Îro kurdên êzîdî yên Sovêta berê Eyda “Kiloçê serê salê” pîroz dikin!

Îro kurdên êzîdî yên Sovêta berê Eyda “Kiloçê serê salê” pîroz dikin!

Bêlla Stûrkî

Kurdên êzîdî wek peykarê dînekî kevnar, ku koka wan ji kûraya hezaran salan tê, bi gele telî-tengasîya, zulm û zordayînê va e’rf-e’det, rabûn-rûniştina xwe, zargotina xwe ya dewlemend, hilbet ne bi tam, herwiha gele guhastina va, lê anîne û gîhandine roja îroyîn.

Ji cejnên civaka êzîdiyan „Kiloçê serê salê“ cejneke qedîm û kevnar e.

Ev eyda di nav êzîdîyên Serhedê jî berê-berê da hatiye pîrozkirin, bo wê jî heta niha tek di nava êzîdiyên Sovêta berê da maye.

Ji ber ku êzîdiyen Sovêta berê zuretên êzîdiyên Serhedê ne.

Îro roja carşemê gelê me yê Sovêta berê dest bi petina kiloçê kirine, jê ra dibêjin kiloçê serê salê, yanê kiloçê sala teze, sala nû, roja nû… Bingehê vê cejinê her wiha bi bereket, hişyarbûna xwezayê û cihanê bi tevayî girêdayî ye.

Bi edetî kiloçpetin jî bi vî teherî tê kirin: Ji ar, rûn, şîr, mast, şekir hevîrekî mezin distirên.

Morî davêjin li nav hevîr û rind distirên, usa ku nizanibin morî kî tangê da ne. Paşê wî hevîrî pen dikin, tendûrê da dipêjin. Kiloçê petî dikin sinîkê û dihêlin heta sibê.

Kiloç roja pencşêmê ji aliyê malxwêyê malê va bi gotina “Desturî navê Xwedê û Şîxadî” tê kerkirin. Kerkirinê ra dibêjin xeta cot. Gava morî ber devê kêrê derdikeve, dibêjin morî serê xeta cot ketiye. Wextê ew nîşan li ber xetê dernakeve, vê carê Kiloçê par dikin: li ser parên din navên Heft Mêrê Dîwanê, Xudanê Malê, Gavanê Zerzan, Memê Şivan, Xatûna Ferxan datînin, paşê para neferê malê datînin.

Nîşan (xadim) li nav para kê da derket ew sal serê wî dikeve. Qencî û xiravî, bereketa malê ya salê navê wî yan wê neferê va girê didin… Mezin dibêjin ku dema xadim para xasa dikeve, ew sal ji malbetê ra xêr e.

Bila Kiloçê weye serê salê bimbarek û pîroz be, risq u bereketê we ra bîne!

Badilhewa nîne, ji mehên dema salê tu mehek usa nehatiye pesinandin, wek dema biharê.

Ne bihar sîmbola, nîşana hişyarbûna tebiyetê, dirêjbûna jîyanê û hizkirinê ye.

Bihar xwe ra gele e’yd anîn… Eyda Jina ya Navnetewî, Kiloçê serê salê, Cejina Newrozê.

Ev yek gumanê qenc û kêfxweşîyê kire dilê me hemiyan.

Xwedê bike miletê me di gel miletê dinyalikê yên mayîn bi hezaran baharên xweş û bedew bibînin… Disa carekê Eyda Kiloçê serê salê û pêşda Cejina Newrozê we hemiya em bi dil û can bimbarek û pîroz dikin.

Xêr û bereketê, silametiyê û dilşadbûnê, azadiyê û serxwebûnê we ra dixwezim… Pîroz be Kiloçê we yê serê salê!

Li jêr em nivîseke Têmûrê Xelîl raberî we dikin, ku li wir îzbat dibe ku cejina “Newroz”ê û “Kiloçê serê salê” eynî cejin in:

Bi hezaran salan berê (û hetanî îro jî) bal kurdên êzdî cejnek hebûye, ku navê wê “Kiloçê ser salê” ye. Ew cejn bi vî awayî dihate pîrozkirin: her sal di pêncşema sisîyan ya meha adarê da hevîr distirên, morîkî (an jî bişkokekê) dixine navê, kade çê dikin, paşê ker dikin, dikine heft perçeyan, para Şems (Şêxê Şemsan), Malxwê male, Memê Şivan (bereketa pêz), Gavanê Zerzan (bereketa dewarên gir), Xatûna Ferxan, Xeta cot (bereketa axê) û hemû neferên malê didinê. Ew morî, an jî bişkok para kê bikeve, wê salê qismetê wî wê zêde be, bi gotineke din, dewleta salê wê di serê wî da be. Lê eger para Xudayê malê bikeve, wê salê bela û qeza wê ji wê malê dûr bin û eger para Memê Şivanê, Gavanê Zerzan an jî Xeta cot bikeve, wê salê gorî wan wê debar, hasilet û rez pir bin. Hetanî berî çend deh salan jî kurdên êzdî nizanibûn, ku ew cejna “Newrozê” ye. Paşê, gava dengê kurd û Kurdistanê kete guhên me jî û me derheqa “Newrozê” da bihîst, me texmîn kir, ku… Kiloçê serê salê ew ya sersalê ye, sersal jî sala nû ye, sala nû jî roja nû ye, roja nû jî nûroj e, nûroj jî “Newroz” e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Bêlla Stûrkî

Unîvêrsîtêya Tbîlîsî ye Dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî, beşa fîlolojîayê temam kirye // Endama serwêrtya navenda candê û perwerdeyê "Mala êzdyan" li Gurcistanê // Berpirsyara û bêjera radyoya Ronkayî ya Weşana radyotêlêvîzyona civakî ya Gurcistanê. Berpirsyara û bêjera întêrnêtradyoya Ria taza.

Qeydên dişibine hev