”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 16

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 16

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro berdewama nivîsa ”ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA” ye.

Em îro para wê a heyştan, ango a dawî, çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Zera Elî Yûsûpova

ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA -7

Çapemenîya pêrîodîk

Ji bo parastin û pêşxistina mîrata kurdan ya wêjeyî, herweha bi tevayî çanda kurdî, çapemenîya kurdî roleke mezin û giring dilîze. Xuliqîna wê bi sala 1898an va girê didin, dema li Qahîreyê hejmara pêşin a rojnameya kurdî ya ewlin “Kurdistan” bi zimanê kurdî (bi zaravê kurmancî, bi herfên aramî)43 ronahî dît. Weşangerên wê rojnameyê, ku bingehê çapemenîya kurdî danî, nûnerên binemala ronahîdarên kurd yên binavûdeng Bedirxanîyan bûn. Gerekê bê destnîşankirinê, ku gelek rojname û kovarên kurdî, ku ji alîyê desthilatên fermî da hatibûn qedexekirinê, bi sebebên ji me ra bêlî dervayî welatê kurdan çap bûne, pir caran navnîşan û navên rojname û kovaran jî diguhartin. Mesele, rojnameya navbuhurî “Kurdistan”, ku jîyana wê ser hevdu pênc sal bû (31 hejmar derketin), mecbûr maye şeş caran cîyê weşandina xwe biguhêre – li Qahîrê, Folkstenê û Cenevrayê ronahî didît.

Çapemenîya kurdan, wek folklorê (zargotinê) û wêjeyê (edebîyetê) bi zaravayên kurdî yên bakur (kurmancî) û başûr (soranî) pêşda çûye. Weşanên wan yên pêşin bi zaravayên bakur ronahî dîtine – bi kurmancî û bi zazakî. Derheqa wê yekê da di kitêba nivîskarên kurd Malmîsanij û lewendî ya bi sernavê “Çapemenîya kurdî li Kurdistana Bakur û li Tirkîyê”, ku sala 1989an li Swed (Uppsala) çap bûye, malûmatîyên pêbawer û balkêş hene. Di wê çavkanîya gelek bi qîmet da navên 76 rojname, kovar û çend broşûran hene, ku bi zimanên tirkî (piranîya wan) û kurdî li bajarên Dîyarbekirê, Siwêregê, Bazîdê, herwiha li Stembolê, Enqerê, Îzmîrê ronahî dîtine. Piranîna wan weşanên îllegal bûn, yên ku wek yên legal, demdirêj nîbûn, pir caran dihatine girtin, lê weşangerên wan davîtine hebisê.

Li ser rûpelên rojnameya “Kurdistan”, herwiha di paşdemê da ser rûpelên çapemenîyên din jî, têmayên sîyasî dihatine ronîkirin, pirsên dîrok, ziman û wêjeyê dihatine guftûgokirin, prsgirêkên perwerdehîyê û terbîyetkirina gencan dihatine minaqeşekirin. Di her hejmareke wan da helbestên şairên kurd yên binavûdeng, herweha nimûneyên folklorê dihatine çapkirin. Rojnameya ”Kurdistan” bingehê weşangerîya kurdî danî, ku gelek tradîsyonên wê, bi bawerîya rojnamevanan, heta roja îro jî di nava weşanên kurdî da têne parastin.

Çapemenîya bi zaravên kurdîya başûr, ku weşanên wê yên pêşin di destpêka sedsala XX da xuya bûn, xwesma di nîveka sedsala XX da bi awayekî lez li Kurdistana Îraqê pêşda çû. Di karê pêşketina wê da bajarên Suleymanîyê û Hewlêrê roleke mezin lîstine, ku navbendên jîyana Kurdistana Başûr yên çandî û sîyasî ne û li wir gelek rojname û kovar derketine. Ji weşanên çapemenîya bi zaravên kurdîya başûr hêja ye em navên vanên jêr bîr bînin:

 

«Hawkarî» — rojnameya herheftê ya civakî-sîyasî û wêjeyî;

«Beyan» — kovara organa Wezîreta înformasyonê ya Îraqê (Bexda);

«Roşinbîrî nwê — kovara wêjeyî, ronahîdarîyê;

«Perwerde u zanist» kovara dayîreya alîyê pirsên perwerdehî û xwendina ciwanan;

«Karwan» — kovara dayîreya alîyê pirsên çandê û ciwanan da bi zimanê kurdî û erebî;

«Nûserî kurd» — kovara organa Yekîtîya nivîskarên kurd;

«Rojî Kurdistan» — kovara hevalbendîya çandî bi zimanên kurdî û erebî;

«Zanko» — kovara organa Zankoya Hewlêrê bi zimanên kurdî û erebî;

«Govarî karî zanyarî kurd» — kovara Akademîya Kurdî ya Zanyarî (ji sala 1978an — Beşa Kurdî ya Akademîya Zanyarî, Îraq) bi zimanên kurdî û erebî (Bexda).

 

Beşa Kurdî ya Akademîya Zanyarî ya Îraqê — navbenda zanyarîyê ya herî mezin e li Kurdistana Îraqê. Karmendên wê xebateke lêkolînerîyê ya mezin dikin, ku girêdayî lêkolînên li ser wêje, ziman, dîroka kurdan e, sertacên wêjeyî û dîrokî (yên bi zaravayên zimanê kurdî yên cuda-cuda) bo çapê amade dikin.

Ev xebatên zanyar û rojnamevanên kurd ser lêkolînkirina çapemenîya kurdî ne: ”Dîroka rojnamegerîya kurdî li Îraqê” ya D. Cebbar (Bexda, 1970); ”Rênîşandar derheqa rojnamevanîya kurdî da” ya C. Xeznedar (Bexda, 1973); ”Têgihîştina rastîyê” K. Mezher (Bexda, 1978). Bi zimanê rûsî pirtûka M. Sapan ya bi sernavê ”Çapemenîya kurdî ya diyasporayê” (SPb., 1998), herweha avtoreferata dîsêrtasyona namzetîya zanyarî: ”Kovara ”Hawar” û rola wê di pêşketina çanda kurdî da” ya H. Hebeş (M., 1983) û ”Çapemenîya kurdî ya periodik li mişextîyê” ya A. Redwan (M., 1986).

Wek em texmîn dikin, hemû fikirên me yên jorgotî îzbat dikin, ku potensîala gelê kurd ya efrandarîyê pir xurt e, ew miletê ku hatîye perçekirin, di hêla ziman, çand û ruhê miletîyê da hevgirtî û hemfikir e. Kurdan di şertên dîrokî yên pir sext û dijwar da jî karibûne axa xwe, zimanê xwe û xwexwetîya xwe ya miletîyê biparêzin, ku bi awayekî ewqasî geş di nava folklora wan a pirawaz û pir dewlemend da xuya dibe.

Di dawîyê da hêja ye em gotinên rohilatzana Rûsîyayê Î. A. Smîrnovayê bîr bînin û raberî we bikin, ya ku nivîsîye: ”Dewran buhurîne, miletên kevinare, ku hevsalên kurdan bûn, bê ser û berate winda bûn, pêlên nedîyar ew binav kirin, lê kurd heta îro jî di erafê dîrokê da mane. Gelo ev yek bi serî xwe ne îzbata berxwedana bo jîyanê ye – dayîna qederê ye, ku ewana tevaya jîyanê da şerê bo wek milet hevgirtî bimînin kirine, bona parastina çanda xwe mêrxasîyên nebînayî kirine û di encamê da di karê parastina mafên xwe yên miletîyê da bi ser ketine?”44

Çavkanî

43) Sala 1999an ji alîyê karmendên Înstîtûya Rohilatzanîyê ya AZR (Moskva) tevî Navbenda lêkolînên kurdî konferansek hate derbazkirin, bi sernavê «Bo sedsalîya çapemenîya kurdî a periodik».

44) Новый Курдистан. 1999. № 1–2 (9–10).

Foto: ji malpera www.saradistribution.com 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev