M. Şêxo / Otonomî / Raperîn / Derbe / Qetlîama Qamişloyê

M. Şêxo / Otonomî / Raperîn / Derbe / Qetlîama Qamişloyê

İbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Meha ADARê, meheke pir girîng e di dîroka neteweya Kurd û Kurdistanê de.

Meha ADARê, di dîroka Kurd û kurdistanîyan de raperîn, êş, koçberî, qirkirin û serkevtinên gewre hatine rojevê.

 

HUNERMENDÊ MUSTESNA MIHEMED ŞEXO…

Min navê Mihemed Şêxo di ciwantiya xwe de bihîst. Dema ku min navê wî bihîst û dengê wî ket guhe min, ew jî gelek ciwan bû. Lê ew di ciwantiya xwe de bi hunera  xwe bibû kesekî bi navûdeng. Dema wî di nav 100 stranbêjan de stran bigota, dengê wî, dengeki taybet bû û dengê wî nas dibû.

 

Mihemed Şêxo, îdolê şiûrqezençkirina neteweyî ya ciwanan û gelê Kurdistanê bû. Dema ku ciwanên Kurdistanê Mihemed Şêxo guhdar dikir, Kurd û Kurdistan dihat bîra wan. Hestên wan yên neteweyî pêş diketin.

 

Wî di salên 70yî de li Otonomiya Kurdistanê ji bona pêşmergeyan stran digot. Wî jiyana xwe heta Otonomiya kurdistanê têkçû jî li Başûrê Kurdistanê domand. Piştî ku Otonomiya Kurdistanê di sala 1975an de hat rûxandin, ew jî koçber bû, çû li Rojhelatê Kurdistanê û Îranê cîwar bû. Jiyana xwe bi Barzaniyan re derbas kir. Li wir jî zewicî.

 

Pişt re vegeriya Rojavayê Kurdistanê. Li Rojavayê Kurdistanê, rewşenbîrên kurd, ciwanên Kurdistanê, gelê kurd ji wî gelek hez kir.

 

Ew bû ekoleke muzîkê. Wî gelek humermend perwerde kirin.

 

Dema ku ji Rojavayê Kurdistanê bihata qal kirin Mihemed Şêxo, dema ji Mihemed Şêxo dihat qal kirin Rojavayê Kurdistanê dihat bîra her kurdekî.

 

Mihemed Şêxo bi Rojavayê Kurdistanê ve bibûn nasnameyek.

 

Mihemed Şêxo ji bona Rojavayê Kurdistanê modeleke/marqeyeke zêrin bû.

 

Mihemed Şêxo pêşxistina şiûra milî de qasî hemû partiyên siyasî xwediyê mîsyoneke mezin bû.

 

Loma jî ez dibêjim ku ew hunermendekî taybet û mustesna ye.   

Ew hunermendekî gelek hêja û neteweyî bû. 

Mihemed Şêxo, beriya 31 salan ji nav me koç kir.

Wî li Qamişloyê jiyana xwe didomand.

Hunermendekî gelek feqîr bû. Wî û malbata xwe di şertên gelek zehmet de jiyana xwe didomandin. Ez û em hemû kurdperwer şahîdên vê rewşê bûn.

Tenduristiya wî ne baş bû. Her çiqas min û gelek hevalên din pêşniyar kir ku ji bona tedawiyê xwe biçe Ewrûpayê jî, wî ev pêşniyara qebûl nekir. Li welêt derketin ji bona wî zilûm bû.

 

Wek min li rêzên jorîn jî diyar kir, ew îdolê ciwanên Kurdistanê û kurdperweran bû.

 

Ew evîndarê Kurdistanê bû. Loma welat terk nekir û nebû penaber.

 

Ew dostekî min ê baş bû.

 

Kurdperwer bi stranên wî kalecaniya neteweyî qezenç dikin.

 

Kurdperwer û neteweya kurd tû wextê wî bîra nake.

 

Ew di dilê me de dijiye. 

LI KURDISTANÊ MEHA ADARÊ Û OTONOMIYA KURDISTANÊ…

*Serokê Efsanewî yê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî him di vê mehê de (14.03.1914) hat dinyayê û him jî di vê mehê de jiyana xwe ji dest da.

 

*Li Başûrê Kurdistanê Raperîn: “Di jîyana siyasî a Kurd û Kurdistanê de tevgera rizgarîxwaz, di 5ê ADARa 1991 de raperîna mezin lidar xist û paytexta Kurdistanê Hewlêr ji dagirkeran rizgar kir. Peyama Raperîna 1991an peyamek girîng e di dîroka man û nemana Kurdistanê de.  Peyameke ji hemû cîhanê re ku miletê Kurd tû carî namire û ji xwîna xwe, ji arîya xwe carek din dikare jîyanê avabike.”

 

*Avabûna Otonomiya Kurdistanê…

 

Miletê me ji bona ku dewleta xwe ava bike ji destpêka sedsala 19an dest bi xebata neteweyî kir.

 

Neteweya me bes piştî Şerê Cîhanî ya 2emîn, di şert û konjoktureke gelek taybet de, bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan, dewleta xwe di sala 1946an de ava kir.

 

Navê vê dewletê: Komara Kurdistanê ya Mehabadê bû. Ev dewleta Kurdistanê, dewletek hevbeş ya hemû kurdên li dinyayê û her çar parçeyan bû.

 

Lewra hemû kurdan ji bona ku dewlet ava bibe rolekî girîng anîn cî. Bi taybetî jî Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî di avakirina dewleta Kurdistanê de, roleke girîng pêk anîn. Serok Mele Mistefa Barzanî bû serokerkan.

 

Hezar mixabin temena dewleta Kurdistanê dirêj nebû. Dewleta Kurdistanê encama êrîşa Dewleta Kolonyalîst ya Îranê û îxaneta Yekîtiya Sovyetan hat rûxandin.

 

Serokkomar Qadi Mihemed û wezîrên hikûmeta Kurdistanê hatin îdam kirin.

 

Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, bi daxwaz û îzina Serokkomarê Kurdistanê Qadi Mihemed, encama meşake dirêj ya gelek û zehmet û xeter derbasî Yekîtiya Sovyetan bû.

 

Di hemansalê de Partiya Demokrat a Kurdistan a Iraqê ava bû.

 

Li Iraqê di sala 1958an de darbeyek pêk hat. Abdûlkerîm Kasim bû serok.

 

Desthilatdariya nû, li Iraqê guhertineke girîng pêk anî. Makezagoneke nû pejirand. Di makezagonê de du miletbûn (miletê kurd û miletê ereb) û duherêmbûna Iraqê hat erê kirin.

 

Piştî ev guhertina girîng û bingehî desthilatdariya Iraqê biryar girt ku Serok Mele Mistefa Barzanî vegere Iraqê.

 

Serok Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî jî, ew daweta desthilatdariya Iraqê pozîtîf bersîv kirin. Biryar girtin vegerin Iraqê û wan jî hîç wext wenda nekirin û vegeriyan Kurdistanê û Iraqê ku ji bona ku makezagona nû bixin jiyanê.

 

Hezar mixabin piştî demeke kurt desthilatdariya Iraqê ji makezagona nû dûr ket. Li dijî miletê kurd dest bi xebatên xeter kir.

 

Serok Mele Mistefa û partiya wî PDK Iraqê jî li hemberî ev xerabiya desthilatdariya Iraqê biryar dan ku dest bi şoreşa milî ya pêşmergetî bin.

 

Di îlona 1961an de Şoreşa Neteweyî ya Kurdistanê dest pê kir.

 

Şoreşa Neteweyî ya Îlonê ya  Kurdistanê, di bin serokatiya Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî de di sala 1970yî de encameke erêni wergirt.

 

Rejîma Baasê mecbûr bû ku bi miletê kurd re peyman çê bike.

 

Ew peymana: PEYMANA OTONOMIYA KURDISTANÊ YA 11Ê ADARA 1970yî  bû.

 

Bi vê peymanê li Kurdistanê Otonomî ava bû. Miletê me li welatê xwe bû desthilatdar.

 

Piştî Komara Kurdistanê, di qepasîteya dewletek serbixwe de otonomiya Kurdistanê ava bû.

 

Ev roja ji bona miletê kurd bû roja cejnê.

 

*Darbeya Leşkerî Li Tirkiyeyê: Di salên 60yî de Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê xurt bû û xwe jinûve rêxistinî kir.

 

Di hemandem de Otonomiya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ava bû. Li Bakûrê Kurdistanê jî bandor danî û ji bona hemû kurdan û beşên Kurdistanê bû model.

 

Ew qewimandinên dîrokî dewleta Tirk tirsand. Loma 12ê Adara 1971an de li Tirkiyeyê Darbeya Leşkerî çêbû. Sedemeke jî tevgera neteweyî ya Kurdistanê hat dest nîşan kirin.

 

Bihara Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê kir zivistan.

 

Kurdpewer bi awayekî kîtlewî û girseyî hatin hepiskirin, êşkencekirin, sizakirin.

 

* Serhildan û Qetlîama Qamişliyê : Di sala 2003an de Rejîma Baasê ya Iraqê hat rûxandin. Biryar hat dayin ku Iraq bibe dewleteke federal, Kurdistan bibe dewleteke federe. Wek tê zanîn wê demê kurd li welatê xwe desthilatdar bûn. Biryara dewleta federal dabûn. Li Kurdistanê parlamento ava kiribûn, hilbijartina serokêdewleta Kurdistanê û meclîsê pêk anî bûn.

Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ev guhertina bingehî bandora xwe li hemû beşên Kurdistanê çêkir. Bi taybetî jî tesîra vê guhertinê li Rojavayê Kurdistanê xwe diyar kir.

Gelê me, li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişliyê di 12 Adara 2004an de bi awayekî girseyî xwepêşandan li darxist. Hem ji Başurê Kurdistanê re piştgiriya xwe diyar kir û hem jî daxwazên xwe yên neteweyî pêşkêş kir û anî ser zimên.

Di xwepêşandanan de Ala Kurdistanê û wêneyê serok Mesûd Barzanî hat bilind kirin.

Rejîma Baasê ya Sûriyeyê tehemulî vê yekê nekir. Bi awayekî gelek xurt û leşkerî êriş bir ser xwepêşandana neteweyî.

Wê demê xwepêşandin bû serhildana milî.

Di navbeyna gelê me û Rejîma Baasê de şer çê bû. Rejîma Baasê qetlîamek pêk anî. Gelek bira û xwişkên me şehîd bûn. Gelek jî brîndar bûn.

Ev roja hem rojeke pîroz û hem jî rojeke xemgîniyê ye.

Gelê me di salvegera serhildana neteweyî  de (di 12ê Adara 2019an de) xwest ku li Qamişliyê û li hemû Rojavayê Kurdistanê şehîdên serhildana 12 Adarê bibîrbînin û ew roja pîroz bînin bira xwe.

Hezar mixabin çeteyên çekdar yên Rejîma Baasê û PKK/PYD bi hev re êrişî gelê me û Ala Kurdistanê kirin. Gelek bira û xwişkên me birîndar in û hepis in.

Divê em kurd ev êrişa Rejîmê û PKK/PYD rûreş, teşhîr, protesto bikin, li hemberî vê êrişê derkevin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev