Dengbêj

Dengbêj

Helbesteke xweş ji sîyasetmedar û şairê binavûdeng,

ku me dibe nava odeyên gundan, şevbuhêrkan, bindarûkan,

carina me dibe nava kêxweşîyeke bi zewq,

 û carina jî nava melûlîyeke diltazîn,

carina me dike nava govendeke giran,

carina ji hesreta welêt dilê me diso.

 

Kemal Burkay

Dengbêjî ji dil e
Dilê dengbêj dikele
Dengbêj bayê berrîyên welatê min e
Berhemê zozanên rengîn e, gul e
Kilamên wî dengê simên hespên kumêt in
Ava belekiyan e, bi şirrîn e
Geh çemekî dîn e, dixulxule, bi qêrîn e
Geh giran dikişe, dilorîne
Li dengê wî geh şer e, geh aştî ye
Şahiya dîlanan e, girîya şîn e
Dengê wî jana birînan
Tama bîranînan
Germiya evîn e
Berxwedan e, hisret e, hêvî ye
Dengê wî zimanê me yê şîrîn
Çîroka kurdan e, jîn e.

Çavkanî: Roja Nû, hejmar 83, 1994

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. haluk_ozt@hotmail.com

    Stranbêjê muzîka pop a kurdî yê pêşin û navdar Keremê Gerdenzerî dibêje ku wî ev helbest wek stranekê vestraye û ewê di demeke pêşda pêşkêş bike. Em bi kelecan li hêvîya wê stranê ne…

Şirovekirin hatine girtin.