KURDÊN SPÎ

KURDÊN SPÎ

Husên Duzen

Carekê dosteke min î rojnamevan di nameyeke xwe de ji min pirsîbû: „Gelo seba çi Kurd ji hin Kurdan re dibêjin ”Kurdên Spî”, mirovin çawa ne ”Kurdên Spî”?

Xwediya pirsyarê ji bavekî kurd û dêyeke tirk bû û bi Kurdî nizanîbû. Qederê min hîngê ew nas dikir, çi ji destê wê dihat ji bo Kurdayetiyê teqsîr nedikir, lê ji ber ku bi Kurdî nizanîbû her kêmasiyek di xwe de hest dikir, lema bersîva wê pirsyarê ji bo wê zaf girîng bû.

Belê, min têgeha „Mêrê Spî“ nas dikir, lê Kurdên Spî? Ligel ku di nav Kurdan de Kurdên Spî zaf in jî, heta hîngê di ramana kurdayetiyê de vê têgehê cihê xwe negirtibû. Dibe niha kesin bêjin ma „Ramana Kurdayetiyê“ heye? Bêguman ev pirsyar jî hêjayî gotûbêjê ye, lê ne di vê nivîsê de.

Sipas ji wê ciwanikê re ku bû sedem ji bo ez li ser vê têgehê û hebûna Kurdên Spî bihizirim û raya çend dost û hevalên xwe li ser vê babetê bipirsim.

Ez dawî gihîştim wê baweriyê ku merov dikare „Kurdên Spî“ wisa tarîf bike:

-Kurdên ku bi eslê xwe kurd in, lê (gelek caran) bi zimanê serdestên xwe diaxivin, dinivîsin, mîna wan dihizirin, tevdigerin û ger pêwist be berjewendiyên wan diparêzin, ji ber ku sîstema serdest hin imtîyazan jî dide wan. Bi gelemperî li ba serdestên xwe ji hemwelatiyên xwe bi qedir û qîmettir in, lewra nirxên xwe ji yên serdestên xwe kêmtir dibînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev