NEWROZ

NEWROZ

Cejina netewî li gelê me pîroz be!

Gird Elî, serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed

 

Di salên zilma Romê de bû. Di wan salan de hemî tiştên bi navê kurd û kurdayetî qedexe bûn. Her kes li sitara xwe digeriya, xwe ji navekî welê bidûr dixist. Nav û dengekî welê fena agirekî sor bû, bi mal û bedena meriv diket, ocaxê merivan ditefand. Em bi zimanekî diaxêvîn ku me newêrîbû nav lê bikira, cil û bergên me qedexe bûn û cejnên xwe me ji bîr kiribûn.

Destpêka biharê ji mehan ya Adarê bû. Wê êvarê, bavo dereng hatibû malê. Dayê şîva me danîbû û hiştibû em bêyî bavo bixwun, da zû rakevin ji bo ku sibê zû jî biçin dibistanê. Lê xewa me nehatibû û me xwe li hêvîya wî hiştibû. Ber bi eşayê derî vebû bû û me bi esehî zanîbû ku bavo ye. Dema ket hundurû, bilez çûbû serşokê. Gelek caran me xwe pê ve digihand û bi misînî av li destên wî dikir. Dayê hertim misînê avê li ser agirê tifikê germ dihişt.

Vê carê dayê nehiştibû kesek ji me rahêje misînî, wê misîn ji ser êgir hildabû û hinek ji ava sar lê zêde kiribû û çûbû cem bavo. Lê ez jî gel çûbûm. Dema min ser û rûwên bavo li ber lempeyê dîtin kenê min hatibû. Mîna qirdikekî xwe tenî kiribû. Por û simbêlê wî jî tev kizirîbûn, bîhna şewatê jê dihat. Wa xuyabû bi hêrs bû û di ber xwe de gotin bilêv dikirin. Di rewşên welê de me dizanîbû ku em divê pirsan jê nekin. Li me jî hêrs dibû û carnan sileyek-dudo di me werdikirin.

Serê xwe erebkî şûşt û bilez min destmalek jê re hanîbû, ser û çavên xwe zuwa kiribûn û hatibû ser sufreya xwe rûniştibû.
Bala min lê bû, dema şîva xwe dixwar bêhedan bû. Her serê carê jî serê xwe bilind dikir di pacê re li qelaçê hêla ziyaretê dinerî. Di wê nawbênê re xweng û birayê min yê mezin jî hatibûn ber pacê û li bapîra min qêrîyabûn, gotibûn:

– Pîrê, wa ye dîsan ewlîya hatine seredana Pîr-Kemalî.
Lewra, her cara ku bi şevê, şewqek li hêla ziyareta me (Pîr-Kemal) xuyanî dibû. Pîrika min digot:  ”Ewlîya hatine Pîr-Kemal ziyaret dikin!”

Lê agirê vê şevê gur bû, ne fena yê fanosekê an çirayeke çilmisî bû. Û dema meriv bala xwe didayê jî li jora ziyaretê li ser Zinarê Mêşê bû. Her ku şev diçû jî rivîna wî bilindtir, şewqa wî zêdetir dibû. Di wê nawbênê re bavo jî şîva xwe qedandibû, hatibû ber pacê rûniştibû û li hêla agir bi bişirîn temaşe dikir. Em her pênc xwîşk û bira hatibûn lê kom bûbûn, da wekî her car ji me re meselokekê an çîrokekê beriya xewê bibêjî.

Bavo: – Ev çîroka me ye:
Di dem û dewraneke kevnare de, dîsan li vî welatî ku bav û bapîrên me kurdan, lê dijiyan, keyek hebû, navê wî Dehaq (an jî Ezdîhak) bû. Dehaq, keyekî pir zalim bû. Ordîyeke mezin ji diz û celadan çêkiribû û wekî xwe zalim û bêûjdan perwerde kiribû. Çi bikirana serbest bûn. Welat kavil dikirin, xelk talan dikirin û kê dengê xwe bikira, an digirtin dixistin zindanê an jî serên wan jêdikirin. Li seraya xwe xezîneyên xwe dihejmartin û li gel jin û carîyên xwe di zewq û sefayê de bû.

Bi vê jî qîma xwe nedihanî, dixwest sînorên xwe firehtir bike, hin xelk û deverin din jî bike bin hikmê xwe. Lê şevekê xewneke naxoş dibîne û ji xewê vediciniqe. Dibîne ku di ser milên wî de du birîn derketine û ji birînan du zihayên maran derçûne û hema ku xwe dilivîne êş û janeke dijwar bi laşê wî dixin. Hema wê gavê gazî hekîm û sihirbazên xwe dike, wan li qesrê dicivîne û dixwaze ku zû zûka jê re çare û dermanekî peyda bikin an na dê serê wan bifirîne.

Hemû hekîm û efsûnkar civîyan, şêwr û maşêwr danîn tu çare û dermanek ku zanibin jê re nedîtin. Teva hiş û behîtmayî li hevedin temaşe kirin. Lê ku ji tirsa serê wan ba jî divabû dermanekî pêşniyar bikirana û lewra yekî got:

– Bawerim tenê mejîyê merivên genc dikane van ejderhan aş û aram bike!
Ev çare û pêşniyar maqûl dîtin, qe neba ê hinekî mefer û mohlet bida wan. Çûn ji Dehaq re gotin ku ew divê van ejderhayên ser milê xwe bi mejîyê xortan xwedan bike.

Dehaq wê gavê ferman da ku her roj mejiyên du xortan bînin, bikin xwarina ejderhayên ser milên wî. Bi vî awayî, her roj bi mêjiyên du ciwanên nûhatî, marên ser milên Dehaq dihatin têrkirin. Lê hin caran jî xort ji vê belayê dihatin xelaskirin.

Ciwanên ku dihatin xelaskirin li bajêr nediman, direviyan çiyan, di şikeftan de xwe vedişartin. Her ku dem dibuhurî jî çiyan bi mirovên reviyayî tijî dibûn. Jiyan di şikeftan de berdewam bû. Ava kanî, dar û ber û fêkiyên daristanê têra wan dikir, debara xwe pê dikirin.

Demeke dirêj derbas bû. Lê kulên ser milên Dehaq bi hev ve nekeliyan û ejderhayên wî ji mejîyên mirovan têr nebûn. Her ku diçû êşa wî dijwartir dibû. Vê yekê jî Dehaq hartir dikir û zilma wî zêdetir dibû. Xelk hemî ditirsiya û her kes li bendê bû ku dê kengî dora wan werê. Kesekî newêrîbû li hemberî wî derketa. Ji naçarî xelkê berê xwe dida çiyan û di şikeft û zinarên asê de ji xwe re li sitargehekê digerîyan. Lê demekê şûnde çiya û şikeft jî nema têra wan dikir û tê de hilnedihatin. Ji xwe li her derê sixurên wî hebûn û dizanîbû evên ku ji bajar û gundan direvin xwe li kûderê vedişêrin.

Ji binemaleke kurd yek bi navê Kawa hebû, hesinkar bû. Jê re Kawayê Hesinkar digotin. Ji hijdeh lawên wî tenê yek mabû, her hivdehên din bûbûn qurbana ejderhayên Dehaq. Êdî kêr gihabû hestî. Bi xofa ku lawê xwe yê dawîn jî ji dest here, Kawa dest bi xebatê kir. Meriv û dostên xwe ên pêbawer top kirin û ji wan re got ku ew dixwaze ji Dehaqê zalim azad be û qesta kuştina wî dike.

Pêşin kesî jê bawer nekir, lê Kawa plana xwe eşkere kir. Ji xwe, eger bi ser neketa dê ew jî li gel lawê xwe yê dawîn bihata kuştin. Lê ku bi ser keta û Dehaq bikuşta, dê derketa ser qesra wî û agirek vêxista û evîya dê nîşan û maneya dawîlêhatina zilma Dehaq ba. Bi vî hawî Kawa meriv û dostên xwe qanih kir, li hev kirin û dest bi hazirîya wê rojê kirin.

Zû, ne dereng, celadên ku rêya mala Kawa gelek caran pîvabûn, hatin dîsan li derîyê wî xistin, da lawê wî yê dawîn jî bibin û bikin qurbanî ji ejderhayên Dehaq re. Weke ku plan kiribû, Kawa ji paş derî li leşkerên Dehaq qêriya, got:

-Ev lawê min ê hijdehan û ê dawîn e, ji bo wefa û sedaqeta xwe nîşanî keyê xwe bikim, dixwazim bi xwe wî bînim û li hizûra cenabê wî, bikim qurbanî. Hûn herin, hema gavekê şûnde ez bi destê wî digrim û tînim.

Leşkerên ku ne li hêvîya bersivekê welê bûn, li beramber van gotinên Kawa behît mabûn. Lewra ku, her car bi darê kotekê derîyên xelkê dişkenandin, bi zorê bi çeplê zarokên wan digirtin û dibirin. Fikirîn ku dê kêfa Dehaqî ji van gotinan re were û dibe ku wan xelat jî bike, lewma ev gotinên Kawa gihandin guhê Dehaq.

Leşker di fikra xwe de rast bûn. Dehaq ji kêfan firiyabû, bostekê ji ser textê xwe bilind bûbû. Leşker xelat kiribûn û bêsebir li hêvîyê mabû da vî peyayê xwe ê wefadar bibîne û nas bike.

Bi dû ku leşker çûbûn Kawa jî dest pê bi hazirîya xwe kiribû, çakûçê xwe yê herî giran kir destê xwe û bi destê din jî yê lawê xwe girt û berê xwe da qesrê. Dema gihişt ber derîyê seraya Dehaq, leşkeran ew nas kiribû û dergah bêpirs jê re vekiribûn. Heta bi dîwana Dehaq û nêzî textê wî hatibû. Ne Dehaq û ne kesekî din şikek ji cidîyeta wî nekiribû.
Dehaq bi kêf ji ser textê xwe rabû û pesnê wefadarîya Kawa da, got:

– Bi rastî tu peyayekî bi sedaqet û fedakar î. Ev wefadarîya te ê bêguman bêxelat nemîne. Ez dê miheqeq te di ordîya xwe de bikim serdarekî pilebilind. Pêwistiya min bi qehremanê wekî te hene. Dehaq xwest ku ên li dîwanê hemî li dû wî bibêjin: bijî Kawa! Di vê nawbênê de jî baş nêzîkî Kawa bûbû. Kawa çakûçê xwe yê giran bilind kir, lê li şûna ku li lawê xwe xe di Dehaqê zalim de daweşand. Serê wî û herdu zihayên marên li ser milên wî bi yek derbê perçiqandibû, li erdê dirêj kiribû. Dema xizmetkar û leşkeran dîtin ku laşê Dehaq bêruh li erdê ket û taca serî gindirî, behît û bêdeng man. Gelek ji wan ji xwe jê aciz bûn û heman gavê qulipîn hatin hêla Kawa û ên mayî jî tirsa revîyan, dîwan terk kirin.

Kawa û lawê xwe derketin jor ser banê qesrê agirek dadan. Wexta meriv û dostên ku ji meselê haydar bûn, çav li agir ketin, fam kiribûn ku Kawa dawî li zilma Dehaq hanîye û ew kuştiye. Wan jî dest pê kir li cihên xwe agir vêxistin û hatin serayê da alîkarîya Kawa bikin. Dema ên li çiyê jî agirê azadîyê dîtin fam kirin ku Kawa bi ser ketiye û dawî li zordarîyê hatiye. Wan jî li ser serê çiyan agirê azadiyê pêxistin. Êdî wê êvarê li hemî aliyên welêt agir hatin dadan. Xelk ji şikeft û sitargehên çiyê daket, li bajar û gundên xwe vegerîyan. Û destpêka jiyaneke nuh û azad pîroz kirin. Navê wê rojê jî kirin Newroz, ango Roja nû. 21ê Adarê bû, ew roj kirin cejn. Hemî kes wê rojê bi cilên xweşik û rengareng bi xwarinên xweş ji malan derdikevin der, li meydan û mêrgan kêf û şahiyê dikin. Ev cejna me î herî pîroz e.

Wê şevê xewnên me bi zihayên maran û ejderhan tijî bûn.
Paşê gelek salan çaxê biharê, di 20 ê Adarê de êvaran misîn di dest min de li hêvîya bavo dimam. Car car jî min li hêla Pîr-Kemal li agirê Newrozê dinerî ku texmin bikira kengî ê bavo bigihêje malê.

Sal bihurîn, ez mehkûm bûm û paşê jî koçber bûm. Bavo jî çû ser dilovanîya xwe. Êdî nema dizanim li cihê ku bavo agirê Newrozê lê dadida li jora Pîr-Kemal, ber bi Zinarê Mêşê ve, ka hineke din wî agirî vêdixin an ne.

Wêne: Yaqûb Kurmanc

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev