Helbestên berpirsyarê rojnameya ”Rya teze” di malpera ”RIATAZA” da

Helbestên berpirsyarê rojnameya ”Rya teze” di malpera ”RIATAZA” da

Evîndarê edebîyeta kurdên Ermenîstanê Mistefa Kilicaslanê ji Qerekilîsa welatê me berhemên çend nivîskar û helbestvanên me ji kirîlî kirine latînî û bi wê yekê va keda ku çend hezar kurd jê karê diketin, bi vî karê welatparêzîyê va ew ked kirîye milkê bi mîlyonan kurdan.

Mala wî hezar carî ava!

Îro em çend helbestên berpirsyarê berê yê rojnameya here jîyandirêj ”Rya teze” Mîroyê Esed raberî we dikin. Mîroyê Esed 34 salan (1955-1989) redaktorê wê rojnameya kurdî bûye. Li Yekîtîya Sovyet tu kes demeke ewqas dirêj redaktorîya rojnameyekê an kovarekê ne kirîye.

 

Mîroyê Esed 

EZ Û DILIK

Rûniştime devê be’rê,

E’ynî bûme maşoqê wê.

Ji xiyalê herro dûr,

Weke be’rê dûr û kûr

Niqo dibim nava fikra,

Xeber didim dilkê xwe ra.

Pêlê be’rê tev hev dibin,

Hev de’f didin û radibin,

Êrîş dikin, dikin şîrqîn

Li kenarê be’rê didin,

Kenar didin û ew dîsa

Şûnda diçin, ku bên dîsa.

Gele cara diçin û tên

Bo nav be’rê wêda bavên,

Hemû tiştê bêkêr, zêde,

Ku ew bibe lap bê zede.

Û wê demê tu dibînî

Kela be’rê temam danî.

Bayê dînik, hênik, nermik

Be’rê dertê nazik, çapik

Ber bi min tê, min dalêse,

Heta jê tê ew direve

Û paşê jî dike gazî:

-Bese rûnî, min ra dibê,

Kela be’rê, tu nabînî,

Mîna her car îda danî,

Lê tu, lê tu ker’ û sewsî

Ne dikenî, ne digirî,

Ne radibî, ne jî tiştkî

Mîna be’rê rabêr dikî.

Dibêm: here, bal mi tune

Tiştê zêde em bidin te.

Ba hêrs dibe, dizivire,

Dike dûman, toz radibe,

Qirş û qala dipekîne

Ser çavê min, dilezîne…

Em guh nadin bayê dînik,

Hê germ dibin ez û dilik,

Nav fikra da hê kûr dibin,

Gele tiştî em bîr tînîn.

Gele tiştî tenê zanin

Ez û dilik, ku em nadin

Bayê dînik, aqilsivik.

 

ÇEMÊ ÇEVQUL

 

Mîroyê Esed – Ji pirtûka wî ye ”Ewledê Weten”, Êrêvan, 1969

 

Baran dihat

Hûrik-hûrik,

Keskesorê

Pira çêkir,

Hezar û yek

Reng li wê kir.

Çeme gurr bû,

Ave şêlû,

Li ser pêla

Pir qirş û qal,

Fitil dida,

Mîna me’ra,

Dikir fişîn,

Dikir xuşîn,

Diwerimî

Û kef dida.

Dikir bide

Ber xwe bibe.

Pira renga,

Serr’a bayê

Hê gurr bibe,

Bilind be hê

Heta Tavê:

Wê ruhdara

Gul-sosina,

Çema, be’ra

Û baranê,

Keskesorê

Û ruhbera,

Hemû benda.

Lekê lêxe,

Wê vêsîne,

Ku rû dinê:

Jêrê, jorê,

Tenê, tenê

Ew bimîne.

Kişiya çemê

Ha hurrbûyî,

Her tişt bîr kir,

Qure, qutam,

Bi ceng û qal-

Hat biteqe

Kenar derket,

Çirpand herî:

Gol, sosina,

Û kulîlkêd

Reng awazî.

Kenar derket,

Meş lê sist bû,

Qirş û qal jî

Tev jê revîn.

Kir û nekir

Tişt pê nebû,

Be’r ket bîrê.

Ew dosta wê

Berê-berê

Û hê lezand.

Û hê lezand,

Çû cem be’rê,

Temene bû,

Go: ez qurba,

Go, ez xulam…

–Tu xêr hatî,

Çi qewimî

Te bîr anîm?

Be’rê pirsî

–Bîra te kir

Û ez hatim.

— Çemo, şerme,

Tu rast bêje

Çî te kême?

Kela çemo

Hinek danî,

Şek lê şikest,

Kef jî hinek

Lê kêm bû,

Go: çi bêjim,

Çi nebêjim,

Em pizmamêd

Kal û bava,

Qismê me yek,

Nêta me yek.

Çi veşêrim,

Xîreta min

Te’mûl neda,

Anîm vira.

Dikişim ez,

Dibezim zor

Şevê, rojê,

Dikim nakim

Hilnakişim jor.

Fêza me da

Tav dikene

Û keskesor.

Bilindtirin

Ji me topik,

Çiya û zinar,

Steyr û dar…

Em kê kemtir,

Kê alçaxtir.

Eger hebe

Komeka te,

Ezê gurrbim,

Ezê zorbim

Hilpekime jor,

Gişka bidim

Ber xwe bibim.

Dinê bikeve

Destê min, te.

Be’rê bihîst

Ev xeber gişk

Û keniya,

Gumreh p’êlda,

Paşda kişiya,

Çemik wir hîşt.

Çemo ev dît

Reng ji wî çû…

Go: wey min pişt..

Çemê çevqul,

Dexes, bê dil

Ket pir dilqa,

Gelek cîya

T’emene da,

Lê tişt nekir.

Tavê tîn da,

Keskesorê

Hê şewq veda.

–Çemo go: wey,

Min qijikî,

Û rojekê

Ew miçiqî.

 

Tîpguhêzî: Mistefa Kilicaslan

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev