KURMANCIYA HERÊMA AGIRÎ

KURMANCIYA HERÊMA AGIRÎ

Orhan Agirî 

NASANDINA DEVOKÊ

Li korta Elajgir/Zêdka (Eleşkirt, navçeyeke Agirî) ji zaravayên kurdî tenê kurmancî tê axaftin.

Ji bilî zimanê tirkî, ya ji ber ferzbûna wê ya fermî, zaravayê tirkên kafkasî jî li herêmê tê axaftin. Tesîra zimanên ermenî, tirkî, erebî û farisî li ser kurdiya vê deverê her hebûye.

 

CÎNAV

Cînavên kesî yên xwerû weha ne:

  • ez, tu, ew, em, hûn

Cînavên tewandî jî ev in:

  • min, te, wê, wî (carina jî wêka, wêya, wîka,wîya), me, we, wan (hin caran jî wana). Û meriv dikare bibêje cînava xwe zêdetir mîna xu tê gotin.

Cînavê beramber ”hev/hevdu” ye:

  • me hev dît, em hevdu nas dikin.

 

BERHEVDANA RENGDÊRAN

Berhevdana rengdêran esasen herî zêde bi ”tir” tê çêkirin lê niha ”daha” jî ji ber bandora tirkîtiyê pir berbelav e:

  • mezintir, daha mezin

Forma superlatîv berê bi gotinên ”tewre, here” (mezin) dihat çêkirin, niha jî bêhtir ”ene, enî” tê gotin, belkî dîsa ji ber tirkî:

  • tewre mezin, here mezin, ene mezin, enî mezin

 

HOKER

Awayên hokerên bingehîn exlebe weha ne:

  • çakî/ça/çitokî/çawa, çiqas, aha/wiha/wisa, aqas/aqasa/ewqas.

Binavkirina roja têde û yên borî-dahatû weha ye:

  • îro, do, pêr, betirpêr ; sibe/sibê, dusbe, sêsbe, çarsbe…

Ji bo salan jî:

  • îsal, par, pêrar, betirpêrar tê gotin.

 

DAÇEK

Meriv dikare bi hêsanî bibêje ku axaftina vê herêmê bi daçekên ”bi, li, ji, bo/bona, di” dagirtî ye.

Herweha anegorî tecrubeyên xwe yên şexsî dikarim (belkî pêwîst e bibêjim diwêrim) bibêjim daçeka ”li” di nava hemî deverên Kurdistanê de belkî herî zêde li vê herêmê bi awayekî rast û guncav tê bikaranîn bi maneya ”to” û ”at” a ingilîzî.

Di devoka li vir de carina ”di de” ji bo diyarkirina taybetmendiyeke rewşê dikare bikeve dewsa ”li”, bo nimûne, tê gotin

  • filan kes li mal e

Bes ji bo girîngtirînkirina merama mijarê pêkan e weha were gotin:

  • di mal de tiştek nemaye.

Paşdaçekên bingehîn hertim bi vî awayî ne: ‘

  • da, ra, va.

Komdaçeka komîtatîv hertim ”pê ra” ye. Heye ku “li gel, di gel” bi ti awayî nehêt bihîstin li vê deverê.

 

GIRÊDEK

Girêdek jî bi gelemperî ev in:

  • lê, feqet û yalaxuz e

Wekî din jî

  • çunkî, ji ber ku, ji vê qasê, loma.

 

HEJMAR

Bilêvkirina hejmaran ji 1 heta 9:

  • yek, du/dudu, sê/sisê, çar, pênc,şeş, heft, heyşt, neh

10 û jê bi şûn ve:

  • deh, bîst, sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heyştê, nod (carina newhêd)
  • sed, dusid, sêsidhezar.

H ya 7,8,70,80, 1000 wek a Hesen e.

Hejmarên rêzî bi paşgira ”a” çêdibin:

  • ew bû yê/ya çara.

 

ÇEMANDINA/TEWANDINA LÊKERAN

Di rewşa yekhejmar ya diyarde paşgira tewandinê ya navdêrên mê “-ê” ye:

  • li malê, ji dikanê

Navdêrên nêr di rewşa yekhejmar ya diyarde natewin:

  • li gund, ji bajar

Paşgira pirhejmariya tewandî: -A ye

  • Du sêva bide mi.

Ravekariya pirhijmar jî dîsa bi pirranî “ê” hin caran jî “ên” e.

  • Du sêvê min, du sêvên min.

Paşgira yekhejmariya nediyar “-ek” e:

  • tiştek, sêvek

Raveka yekhejmariya nediyar ji bo peyvên mê “-eke” ye:

  • sêveke min

Lê awayê “-eka” jî car caran tê gotin:

  • sêveka sor

Ji bo peyvên nêr bi pirranî “-ekî” kêm caran jî “ekê” ye:

  • kerekî min, kerekê min

 

ÇEMANDINA LÊKERAN

Pêşgira berdewamiyê hema bêyî şaşbûn hertim ”di” ye:

  • ez dibêjim, dixwînim …

Pêşgira dema bêt ”ê”, ”yê” û ”wê” ye:

  • hevalê min ê were
  • wê hevalê min were
  • tu yê bibêjî.

Paşgirên kesî yên lêkeran di dema niha û bêt de weha ne:

  • ez dibêjim, ez ê bibêjim
  • tu dibêjî, tu yê bibêjî
  • ew dibêje, ew ê bibêje
  • ew/em/hûn dibêjin, ew/em/hûn ê bibêjin.

 

Dema bêt hertim bi pêşgira ”bi” ye.

Forma lêkera ”bûn” di vê devokê de ”bibûn” û ”bûn” e.

Ji bo dijwateya ”heye” hem ”nîne”, hem jî ”tine” tê gotin.

her weha bikarhatina lêkera ”bûn” jî bi van her du awayan e:

  • ew e, ew nîne

Feqet awayê ”nîne” rasertir e.

Lêkerên ”birin, dayîn, kirin” di dema niha de weha diçemin:

  • ez dibim, ez didim, ez dikim.

Lêkera alîkariyê yan jî pêkarbûnê hertim “karîn” e. awayê “kanîn” û peyva “şiyan” li vê herêmê hîç nahên bihîstin.

  • Ez dikarim – ez nikarim.

Lêkera “çûn” jî her bi awayê “çûyîn” e û di dema niha de weha ditewe:

  • ez diçim

Neyîniya wê jî ”ez naçim” e. Awaye ”ez terim” li hin cihên cînar û nîzîkê herêma me (wek Xinis, Tekmana Erzirûm) hebe jî li vir qet nahêt gotin, tenê di dema bêt de tê gotin: “ez ê herim”.

Çemîna lêkera “hatin” di dema niha de hem “ez têm” e, hem jî “ez dihêm” e. Bes ”ez têm” berbelavtir e.

Her wisa ji bo neyînîkirina wê jî ev her du awa tên gotin: “ez nayêm, ez nahêm”.

Ku, heke, xwazil formên sereke yên şertanî ne. Neyînîkirin herçend bi ”ne” be jî, nadiren ”me” jî tê gotin.

 

ERGATÎVÎ

Li vê herêmê ergatîvî bi forma xwe ya klasîk nemaye. Di vê devokê de hem biker (subje) û hem jî berkar (obje) tên tewandin. Lêkerên transitîv di demên borî de paşgira kesî li gor berkarê (objeyê) nagirin:

  • Min te dît. (Ne wek ergatîviya klasîk ”min tu dîtî.”)
  • Te min dît. (Ne ”te ez dîtim.”)
  • Min wan dît. (Ne min ew dîtin.)

Hinek nimûneyên din jî ji dema niha (nomînatîv-akuzatîv) û dema borî ya sade (ergatîviya postklasîk):

  • ez te dibînim – min te dît
  • tu min dibînî – te min dît
  • ez we dibînim – min we dît
  • tu me dibînî – te me dît
  • hûn min dibînin – we min dît

 

DENGNASÎ

Dengê di hin peyvên mîna “xweş, xwarin, pêxwas” … de ”xa” ye:

  • xaş, xarin, pêxas

Belam dengê di peyvên ”xwe” û ”Xweda” de zêdetir nêzîkî ”xu” ye.

Dengê di peyvên wek ”çav” û ”mar” de gellek dişibe dengê eyna (ﻉ) erebî anku dişibe dengê ”e” yeke kûr û stûr.

Peyva ”kehnî” bi rehetî ”kanî” ye. Ji ketina dengê ”ih” û ”iw” zêdetir di peyvên mîna aniha, ciwamêr de tu yê bibêjî qey tenê ”i” dikeve:

  • anha, cawmêr.

 

PEYVNASÎ

Peyvên li vê herêmê bi maneyeke girîng li kar lê li deverine din min ew nedîtine, nebihîstine hin ji wan ev in:

  • ambaz/ambazî
  • posîde/posîde kirin
  • xecîl
  • şikir (şikr)
  • daşilqandî
  • teql/teqil
  • niçilîn

 

– ambazî: bêperwatî, insolence, kustahlik.
– posîde kirin: demoralîze û heta riswakirina kesê beramberî xwe bi helwest, gotin û argumentan ve di dema gengeşe û dozekê de
– xecîl bûn: mehcûb bûn.
– şikir/şikr: berbehs, qest, mebest, min gotibû ez ê werim ji şikra îro ra. Min qesta îro kiribû ji bo hatina xwe.
– daşilqandî: dejenere, yoz, kesê gihîştiye pileya herî bilind di neşermkirin û bêşexsiyetbûnê de.
– teql/teqil: accentuated, vurgu, vurgulu xasme di axaftinê de. Teqil lêdan, lêketin: wergerîn, wergerandin, guhastina objeyekê ji cihê wê ber bi cihekî din.
– niçilîn: infiltration, sirayet kirin, tê re û tê de çûyîn.

Bi qasî pêzanîna min bi xwe, peyvên ”tang, tûş, teşe û hilqûm” xwediyên maneyeke taybet in li vê deverê.

  • Tang: cih, dews, lê bi taybetî maneya pozîsyon, û konûm  tirkî dide, her weha mîna peyva tûş maneya paralelî û muwaziyê jî hildide nav xwe.
  • Tuş: dews, paralel, yeksewiyetî, di tûşa hev ra bûn, di eynî sewiyekê de bûn. Belam peyva ”tûş” bi pejoratîvî ji bo destdirêjiya seksî anku tecawuzê jî tê bikaranîn, Bes bi texmînî mebest ji vê maneyê ew pêkhatina temasa fîzîkî ye ku ev jî dibe cihê mereqê bê gelo peywendiyeke wê li gel ”toucher” (tûşê) ya frensî heye?
  • teşe: muwazene, equilibre (ekîlibr).
  • hilqûm: cihê teng, rewşa dijwar, kontekst.

Çavkanî: https://zimannas.wordpress.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev