ŞIKEFTA FÎLOZOFÎYÊ, Leyla Atabay

ŞIKEFTA FÎLOZOFÎYÊ, Leyla Atabay

LÎS berdewam xizmetî wêjeya gelê me dike

 

Baran û Dîlan Cêwîk in. Her du zarok rojeke Newrozê didin pê keskesorê ku xezîneya di bin serê wê de bibînin û ji xwe re bînin. Ew li pê keskesorê gelekî ji gundê xwe bi dûr dikevin û li ser girekî xwe digihînin serê keskesorê.

Serê keskesorê li ser devê şikeftekê ye û her du zarok dikevin vê şikeftê. Di şikeftê de heft jê li alîyê rojhilat û heft jê li alîyê rojava çardeh derî hene. Her derîyekî şikeftê zarokan dibe demeke dûr ba fîlozofinan û giregirine dîrokê.

Kalên Zerdeştî, Enkîdû û Gilgamêş, Hermes Tût, Manî, Ehmedê Xanî, Rabîaya Bedew û Mazdek li pişt derîyên li alîyê rojhilat û Perîandros û Pîttakos û Khîlon û Bîas û Thales li pişt derîyê yekemîn ê li alîyê rojava pêşwazîya zarokan dikin.

Wekî din li pişt derîyên din ên li alîyê rojava jî gelek fîlozof û giregirên dîrokê pêşbazîya wan dike. Dîlan û Baran dê li pişt van derîyan, li pê Rastî û Ronayîyê herin û hînî gelek ramanên felsefî bibin.

Şikefta Fîlozofîyê, Leyla Atabay, Çîrok 184 rûpel, Weşanxaneya Lîs 2020

ISBN: 978-605-7535-51-1

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev