Nameyên evînî – 119

Nameyên evînî – 119

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Heta niha min zanibû, ku 2 cûre evînên têr û tije hene û ewana ji hev pir cûda ne. Yek evîna ber bi hezkirîya xwe ye, yek jî evîna xwînî ye, dema tu zara xwe, dê û bavê xwe, xûşk û birayên xwe hez dikî. Min digot qey ev herdu evîn bi hev ra nikarin bibin. Lê niha zanim, ku dikarin bibin.

Belkî ez di vê pirsê da li cihanê yekemîn kes im, ku evîndara xwe wek hezkirîya xwe, wek zara xwe, wek dê û bavê xwe, xûşk û birayê xwe hez dikim. Eger ez bi tenê bim li cihanê, tê wê maneyê, ku ez an dîn im, an jî nexweş im.

 

¤¤¤

Salên min guherîn, ez guherîm, rûyê min guherî, lê bextewarîya rasteqîn berî 4 salan hat û heta îro jî berdewam e û wê neguhêre…

 

¤¤¤

Xweşika xweşikan, bêrîkirina me rengên cûda digire, wek ku ji her gulekê bêhnek tê, ji her bêrîkirina me jî bêhnek tê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev