Agit Işik û Muzîka wî

Agit Işik û Muzîka wî

Hevpeyvîn: Mela Mihyedîn

 

Wekî gelek kesan min Agît Işik bi strana wî ya bi navê “Kew Hêlûn” nasî. Paşî naskirina deng û awaza rîtmên wî kêfek xweş da  min. Rabûm û min guh da albuma wî ya pêşîn (Lorîna Sibê). Piştî albuma pêşîn albuma duduyan (Hez) derxist ew jî mîna albuma pêşîn pir serkeftî bû. Hemû starnên xwe di meqamek wisa de dibêje ku meriv qet ne ji deng û ne jî ji muzîka wî aciz dibe. Stranên wî bêhna merivan derdixe û dilê merivan xweş dike. Meriv bi dengê wî xweşhal dibe. Heger dilberek we hebe bi wê re li strana “Çîroka Wê Bayê” û strana “Germahî”yê guhdarî bikin. Lê ji bîr nekin gava we guh da van stran delala ber dilê xwe rakin dansê.

Me xwest em wî ji nêz ve nas bikin û bidin nasandin. Me pirsên xwe ji cenabî wî kir û wî jî bersiv dan pirsên me.

 

Tu ji me re dikare hebekî qala jîyana xwe bikî? Agit Işik kî ye?

Sê-çar sal in li Stenbolê dijîm. Piştî ji mamostetîyê hatim qewirandin hatim Stenbolê. Ji bo çêkirina albûma xwe ya duyemîn hatim vir, bi hevalên xwe  yê muzîsyenan re carna konseran çê dikim.

Jîyana min berê jî li Batmanê (Êlih) bû, çend salan li wir mam. Li wir jî giş li ser muzîkê dixebitîm. Yekî di halê xwe de me, ji xwe re diçim û têm.

 

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?

Li dibistanê mamosteyan di dersê de ji min stran dixwestin, belê ev tiştê klîşe hatîye serê min jî!. Min ev yek tiştekî ji rêzê didît, min nedizanî ku qabilîyetek li derveyî dibistanê jî bikêr tê ye!. Di dema lîseyê de min guhê xwe da dengbêjan û li ser wan hêdî hêdî hûrbûm.

Di taxa me de dengbêj hebûn li dawîya daweta bi devkî govendê digerandin û ev dîmen têsîrek mezin li min dikir. Piştre min û çend hevalên xwe me hewl da em vê kevneşopîyê bidomînin, me komek bo vê karê ava kir lê me nav li koma xwe nekir 🙂 . Me repertuarek çêkir da em li daweta taxê wana bêjin. Me ji komê muzîkê re digot: “Hûn bisekinin, em ê hinekî bêjin paşî hûn ê dewam bikin”, me dest pê dikir û girseya guhdarvanan geş dibû. Ji dawetên normal girse mezintir dibû. Wisa wisa min got: “Ev tişt bawerke bi min dibe”.

Me nedixwest em herin qehwexaneyan, me ji xwe re xanîyek kirê kiribû û em li hev dicivîyan. Me qeset dikirîn û me li wan qesetan guhdarî dikir. Em çar heb heval bûn, ji bo vê helwesta min ji min re digotin “Derwêş”. Belê min hevalên xwe şaşkir niha min go “Derwêş”î bi min nabe ji wê helwestê zêde zêde dûr im!

Dema çûme zanîngehê hêdî hêdî fêrî terzên nû yên muzîkê bûm. Ev yek terza min jî guhert. Min dest bi lêdana gîtarê kir. Lê pêşîya gîtarê saz û bilûr û erbana hebû li dora me. Me ewqas xwe li stranên gelêrî germ kiribû :).

Wisa wisa, tev li ser hev civîyan, stran jî civîjan û evîna muzîkê xurttir bû. Piştre min got ez ê vî karî bikim û sazî û komela de min cîh girt. Piştre di sala 2014an de me albûma “Lorîna Sibê” bi awayeke profesyonelî derxist. Ji ew roj û vir de karê min ê sereke mûzîk e.

 

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Muzîk ji bo min babetek xwe naskirinê ye. Ez dixwazim tiştên di nava min de diqewimin bînim ziman û parve bikim. dixwazim hestên xwe wekî bi awayekî şênber bibînim. Di jîyana min de muzîk tunebaya dêrûnîya min jî wê pir saxlem nebûya. Hinek hevalên min jî berevajî li vê mijarê dinêrin dibêjin; ne mûzîk bûya wê hal û hewalê te çêtir bûya!!.

 

Dema te biryar da tu yê albuma xwe derxî ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di derxistina albuman de ji te re bûne alîkar?

Malbata min li dijî vê tiştê nîn bû, ne tenê di muzîkê de heta niha tu astengî ji min re nekirin. Lê wekî hemû dê û bavan şîret dikirin û dixwestin di karê ku pere dikê de bixebitim. Astengî dernedixisitin lê alîkarî jî nedidan. Li gorî fêm dikim ne bi dilê wan e. Digotin pêşî maaşê xwe bistîne û bila berîka te tije be paşî tu çi bixwazî bikî bike. Lê dîsa jî ez ya xwe dikim. Ew jî tiştekî nabêjin dizanin ku serhişk im. 🙂

 

Navê albuma pêşî te danîye“Lorîna Sibê”. Meseleya vî navî ji ku derê tê?

Helbest ya Jana Seyda ye. Navê helbestê “Çavên Te Kor in Xwedêyo!”. Mesele li ser serpêhatîya Cuneyt Ertûşî yê Gewerî ye. Ji alîyê polîsan ve milê wî hatibû şikandin. Muzîk ya Dr. Ahmet Kaya ye. Di helbestê deleheng bangî dîya xwe dike dibê: “Bibore ez ê vê sibê, nanê germ ji te re nekirim” ev yek têsîrek mezin li min kir û me biryar da em têxin albûmê. Hin helbest hene bi henûnîya xwe têsîr û hesta hêmayê zêdetir qewî dikin. Ev helbest jî helbestek bi vî rengî ye.

 

Albuma te ya pêşî bi etîketa Kom Muzîkê derket lê ji bo albuma nû te bi tu prodeksîyonan re li hev nekir. Bi şexsî te karê albuma xwe ya nû kir. Tenêbûn ne zehmet e?

Qeydkirina albumê bi aborîyê ve girêdayî yelewma tenêbûn zehmet e. Tiştê ez dibînim prodeksîyonên mezin û yên biçûk jî ger fêdeyek nebînin (navdar nîn be) qet alîkarîyê nadin hunermendan.Prodeksîyon jî ji hin alozîya derbas dibin û heqê wan jî heye pêşeroja xwe bifikirin û li gorî wê tevbigerin lê wexta meriv li hev rûnişt divê meriv bi hev re tiştekî çê bike û pîvan jî divê tenê hunera te be lê xwe naxin bin wê barê.Min jî xwest bi helwesta xwe bertekê nîşanî bidim û bal bikişînim ser vê rewşê.Van pêla dawî giş hunermend jî ji ber vê yekê bi tena serê xwe dixebitin.

 

Di albuma te ya dawî de hemû stranên te wekî hev xweş in lê dîsa jî strana ku herî bêhtir guhdarî dikim “Çîroka Wê Bayê” ye. Em dizanin her stran xwedî çîrokek e. Gelo çîroka vê stranê çi ye?

Çîrokek taybet hebe jî nayê bîra min !.

Bi rastî çawa te go her stran xwedî çîrokek elê ne hewce ye ku ew çîrok di nav jîyana te qewimî be û bi ya min her stran di nav xwe de beşên spekulatîf dihewîne! Wa stran li wir e kî ji xwe re çi digire bila bigre. Bi demê re hest û helwest diguhere lê kêlî û dîmen dimînin lewma meriv dikare bêje çîroka me teva yek e navê wê jî “evîn”e!

 

Ji bo Bîranîna helbestvanê gewre Bro Omerî albuma “Peşk” derketibû û di vê albumê de cenabê te jî bi helbesta Omerî “Rojên Tarî” bi awayekî serkeftî strandibû. Di albuma nû de ji helbesta Berken Bereh û helbesta Arjîn Arî jî stran hene; heta navê albûma nû ji helbesta Arjîn Arî tê. Gelo têkilîyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye?

Di helbestê de muzîk tê pêşîya merivan. Yên ne muzîsyen bin, tenê xwendevanên helbesta bin ew jî muzîka di hundirê helbestê de hîs dikin loma ji wê helbestê hez dike. Têkilîyek xwezayî di nava wan de heye. Berîya strana Lorîna Sibê li ser helbestan nedixebitîm. Piştî vê stranê fikrê min yên li ser helbestê hat guhertin. Piştre ji bo muzîka di hundirê helbestê de bibînim li ser helbestê hûr bûm. Bêhtir ji helbestênBerken Bereh hez dikim. Bandora helbestên Berken Bereh li ser min zêde ne.

 

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Ji nava Kurdan her gav bala min li Ciwan Haco ye piştra Nîzamettîn Arîç nêrîna min a li ser mûzîkê guherandî ye.Her wiha Joan Baez,Bob Dylan û Mohsen Namjo dikarim bijmêrim.Guhê xwe tenê nadim terzekî, piştî bala min kişand û bi taybetî pê bihesim ku tiştek nû an ceribandinek hebe guhê xwe didimê.

 

Tu ji kîjan muzîsyenan wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çê kirine?

Ji Ciwan Haco pir hez dikim. Ciwan di ti albuman de xwe dubare nekirîye bandora wî ya li ser min jî ji ber vê ye.

 

Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e? Tu dixwazî bi kîjan hunermandan re bixebitî?

Min qet lîsteyek wisa çê nekirîye. Lê albuma Kamkars ya bi nav “Xak” min pir guhdarî kirîye; her du alîyên qesetê ji serî heta dawî min guhdarî dikir. Albuma Ciwan Haco “Sî û Sê Gule” jî pir keyfa min jêre tê û hê şêrîn e ber dilê min.

Pir dixwazim bi Ciwan Haco re bixebitim. Di konseran de jî heta stranek wî nebêjim dilê min rehet nabe 🙂

 

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Avakirina komê rehet e lê berdewamîya wê zehmet e. Ne tenê nav Kurda tu dibînî li derva jî giş kom bi demê re belav dibin, tê xuya ev tiştekî normal e. Fikrên mirovan diguherê û piştî demekê li hev nakin. Carna jî hin kom hene nav wek xwe dimîne lê endamên wê diguherin. Gelek caran jî kom hildiweşin û endamên komê bi tena serê xwe dixebitin û karên xwe dikin. Taybetmendîyên komên muzîkên Kurdan jî ev bû ku bi awayek kollektîfî dixebitîn ji ber vê yekê jî wêneyê xwe jî li ser bergê albumê nediweşandin û navê xwe jî li ser stranan eşkere nedikirin; hertişt malê komê bû. Ev yek jî ji îdeolojîya hunermendan rihîyeta kollektivîzmê dihat. Bi ya min ji van sedeman û cûdabûna lêgerînên mûzîkê di vê demê de kom belav dibin. Êdî hunermend rêyek din dîtine bi awayê project tên ba hev û bi hev re dixebitin gava projeya wan qedîya derbasî projectên din dibin.

 

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Muzîk di heman demê de wê hestê dide meriv û bi rehetî hestên mirovan diguherîne. Xurtbûna muzîkê ji wir tê.

 

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka Kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjênên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Populerîzm wek nexweşîyek e. Insanê bi populerîyê rabe û rûne nikare tiştekî din bike û derd û kulê wan dibe zêdekirina guhdarvana. Li pey gotina “Dengê Kurdan xweş e” diçin.Bi rastî yên tu behsa wan dikî dengê xweş jî hene nav wan de lê bazara wan a bi mûzîkê re nexweş eû ji xwe mûzîk jî zêde xema wan nîn e.

 

Herkes dikare staranan bêje û bibe hunermend?

Belê helbet herkes dikare strana bêje lê hunermendî tiştek dîye û biryara wî jî kes nikare bide bi demê re rûdinê bawerke. Carna hîn rastî dengên xweş têm meriv dibêje hema bila ew deng li dinyayê hebe û bila tiştekî din tune be lêpîvana başbûnê ne hejmara guhdarkirinê û ne jî ya dengê xweş e.

 

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Na, teqez na. Yên herî navdar jî nikarin.

 

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Divê sazîyên ser muzîkê bên avakirin, platformên ji bo hunermendan bê raxistin. Akademîya muzîkê  pêdivîyek mezin e. Tiştên wisa pisporî lazim in.

 

Pêşerojê em dikarin li stranên te yên akustîkî guhdarî bikin. Projeyeke te wisa heye?

Li ser înternetê çend qeydên me hene û carna tevlî bernameyên akûstîk jî dibim. Pêşeroje îhtîmal heye lê hîn li ser neşixulîme. Strana xwe ya pêşî “Kew Hêlûn” bi terza akustîkî min qeyd kiribû.

 

Ji bo guhdarîkirinê:

Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCEPFcjgLSPvBNmn7vV3m8kQ

Spotify: https://open.spotify.com/artist/36Y6NXON4fjRnCP5hK0gNY

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev