DEMAREKOENDAM (KOENDAMA DEMARÊ)

DEMAREKOENDAM (KOENDAMA DEMARÊ)

Kurê Reşîd

 

Birçî dibî, henase werdigrî, vê nivîsê dixwînî, beriya welat dikî, dilê te hertim lê dide, tî dibî, destê xwe dirêjê şuşeya çayê dikî, qurtek ji çayê vedixwî û dibêjî çaya min sar bûye. Li derve birûsk lê dide tu ji deng û ronahiya wê ditirsî. Xewa te tê, diranê te diêşê hwd.

 

Gelo tu dizanî van hestên jor, çawa di laşê te de peyda dibe?

Çav, guh, ziman, difin û pestê (çerm) mirov hestewergir lixwe digire. Mirov bi alîkariya van wergiran pê kartekirên hawirdorê dihese. Kartêkir ne tenê ji derveyî laş lê dibe ko di nav laş de jî peyda bibe.

 

Wekî mînak, zêdebûna karbonadîoksîda xwînê, rêjeya glukoza xwînê, zêdebûna pileya germahiya laş (ta) hwd. kartêkirên navî ne ji boy laş.

Kontrola çalakiyên hizirî (bîr û hiş) û laşî ji aliyê koendema demar ve tê bi rêvebirîn.

 

Koendama demar(demarekoendam) li dij guherînan, hevsengiya navekî ya laş diparêze.
Ezê beş bi beş demarekoendamê bi we bidim naskirin. Li benda parvekirinên nû bin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev