Newroza Rojhilatê welatê me pîroz be!

Newroza Rojhilatê welatê me pîroz be!

Yaqûb Kurmanc

 

Gundê Palenganê bûye sembol û navenda cejna Newrozê li Rojhilata Kurdistanê.
Xelkê Gundê Palenganê bi lixwekirina cilûbergên nû yên kurdî diçin pêşwaziya Newrozê.

Keç û xortên Palenganê bi hilgirtina meşxel û bizotan ber bi çiya û zinarên bilind ên gund ve diçin û bi sitran û awazên gelêrî gel ji hatina sala nû û lidarxistina cejna Newrozê agahdar dikin. Dûr re tên li ser banê malan govend û dîlan digirin û bi pêxistina agirê Newrozê cejna xwe bi çoş û xiroşeke mezin li dar dixin.

Keç û xortên ku meşxelan hildigirin tê wê wateyê ku wekheviya jin û mêran di merasimê de tê parastin.

Newroz li ba Kurdan bi pêxistina agirî dest pê dike.

Li gor hin riwayetan Newroz heman roja biserketina Kawayê Hesinkar li hemberî Dehak e ku meşxelekê digire destê xwe û diçe li ser lûtkeya çiyayê Zemawendê û bi vî awayî wê serketinê wek destpêkeke nû îlan dike.

Bi baweriya hinekan jî Newroz hêmayek ji Ayînê Zerdeşt e û bi mebesta jînbûna suruştê tê pîrozkirin.

 

Ji rêûresmên Newrozê û hatina sala nû mal şûştin, lixwekirina kincên nû yên kurdî, xwarin û vexwarinên kurdî, xelat dayîn, ziyaretkirina nas û dostan, ger û seyran e ku hê jî kurdên Rojhilat van edetan bicî tînin.

Mînak li devera Makûyê merasimeke bi navê ”Kose gerandin” tê lidarxistin. ”Kose gerandin” yek ji edetên kevnar e ku di 45ê zivistana her salî de bi şev tê lidarxistin û mizgîniya hatina biharê dide. Kose û jina xwe mal bi mal digerin û li gel wergirtina xelatan şahiyê jî bi rê dixin.

 

Di demên berê de Kose bi xemilandina xwe ya ecêb û seyr bala xelkê dikişand ser xwe. Wî bi hirîya mîhan xwe re simbêl çêdikir û bi serê xwe ve jî stirûyê ajalan dizeliqand û rûyê xwe tenî dikir û kincên perritî û gincir li xwe dikirin û bi lêxistina def û zirneyê şahî dikir û kilam digot û ew û jina xwe govend û dîlan digirtin.

Peyama Kose û jina wî ew bû divê destê hejar û feqîran bigirin û bila ew jî bikaribin ji bo xwe kincên nû bikirin û şa bibin û tu kes bila di sala nû de tu xemgîniyê nebîne.

Newroz li ba Kurdan vejîn e.
Jînbûn e.
Rizgarî ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev