
Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan/ HAK-PAR
Heyf û mixabin ku Meryem Xanim a keça Serokkomarê Komara Kurdistanê a Mehabadê nemir Qadî Muhammed ku demeke dirêje li Urdûnê niştecî bibu, jîyana xwe ji dest da.
Meryem Xanim yek ji esilzadeyeke Kurd bû. Bêguman malbata Qadî Muhammed malbatek welatperwer û Kurdhez e. Gelê Kurdistanê ta ebed minetdarê vê malbata bijare û bi rûmet e.
Ez bi navê Partîya Maf û Azadîyan serxweşî didim malbata Qadî û her weha binemala Meryemxan, hezkirî û dost û heval û hogirên Meryem Xanimê.
Bila serê gelê Kurdistanê sax be.
Ruhşad û mesken bihûşt be.
Desteya Rêvebir a malpera Riataza serxweşîyê dide binemala rêberê Kurdistana Mehabadê Qadî Muhammed û tevaya gelê kurd bo wefata keça pêşewa Meryem Xanimê.
Riataza