Hevpeyvîna bi rahmetiyê apê min Arifê Xelîl-Açlan ra

Hevpeyvîna bi rahmetiyê apê min Arifê Xelîl-Açlan ra

Hevpeyvîn: Kemal Tolan, êzdînas

 

Apo nav û paşnavê we çiye, hûn li kurê û kengî çêbûne? 

Navê min Arifê Xelîl (Açlan) e. Ez di sala 1922 de li gundê Zercil, yê di nav herêma Batmanê de ye, ji diya xwe Sêvê ya qîza Elî û bavê xwe Xelîlê kurê Emer re çêbûme.

 

Apo Arif hûn dikarin bahs bikin, ka mala we li kîjan gundan maye û hûn ji kîjan gundî hatibûne Zercilê? 

Tiştê ku min ji apê xwe Mamedê Temo û mezinên xwe bihîstiye, berî ku ez ji dê û bavê xwe ra çêbivim, mala me pêşîn li gundê Şimzê bûye. Şimiz jî gelek caran hatiye wêrankirin. Gorî gotinan, berî ku rahmetiyê bavê min Xelîl, ji bavê xwe Temo û diya xwe Gozê ya qîza apê min Qaso ra çêbive, mala me hingê jî li gundê Şimzê bûye. Gava Şimiz şewitandine, mala me barkiriye çûye gundê Sinê û bavê min Xelîl li gundê Sinê hatiye dinya yê. Bavê min digot, me li Sinê milêbaya mala şêx Burhan –bavê şêx Hevzî– kiriye. Vêca ji gundê Sinê jî derketine, diçine gundê Baxçeçikê, yê li ser herêma Amedê ye û ji wirê jî hatibûye Zercilê. Gava kalikê min Emer çûye ber dilovaniya Xwedê, apê min Mamedê Temo diçe diya min Sevê ji gundê Bazîwanê, ji bavê wê Elî yê Dermo ji bo bavê min dixwaze û wê tîne. Diya min û bavê min li gundê Zercilê zewicîne.

 

Apo Arif, Xwedanê we kî ye, hûn ji kîjan eşîr, malbet, binemalan Êzîdiyan e? 

-Em mirîdîn û Xwedanê me Nasirdîn e. Gorî min ji mezinê xwe dibihîst, ewan digot, eşîra me Xendeqî û ji binemala Erebê ne.

 

Apo hûn dikarin ji me ra rêz bikin, ka emê çewa bikaribin xwe bigihînin binemala Ereb? 

-Ez 1-Arif kurê 2-Xelîl, 3-Emer (birê Mamede), 4-Temo (û Qaso birê hevin), 5-Hiseyn, 6-Elî, 7-Îskan (Bapîrê Şemdîne), 8-Silêman? Ez van dizanim.

Weke min got, Ereb û Bekir birayê hev bûne. Mala rahmetiyê Mîrzayê Kalo ji Bekir, mala Elîyê Hezo û ya me Mamedê Temo ji Ereb in.

 

Apo Arif, hûn dizanin çend bavik di nava eşîra Xendeqanî yê de hebûn? 

-Tiştê ku min dît û ji rûspiyên xwe bihîstiye, 7 bavik di nav eşîra Xendeqanîyê de hebûn.

 

Apo Arif, hûn dikarin hinekî bahsa neheqîya ku serokeşîrên hingê li we Êzdiyan dikirin, bikin? 

-Belê Emînê Ahmed, yê ku di wî wextê, ku hinga ez 10-12 salî bûm, çete reîsê dewletê hat bi ser gundê me Şimzê de girt û gote rûspîyên me yên hingê, divê hûn jî bi min ra werin, emê bavêjine ser Xelîlê Simê, yê ku hingê hêja nedixwast teslîmî dewletê bive. Rûspîyên gundê Şimzê gotine Emîn, wele em ne li Xelîl dixin û ne jî dibine hevalê te.

Elikiyan (Dîbo, Remo û Sîno – van her sê bavik in) jî ax û ava Êzdiyan tev bi zorê zept kiribûn.

Me Xendeqiyan û gelek Êzdiyan jî, di navbêna şerê serokeşîrê mala Dîbo (Xelîlê Simê) û Rema (Emînê Ahmed) de gelek eziyet dikişand. Me ji ber zilma dînî nikarîbû herin pêdivîyen nav mala ji xwe ra bînin.

Mînak:

Di rojeke meha gulanê de, ez û rahmetiyê Eliyê bavê te, li quntara çiyayê me, yê ku li hemberî gundê Şimzê ye, li ber gelek ga û gamêşên mala bavê min Mamedê Temo bûn. Dewarên me ketibûne nava daviyan diçêriyan û em jî di nav deviyan de, li hêlînên çivîk û kewan digeriyan. Me hew dît sê eşqiyayên bi tiving ji nav deviyan derketin û gotine me, kuro ev dewarên kîderê ne? – Me jî got, em ji Şimzê ne. De di wî wextî de dinya mij bû. Ew ji ber çavên me hinda bûn û me dû re dewarên xwe dahne hevûdinê. Me dît ku dû cohnagayên me kêm in. Em li wan deran geriyan û me cohnagayên xwe nedîtin.

Gava me dewarên xwe anîne malê, ez giriyam. Bavê min Mamed got lawo, çima tû digirî?

Min got, bi Xwedê sê eşqiya hatine ba me û cohnagayên me dizîne.

Bavê min Mamed nîşanên zilaman ji me pirsî û gava me nîşanên eşqiyan jê ra got, ewî di pey nîşankirina me ra got temam, ez dizanim êdî ew kî ne.

Dû re gote bavê min Xelîl, de tû û Arif bi min ra werin. Em çûne gundê Keverzoya Xwarîn, mala Emînê Ahmed. Gava em li odê rûniştin û pêve, Emînê Ahmed hat çû ser û ruyên bavê min Mamed (jixwe berê, ewî û bavê min Mamed li gundê Bazbûtê hev dîtibûn û hevûdinê nas kiribûn) û got: Xalo keremeke, li we xêr e hûn hatine çi?

Bavê min Mamed go: -Emîn axa, îro sê zilam hatine ba zarokên me û dûre cohnagayên me hinda bûne. Li goriya nîşanên ku zarok ji min ra got û ku ew bi aliyê Balaka ve hatine, ez texmîn dikim ku ev zilamên te bin. Ez lewma jî hatine ba te, tû jî bikarîbî ji zilamên xwe bipirsî, wê baş be.

Camêr Emînê Ahmed got, başe xalo hûn herine malê, ezê dûre bersivekê bidime te.

 

Vêca, de ka ezê çend mînakan jî ji zordestiya serokeşîrê mala Dîbo bêjim: 

Baş têye bîra min, rojekê hinek xulamên serokeşîrê mala Dîbo, hingê mala wî li gundê Zêwikê de bû, têne pêşiya şivanê gundê Şimzê û bi zorê 42 pezên (berindîr) bavê min Mamed û Hesenê Gulê ji şivan distînin û diçin. Gava bavê min Mamed û Hesenê Gulê li pey şopa pez ketin, şop birine nava gundê Zêwikê. Êdî diçin dêjine serokeşîrê mala Dîbo, heyran çima hûn vê zilmê li me dikin? – Serokeşîrê mala Dîbo dêje wan, ez bawer nakim ku xulamên min ev pezê we anîbin û belkî hinekan xwastiye fesadiyê bixine nava min û we. De hûn niha herine mala xwe, gava min hiseyiyek ji pezê hilanî, ezê bişînime pey we û emê hingê li ser vî talanê we xeber bidin.

 

Dû heftî ketine vê navê, bavê min Mamed çû gote Eliyê Qelo, hingê serokrûspiyê Şimzê bû, ka tu vêcarê bi min re were, ez û tê herine cem serokeşîrê mala Dîbo. Gava bavê min Mamed û Eliyê Qelo diçine balê, serokeşîrê mala Dîbo dêje wan, bi Xwedê hûn rast dibêjin, xulamê min pezê we anîne, li hevûdinê parevekirine û xwarine. Vêca ez nizanim, ka ezê çi bikim ji wan û ez nikarim heqê vî 42 berindîrê we bidim we.

 

Di pey vê carê de jî, dîsa hinek mahkumên serokeşîrê mala Dîbo, bi şevê hatine pişta gundê Şimzê û di navbêna gundê Zêwikê de, şivanên me girêdan û keriyek pezê me birin. Me Şimziya nikarîbû tiştekî jî ji wan mahkumên serokeşîrê mala Dîbo bikin anjî bistînin.

 

Wekî dinê rûspiyên me, yên beriya min jî timî digotin, serokeşîrên Bisilmanan gelek ax û ava Êzdiyan bi zorê zept kirine. Her weha serokeşîrên Kurdên bisilman, gelek jinên Êzdiyan jî bi darê zorê revandine û bi wan re zewicîne.

 

Mînak:

Ez dizanim ku mala Dîbo du xaltikên min, yên bi navê Gulê û Berfo û qîzên kalikê min Eliyê Dermo bûn, ji nav panga kayê bi zorê derxistin û ji gundê Şahsmê birine.

 

Apo Arif, we wekî dinê bihîstiye ku kurdên Bisilman jinên Êzdiyan bi darê zorê revandine û ji xwe ra birine?

-De ka ezê buyera jina Êzdî, ya ku ji nav destên min bi zorê birine ji te ra bêjim.

 

Rojekê gava ez li Batmanê çûme ber serwîsa ku ji Batmanê dihere gundê Şimzê siwar bivim, min dît Bişarê Nasir (Êzdiyekî ji gundê Dûşayê) û keça xwe jî hatin di nav serwîsê de û li kêleka min rûniştin. Di pey wan ra hinek musilman jî hatin, dane selawata û gotin, kî ji we peya bive, ewî musilman e û yê ku peya jî nebe ewî Êzdî ye. Evan Êzdiyan xîreta me ji me sitandine. Gava em peya ne bûn, êrîşi ser me kirin û tevan li me xistin. Ez ketime bin lingên wan musulmanên cînarê me, yên ku me wan berê baş nas dikirin. Min gote wan musulmanên naskiriyên me, ne hûn me nas dikin, çima hûn şadetiyê ji me ra nakin û me naparêzin? Ewan jî got, Xwedê kirîv xîreta musulmantîyê ye û em ji we ra şadetîyê nakin. Keçika Bişar ji nav lepên me, bi zorê derxistin û birin. Sofîyek jî dûre rabû ser xwe û got, we dîyanetê me tev herimand.

 

Apo Arif, tê bîra we rûspiyên we yê hingê, bahsa çi serpêhatiyên Ermeniyan dikirin? 

-Tiştê tê bîra min, bavê min Xelîl digot, di wextê fermana Ermeniyan de, rojekê bavê min Mamed gote min, Xelîl lao here wî hespê me, yê li ser mêrga binê gund (Şimzê) girêdaye, veke bîne malê. Gava bavê min Xelîl got, dema ez çûme nav dahlê, min bihîst ku xirte xirtek ji nav giyayê binê dara hijîrê tê. Ez li pey deng çûm, li nav giya rihênt, vahe jineke tazî ku giya li xwe pêçaye got, ez ketime ber bextê Tawisî Melekê te, tû herî sitarekê ji gund ji min ra bînî. Bavê min got, min fahm kir ku ev jineke Ermenî ye û ez çûme ba jinapa xwe Rindê û min buyer jê ra got. Dayê Rindê rabû destek kincê xwe anî, hat da jinika Ermenî û wê anî malê.

 

Mala bavê min Mamed ew hermet nêzîkî sê mehan di nav mala xwe de veşartin û wê xwedî kirin. Heya jinikê gote bavê min Mamed, ez hêvî dikim tû min bigihînî merivên min, yên li gundê Bolindê. Bavê min got, me ew hermet bir gihande mala Bayrem Beg, yê ku gelek Ermenî rizgar kiribûn. Dûra gava xweyên wê hermetê li Istenbolê dibihîzin ku keça wan bi saxîtî gihîştiye cem mala Bayrem Beg, ew tên wê dibine ba xwe.

 

Apo Arif, zimanê we yê zikmakî û hûn pê mezin bûne çi zimane? 

-Zimanê min î zikmakî û yê ku ez pê mezin bûme Kurmanicî ye. Jixwe heya ez, rahmetîyê bavê te Elî Tolan, Şêx Elî Ucan û Hesoyê Mecîd Arî di sala 1943 de ne çûne xizmeta leşkeriya Tirkiyê, me ji kurmancî pê ve bi tû zimanî nizanî bû.

 

De ka ez niha li virê vê bîranîna gava em herçar diçûn herin xizmeta leşkeriya tirkiyê bikin bibêjim: 

Em hingê ji Şimzê (Oğuz Köyü/Beşiri-Batman) bi linga çûne li Bismilê (80 km) tirênê siwar bûne. Gava em li îstasyona tirênê a Diyarbekirê, li tirênê siwarbûn, em çûne ruyê hevûdin û me xatir ji hev xwast pê ve, êdî me heya çar salan hew hevûdinê dît.

Qudreta Xwedê, gava ez vegeriyam hatim li îstasyona tirênê a Awîskê hinga min û şêx Elî dîsa li wir hevûdinê dît, çûne ruyê hevûdinê. Êdî em ji Awîskê-ikiköprü/Beşiri (55 km) dîsa bi pîyan hatine Şimzê.

 

Vêca ez di wî wextê (ji 1943-1947) ku min xizmeta leşkeriya Tirkiyê kir, fêrî tirkî jî bûm. Gava ku fermandarê serleşker (Asubayî)an çelengî, rastî û paqijiya karê min yê li ber ambara leşkeriya li bajarê Aydînê dît got, wekî tu weha bi xîret û sadiqê karê xwe yî, ez dixwazim, êdî tû biçî xizmeta nav mal, jin û zarokên min bikî. Ji bo ku di derheqê Êzdîtiyê de kêmasiyên min çênebin, min ne xwast wê pêşniyariya wî bipejirînim. Heta ewî ez hingê tehdît jî kirim û got, eger tu bi ya min nekî, ezê te bişînime bajarê Adebazarê.

 

Apo Arif, di vê dema ku we xizmeta leşkeriya Tirkiyê dikir de, tu neheqîyek ji bo baweriya Êzdîtiyê li we dihate kirin? 

-Belê, mînak:

Carekê emirberekî kurdê Elewî, yê ji herêma Malatiya ji fermandarê serleşker (Ustegmen)ê min ra got, ku Arif serê heywanan jê ke, hûn goştê destkujê wî nexwin. Fermandar jê pirsî û got, çima em goştê destkujê Arif nexwin?

-Wî kurdê Elewî got, Arif î Yezîdî ye û ji …. tapmîş (bawer) dikin.

Rojek piştî vî gilîyî, fermandarê min û pîreka xwe hatine ba min û fermandar ji min pirsî:

Arif tu çi milet î û baweriya te çî ye?

-Min gotê, amirê min ez Êzdî me û em ji Emîn Cibrayîl bawer dikin.

Încar fermandarê min jî gote min, kalikê min jî Elewî bû û ewî ji min ra digot. Di wextê leşkerîya Osmanîyê û şerê cîhanê yekemîn de, ez sê salan haj ji mala Simayîl Beg û Meyan Xatûn a Êzdî hebûm. Ewan hingê gelekî alîkarî didane min, kirin ku ez bikaribim bême Îstenbolê. Êdî metirse û kî xeber an jî neqenciyekê bi te bike, were bêje min.

 

Apo Arif, hûn cara yekemîn di kîjan salê û çend caran hatine Almaniya yê? 

-Ez cara yekemîn di meha neha ya sala 1969 de hatime Almaniyayê. Ez dora mehekê şixwilîm pê ve, camêran rabûn giliyê min kirin. Weha 8 caran hatime û timî jî bi gilî min vedigerandine welat.

 

Apo Arif, ji hingava ku hûn cara dawîn di 1983 hatine Almanîyayê û heya niha, we çi zahmetî li Almaniyayê dîtine?

-Wellehî min ji hingê û heya niha, tu zahmetî ne dîtine. Almaniya ji me re baş e, lê ku em bi axa welatê xwe nesitrin, wê diyanetê me yê li ser vê axê rabe-hilê. Li welatê me, çiqas musulmanan zor û zahmetî li me dikirin jî, me dîsa dikaribû ji xwe ra xwedî derkevin.

 

Apo Arif, gelek sipas û Xwedê ji we razî be, ku we hewqas bûyer û serpêhatiyên xweş ji min ra gotin!

Ez jî dêjim, eferîn ji te ra lawo û rahma Xwedê li rahmetiyê bavê te be jî!…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev