PRENSES EMÎNE XANIM HEVJINA ŞERİF PAŞA

PRENSES EMÎNE XANIM HEVJINA ŞERİF PAŞA

Nivîs û amadekirin: Mihemed Erzurum

Çavkanî: Rohat Alakom

 

Emîne Xanim (1868-1926) , keça Sedrezamê Osmanî, Seîd Halîm Paşa, ew jî kurê Mihemed Elî Paşa avakarê Misrê ye (Kavalali Mehmed Elî Paşa).

Emîne Xanim, di sala 1890î de bi dîplomatê Kurd Şerîf Paşa re (1865-1951) mêr dike.
Ji wê zewacê du keçên wan çêdibin, navê yekê Şerîfe, navê ya din Seza ye. Emîne Xanim qasî deh salan (1898-1908) li gel mêrê xwe li Stokholmê dimîne. Di derbarê Emîne Xanimê de nivîseke di sala 1908an de, di rojnameyeke Swêdî de hatiye weşandin. Emîne Xanim di vê nivîsê de zêdetir bi giştî wek tekoşereke mafên mirovan û bi taybetî jî wek dildar û parêzkareke doza jinan hatiye nasandin.

Emîne Xanim keseke zana û giran bûye. Zimanên Ingîlîzî, Frensî û Swêdî devkî û nivîskî gelek baş zanîbûye. Emîne Xanim dema li Stokholmê maye, di bin bandora du jinên Swêdî de dimîne, nivîskara navdar Fredrîka Bremer û Prof. Ann-Margret Holmgren. Wek mînak Emîne Xanimê ji romana Fredrîka Bremer ya bi navê “Hertba” gelek hez kiriye. Dema hatiye Swêdê, di navbera rewşa jinên Osmanî û Swêdî de cudatiyeke mezin dîtiye.

Ji mamosteya xwe ya zimanê Swêdî re wek mînak wiha gotiye: ”Em li Tirkiyê pêncî sal li paş ve ne û li paş ve mane”, ji bo jiholêrakirina vê neheqiyê Emîne Xanimê gotiye ku divê mêr û jin destê xwe bidin hev û tekoşînê bikin.

Emîne Xanimê alîkariya Xaça Kesk kiriye. Rêbaza komeleyê ya sala 1908 an nîşan dide ku beşa Swêdî ya komeleyê bi navê serekê rûmetê yê Xaça Sor û Xaça Kesk, Henrî Dunant û di bin parêzgeriya Emîne Xanimê de hatiye avakirin.

Di derbarê Emîne Xanimê de mamosteya wê Fanny Peterson diyar dike ku di nav jinên Swêdî da keseke gelek hezkirî bûye.
Sala 1919 da Komeleya Pêşketina Jinên Kurd saz dibe û di nav wê komeleyê de kar û xebata xwe dimeşîne. Emîne Xanim bala nivîskar Pierre Lotî dikişine û di nav beşeke romanê de cîh daye wé (……)

Emîne Xanim dema bi mêrê xwe re derbasî Parîsê dibe, wek tê zanîn Şerîf Paşa li dijî tevgera Jonturkan bi rêxistinî tekoşîneke mezin dike. Li gor lêkolîner Tarik Zafer Tunaya, li welêt di nav alîgir û piştgirtiyen wî de Emîne Xanim jî hebûye.

Di çavkaniyên Swêdî de dadgehên Osmanî di sala 1910 an de 5 sal cezayê sirgûnê dane Emîne Xanimê. Dema kujerên Jonturkan di sala 1914 an de xwestine Şerîf Paşa bikujin, Emîne Xanim jî li mal bûye. Ji ber êrişan Emîne Xanim dikeve erdê, lê belê xwe li mirîtiyê datîne, xwe winda nake, paşê radibe ser xwe û ji polêsa re telefonê vedike.

Rojnameya Amerîkî vê yekê “Xwînsariya jinê” dide nasîn.

Piştî şerê cîhanê yê Yekem dema pirsgirêka Kurd li herêmê û di nav platformên navnetewî de tê rojevê, Şerîf Paşa dibe temsîlkar û berdevkê Kurdan û doza wan diparêze. Emîne Xanim di van hewldayin û têkoşînên mêrê xwe de her tim li welêt û li derveyê Welêt arîkariya wî dike (…).

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev