Hejmara 49 ya Le Monde diplomatique kurdî derket !!!

Hejmara 49 ya Le Monde diplomatique kurdî derket !!!

Yado Ciwan

 

Rojnameya mehane Le Monde diplomatique kurdî, ku ev demek bû navber dabû weşana xwe, bi hejmara 49ê ji xwendevanên kurdî re carek din dibêje ‘merheba’. Di rojnameya ku ji %80 ji gotar û analîzên LMd ya fransî pêk tê de, 3 nivîsên redaksîyona kurdî jî hene: Gotara İsmail Beşikçi ya bi serenavê ”Têkilîyên kêşeyî yên di navbera kurdan de”, ya Recep Maraşli; ”Efsaneya Kawa wekî fîgura propagandayeke sîyasî” û ya Sedat Ulugana; ”Pêwendîyeke li ser bêbawerîyê; Di dîroka nêzîk de têkilîyên rûs û kurdan”.

Herweha nameyên ku Selahattin Demirtaş, Osman Kavala û Ahmet Altan, di 13. salvegera qetilkirina Hrant Dink de ji bo bîranîna wî nivîsandibûn têde cîh digirin. Di rûpela çand û hunerê de vê mehê danasînên çapa fransî ya pirtûka Selahattin Demirtaş a bi navê ‘Devran’ û pirtûkên din yên kurdî hene.

Rojnameya ku wê bi weşana dîjîtal xizmetê bide xwendevanên kurdî, dê di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de derbikeve. Navên ku di kunyeya rojnameyê de jî cîh digirin wiha ne: Birêveberê Giştî: Murat Satik, Koordînatorê Weşanê: Yado Ciwan, Redaksîyon: Mahmûd Lewendî û Nedîm Baran, Berpirsê Hunerî: Hasan Hüseyin Deveci, Dîzayner: Fabio Biasio, Web Developer: Yekta IT.

LMd-kurdî, wê du mehên destpêkê, ango adar û nîsanê ji hemû kesî re vekirî be. Lê ji meha gulanê û wêdetir, dê tenê abone bikaribin jê sûd werbigirin.

Di rojnameya ku di vê hejmara xwe de bi tabloyên wênesaz Mehmet Kapçak hatî xemilandin de, çend nivîsên balkêş yên LMd ya fransî jî wiha ne:

 

Serge Halimi: Brexit, erê lê ji bo çi?
Sonia Shah: Çima koronavîrus Covid-19 derket holê?
Julie Hollar: Medyayên li dijî Bernie Sanders şer dikin
Renaud Lambert: Li Amerîka Latînî rastgirîya bêzar
Sébastien Broca: Dijîtal bi komirê dixebite
Patrick Coupechoux: Di psîkîyatrîyê de, dema odeyên tecrîdê
Jean-Arnault Dérens û Laurent Geslin: Li Sirbistanê desthilata Aleksandar Vučić ya ku nikare bê bidawîkirin.

 

Di serdema nû de, dê hewil bê dayîn ku hin gotar bi deng bêne xwendin û pêşkêşî xwendevanan bêne kirin. Xwendevan, dê bikaribin bi rêya malperên medyaya civakî jî rojnameyê bişopînin: 

Facebook: Le Monde diplomatique kurdî
Twitter: @Diplo_Kurdi
Instagram: diplo_kurdi
Web: 
www.diplo-kurdi.com
E-Mail: info@diplo-kurdi.com

 

LMd-kurdî, herweha amadekarî dike ku kovara du mehî ya Manier de Voir ku hejmara xwe ya dawî bi tevahî ji bo tekoşîna sedsala dawî ya kurdan veqetandibû, di meha nîsanê de bi kurdî çap bike.

 

Birêveberîya LMd-kurdî 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev