Ronîkirinek ji malpera RIATAZA

Ronîkirinek ji malpera RIATAZA

Li Ermenîstanê kurd hene!

Beşek ji xwendevanên me ser wê bawerîyê ne, ku li Ermenîstanê kurd hema bêje nemane, kurdîtî nemaye. Bingehê van gotinan ji wê tê, ku rastîya meselê nizanin. Hinek kesan, di nav wan da çend ermenî jî, bi zanebûn û beşek jî bêy zanebûn li her deran bela kirin, ku li Ermenîstanê jimara kurdan kêmî hezar kesî ye, lê ya êzdîyan bi dehan hezar e. Lê ya rast ew e, ku dema behsa kurdan dikin, qesta wan tenê kurdên musulman in. Lê hezaran kesên bi dînê xwe va êzdî, ku xwe kurd dibînin, ji kurdan cuda dikirin û wek êzdî didane xuyakirin. Rast e, beşek ji wan êzdîyan xwe kurd nabîne, lê beşeke mezin berê jî, niha jî xwe kurd dibîne.

Îzbata ku li Ermenîstanê kurd gelek in ew e, ku li wir wek berê rojnameya kurdî Rya teze, radyoya kurdî, Yekîtîya nivîskarên kurd, kitêbên kurdî yên dersan, mamostayên zimanê kurdî hene, Şêwra Rewşenbîrên Kurd heye, Komîtêya bi navê “Kurdistan” heye, heta Parlamenterê kurd jî heye.

Me îro (24.03.2020) di malpera xwe da sê nivîsên ji Ermenîstanê çap kirin, ku di wan da him kurd hene, him kurdî heye, him kurdîtî heye, him jî kurdhizî heye. Yek helbesteke helbestvana me ya jêhatî Hinara Tajdîn e derheqa Newrozê da, yek nivîsa xwendkarekî zîrek Têngîz Sîabendî ye ser Kurmancîya Ermenîstanê, yek jî Pîrozbahîya serekê dewleta Ermenîstanê Nîkol Paşînyan e bona pîrozkirina cejina kurdên Komarê – Newrozê.

Fermo, seredana malpera me bikin û van nivîsên delal bixwînin: krd.riataza.com

Xerîte: Abdurrahman Önen

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Sîpanê Bavî

    Dem baş hemû karmendên Rê ya taze!

    Wek kurdekî, ez gelek dilşad im kî hwîn hêşta hene, kî ber xwe di din û dengê we xurit e.

    Her dilşad û serkeftî bin.
    Sîpanê Bavî jî Siwêd

    Ответить

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *