din dibe (dudu yên ruhanî ne, yek ya mirîdan e); şêx, pîr û mirîd. Erkê şêx û pîran yê sereke – pêkanîna merasîmên dînî û ebabetîyên olî, teşkîlkirina û derbazkirina şahîyan e. Şêx di hindava xwe da pareveyî li ser sê binemalan dibin: Adanî, Qetanî, Şemsanî; olkên din pareveyî li ser gelek binemalan dibin. Di êzîdîtîyê da sê tişt bo evdan wek gunehkarî tên hesibandin, ku binav dikin wek “sê herf”: zewac an jî pêwendîyên dervayî zewacê bi nûnerên olên din ra, ango zewaca bi şiletê, ango, bi biyanîyan ra û qedirnegirtina nûnerên ruhanîyê. Her êzîdîyek borcdar e pênc şîret-temîyan pêk bîne, ku di bingehê strûktûra ruhanî ya êzîdîyatîyê da hene. Îzolebûna (tecrîdî) bi sedsalan bûne sebebê wê yekê, ku tunebûna pêwendîyên demdirêj bi kesên ji ola xwe ra dibû sebebê windakirina nasnameya olî. Êzîdîyên îroyîn di hêla malbetî-zewacê da erf û edetên kevinare da piranî diparêzin.

Praktîka duakirinê sade ye û bi ciddî tê rêvebirin. Êzîdî dema duakirinê berê xwe didine Royê. Bawerîya di hindava hêza xurt ya mezergehan – avahîyên cîyê hebandinê, ku bo hurmeta melekan hatine çêkirin – li her deran di nava êzîdîyan da xurt e.

Her êzîdîyekî bawermend Pîr, Şêxê wî/ê heye, herwiha Birayê Axiretê yan jî (û) Xûşka Xatûna Ferxan jî, ku piştovanên wan yên jîyana piştî kirasguhastinê ne.

Hukumê jîyana ruhanî û ya sivîl di Êzdîyatîyê da di destê parastvanê Ziyaretê yê sereke, evdê ji zureta rêberê ruhanî Şêx Adî li ser erdê da ye, ku Mîrê êzîdîyan e. Daxwaz û biryarên wî ji bo her êzîdîyekî/ê pîroz in. Ji sala 1944an (heta sala 2019an.– Not ya redaktor e) rêberê êzdîyan yê ruhanî Mîr Tehsîn Beg e (sala 1933an ji diya xwe bûye).

Di rûyê wê yekê da, ku komên êzîdîyan yên cuda-cuda di nava demeke dirêj da ji hev qetîyayî, dûrî hev jîyane, di pirsa roj û demên kivşkirina gelek ayînên dînî û pîrozkirina cejinên olî da nelihevî, cudatî peyda bûne. Êzîdîyên Îraqê, Sûrîyê, Tirkîyê û yên ku li welatên Awropa Roava dijîn Sala teze – Sersal – di çarşema pêşin ya meha nîsanê da (bi salnameya Yulianê, ango Grigoryanê) pîroz dikin, lê êzdîyên Yekîtîya Sovyet a berê sala teze di çarşema pêşin a meha adarê (Kloçê serê salê) da didine kivşê, lê di van dehsalîyên dawî da ewana wisa jî bi kesên ji dînê xwe ra tevayî di meha nîsanê da pîroz dikin. Gorî bawerîya êzîdîyan, berî Sarsala êzîdîyan yek ji melekên sereke, ku wê tevaya sala tê serokatî li cihanê bike, ji esmanan tê ser erdê, dinya bi kulîlkan û hêşinayê va dixemilîne.

Êzîdîyên Îraqê û Sûrîyê berî ku beşeke axa Rohilata Nêzîk ji alîyê çeteyên Daişê7 hate zevtkirin, herdem tevî civîn-berevbûna payîzê ya bi navê Eyda cimueya Şîxadî dibûn, ku ji 6ê îlonê heta 13ê îlonê li Ziyareta Lalişê dihate pîrozkirin. Êzîdî bawer dikirin, ku bi wê yekê va diçine wê hecê, ku li wir axa cihanê peyda bûye û milyaketên êzîdî li wir jîyane.

 

* * *

Dînguhastin — hewildana ku evdên din bînine ser dînê xwe — di êzîdîtîyê da tuneye, ew yek di dînê êzîdîyatîyê da qedexe ye. Zara ku ji dê û bavê yek ne êzîdî be, nabe êzîdî. Herwiha di nava êzîdîtîyê da xebata mîsyonerî ya dervayî civakê tuneye.

Di dîrokê da êzîdî pir caran tûşî neheqîyan bûne: êrîşî li ser wan warên wan kirine, ku li wir ser hev dijîyan, gundên wan hilweşandine, ziyaretên wan xirab kirine. Sala 1254an bi fermana welîyê Mûsilê Bedir ed-Dîn Lulu perestgeha Şêx Adî – Laliş rûxandin û şewitandin, lê sala 1892an Osmanî Ziyareta êzîdîyan ser duwenzdeh salan kiribûn medrese.

Gorî malûmatîyên rêxistinên êzîdîyan, niha jimara êzîdîyan li tevaya cihanê ji mîlyon kesî kêmtir e. Piranîya êzîdîyan heta van demên dawî jî li Îraqê diman, li deverên El-Kûşê, Dihokê, Sincarê (Şengalê) û Şêyxanê, ku Ziyareta êzîdîyan ya sereke – Laliş li wir e; li herêmên Efrînê û Qamişloyê li Komara Erebî ya Sûrîyê û li Komara Tirkîyê. Koma êzîdîyan ya Tirkîya îroyîn di rûyê mihacirbûna xwe ya ber bi Awropayê, piranî jî li Almanîyayê, ku di dawîya sedsala XX destpê bû, îro hema bêje nemaye. Diyasporayên êzîdîyan yên ne mezin li Fransayê, Hollandayê, Bêlçîkayê û welatên Awropayê yên mayîn da, herwiha li ser axa Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî da hene. Niha li Gurcistanê 12 hezar êzîdî hene, li Ermenîstanê – zêdeyî 35 hezaran.

Olkên êzîdîyên li Rûsîya Federal di destpêka sedsala XXI bi awayekî fermî li van herêm û deveran hatine qeydkirin: Nîjnîy-Novgorodê, Herêma Krasnodarê, devera Yaroslavlê (bi statuya otonomîya miletîyê-çandî), li Tûlayê, Yêkatêrînbûrgê, Sûrgûtê, Îrkûtskê, Dmîtrovgradê. Anegorî serjimêra binecîyan ya tevaya Rûsîyayê ya sala 2010an 40 586 kesan xwe wek êzîdî qeyd kirine. Di serjimêrên binecîyan yên li Rûsîya Federal, Gurcistanê û Ermenîstanê êzîdî û kurd wek du êtnosên cuda yên serbixwe hatine destnîşankirin.

 

Pirrengîya êtnîkî û ya olî ya teşkîla binecîyên Kurdistana îroyîn xwedî rehên dîrokî yên kûr in.

 

Warê di navbera çemên Dicleyê û Feratê colanga medenîyeta qedîm ya kevinare bû, ku tesîra xwe ya sîyasî û çandî li ser eşîret û neteweyên cînar yên Asîya Biçûk, Pişkavkazê, Deşta Îranê hîştibûn û ew kiribûne bin desthilatdarîya xwe. Pêşîyên kurdan yên kevinare herdem bi gelên din ra di nava pêwendîyan da bûn. Ewana, ku hertim hukumê sîyasî yên dewletên mezin (Assîrîyayê, Ahemenîdîyayê û Sasanîyan. Bi îngilîsî: Assyria, Achaemenid, Sassanid) li ser xwe hîs dikirin û an bi daxweza dilê xwe an bi mecbûrî dînê fermî yê dewleta hukumdar qebûl dikirin, dîsa jî taybetmendîyên ola xwe ya “gelêrî” – pûtparêzî – bi hemû ayîn û erefatan va diparastin.

Eynî tişt wê demê jî qewimî, dema îslamê di sedsalên navîn da hukumê xwe li herêmê da belakirin. Piştî testîqbûna ola teze di welatên Rohilata Navîn da hinek erf-edet û erefatên olî, ku xwedî taybetmendîyên xisûsî bûn, hatine parastin. Ji bo civaka kurdan destûra parastina Newrozê (tê maneya ”Roja nû”) dan, ku cejina sala nû ya tevaya gelên Îranî ye, ku di roja wekehevîya roj û şevê tê pîrozkirin. Hebûna dijberîya mezheban û dibistanan di îslamê da (sunî, şiî, îsmaîlî, sûfî û h.w.d.) di jîyana mirovan da olkên nû xuliqandin, ku xwe li taybetmendîyên warê xwe girtibûn. Li Kurdistanê ew bawermendên dînê ”evdên heqîyê” (ehl-î heq), qizilbaş û êzîdî ne. Lêkolînerên kurd wana bi nav dikin wek civakên êtno-konferedal yên ne musulman, Awropî wana dikine nava kategorîya ”îslama bi cûreyekî din”, lê Xwedênasên musulmanan wana dihesibînin wek kafir, ango kesên ku xwe ji bawerî û qanûnên hemtomerî dûr dixin, ne ji ola dewletê a fermî ne û bi bawerîya musulmanan wana ceza heq kirine. Karaktera neyînî ya van pêşbiran ji hêla xwedênasên ve di serdema navîn da û di serdema nû de rê li ber tengahiyên herdemî vekir. Û wê demê bawermendên dînên dervayî îslamê, ku zêde nedihatin qebûlkirin, hewil didan xwe wek alîgirên yek ji terzên îslamê nîşan bidin.

Di van dehsalîyên dawî da dijberîya li ser bingehê olî-bawermendî xwe vedikişîne û dewsa wê hevgirtina hemû tebeqeyên civaka kurd bona çareserkirina pirsgirêkên tevaya miletê kurd bi cîh dibe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev