Nûbihar gihaşte jimara 150

Nûbihar gihaşte jimara 150

Kovareke bi kurmancîyeke xurt û naverokeke dagirtî dilê me baristan dike

Wekî jimarên berê di vê jimara Nûbiharê de jî cûrbecûr nivîs hatine weşandin. Nivîsên lêkolînî, çîrok, gername, jiyanname, metnên kilamên dengbêjiyê, helbest û wergerên ji helbestên cîhanê û hevpeyvînek di vê jimarê de cih girtine.

Edîtorê kovarê Süleyman Çevik di despêka nivîsa xwe de weha gotiye:

“Wekî kovar Nûbihar bi vê jimarê êdî 28 salî ye. Weşanxana Nûbiharê jî ku 7 meh beriya kovarê ava bûye, ew jî di Adara 2020an de dikeve 29 saliya xwe.
Ewqas sal bi zimanê Kurdî, ji bo me tiştek gelek girîng e; dizanim ev xebat ji bo nivîskar û xwendevanên me jî weha ye. Dema wext tê dibêjim:

-”Weşangeriya Kurdî li Tirkiyê gellek zehmet e; ji alîkî ve rewşa aboriyê, ji alîkî ve jî pêşdaraziyên li hember meseleya Kurdan karê me tim û tim zehmet kirine. Lê meşandina karê Nûbiharê eşq e; kesên ku keda xwe kirine vê xebatê di çavê me de gelek bi qîmet in.

Careke din ji wan dost û hevalan rica dikim ku ji vir pêve jî li Nûbiharê xwedî derkevin.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev