Derdekî me yê giran yê neteweyî: xweşîrînkirin an xwedanşîrînkirin

Derdekî me yê giran yê neteweyî: xweşîrînkirin an xwedanşîrînkirin

Şemsettin Işıklı

 

Xweşirînkirin hestekî sirûştî ye, piranî di zarok an jî di ewladan de heye li hember dê û babê xwe. Lê dûre jî dibe exlaq (xûy), dikeve nav mirovan. Ev xûy di her civakê de heye, lê di civakên bindest de dibe birîneke kûr, dibe bela serê civakê.

 

Di civaka me kurdan de jî, ji kevin ve ev nexweşî heye û aniha jî bi giranî didome. Çend awa an kategoriyên xweşirînkirinê hene. Yek; xweşirînkirineke bêriyane (mesûmane) heye û ev hinek erênî û sempatîk e. Didu; xweşîrînkirineke neyînî ye, zêdegavî ye, lê tenê zerar dide kesaniya xwe bi xwe. Însanên din zerar ji vê nabînin. Loma ev kategorî jî ne giring e ji bo civatê.

Ya ku ez ê li ser rawestim ev kategorî ye. Di civata me de, hindik jî be, hin însan li hember hêz an kesên ji Sîstema Serwer re an ji hêzên desthilatdar re hewl didin ku xwe bidin şîrînkirin ji bo ku tiştek bi dest bixin an jî giyanê xwe tetmîn bikin. Ev kesên wiha bi giştî ne xwedî kesanîyeke xurt in û ne ji xwe bawer in. Ji ber wê jî ji bo ku xwe bikarin şîrîn bikin li reşkirina kesên muxalifê sîstema heyî dixebitin. Êrîşî wan kesan dikin yên ku dijberî nîzama heyî ne.

 

Li ser vê ez dixwazim çîrokekê bêjim.

Di zemanê berê de li gundekî welatê me kurd û ermenî bi hev re jiyane. Li gund dêr jî hebûye û keşeyek jî hebûye. Rojekê li nav gund, li ber dîwarekî gundî civiyane ji xwe re xeber dane. Di wê navberê de keşeyê dêrê di ber civatê re derbas bûye û di rêya xwe de çûye. Di nav civatê de yekî gundî hebûye, ev kes tu eleqeya wî bi misilmaniyê neketiye, lê gava ku çavê wî bi keşe ketiye ji bo ku xwe di çavê civatê de şîrîn bike dest pê kiriye ji dînê keşe re dijûn daye û êrîşî wî kiriye. Keşîş jî li civatê nihêriye û gotiye; – Xwezika yê ku dijûn li dînê min dide misilman bûya! Wê demê dê min qet xem nexwaraya!

 

Îro di dema me de jî ev xweşîrînkirin bi giranî didome û wek nexweşiyekê bûye derdekî giran. Hin kes ji bo ku xwe ji desthilatdaran re şîrîn bikin êrîşî kesên serxwebûnxwaz dikin, wan sûcdar bikin. Di deftera van kesan de rexnekirin, pêşniyarkirin an niqaşkirin tune ye, tenê reşkirin an helwêsteke dijminane heye.

 

Divê ku hêzên serxwebûnxwaz hay ji van kesan hebin û xwe ji wan biparêzin.

 

(Di zarokatiya xwe de min ev çîroka keşe bihîstibû. Dûre min dît ku di zimanê tirkî de jî dixebitînin. Ez dibêjim dizîne.)

 

Wêne: Ji malpera Koma Zikbirçî, Tiral û Azadîxwazên Medya Civakî 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev