KELÊNÊN LAŞÊ MIROV

KELÊNÊN LAŞÊ MIROV

Kurê Reşîd

Kelên, valahî, kilor, boşayî an jî kortik (bi îngilîzî : cavity) navê malikên hundirê laş e ko mêvandariya endamên laş dike. Peyva valahî an jî boşayî ji boy tişt an jî cihên vala tê bikaranîn, lê bi eslê xwe kelênên laşê mirov ne cihên vala ne, bi endam û şaneyan tijî ne. Kelên endamên laş diparêze û cihê wan di nav laş de sabît dike. Kelên li gor hestiyên derdora wan an jî endamên nava wan tên navkirin. Di nav laşê mirov de du kelênên diyarkirî heye.

Kelêna piştê û kelêna pêşî du kelênên herî gir û herî fireh in di laşê mirov de. Ev herdu kelên jî kelênên hîn piçûktir lixwe digirin, loma em dikarin bibêjin ko di laşê mirov de pênc kelênên serekî heye.

 

Kelêna piştê

Kelêna piştê beşa kiloxekelênê lixwe digire. Kiloxekelên bi hestiyên kilox dorpêçî ye demax di nav kiloxekelên de cih digire.
Beşa duyema kelêna piştê, dirkekelên e. Dirkekelên di nav hestiyên birrbirre de cih digire. Dirkepetik di nav dirkekelênê de ye. Kiloxekelên û dirkekelên bi perdeyên mejî dapoşî ne.

 

Kelêna pêşî

Kelêna pêşî, singekelên, zikekelên û hewzekelênê lixwe digire. Kelêna pêşî firehbûn û tengbûna endaman hêsan dike. Wekî mînak; pişik, gede, kîsikê mîzê bi awayek serbest dikarin fireh bibin an jî teng bibin bê ko tu ziyan bigihîje endam û şaneyên der dora wan.

 

Singeklên bi hestiyên parsû dorgirtiye. Pişik, dil û soriçik di nav singekelênê de cih digirin. Herwiha singekelên, lûleyên xwînê û beşek ji koendama lîmfê jî lixwe digire.

Navpençik singekelênê ji zikekelênê cihê dike.

 

Pirraniya Zikekelênê jî wekî mîna singekelenê, bi hestiyên parsû dorpêçî ye. Gede, rûvî, kezeb, kîsikê zeravê, gûrçik, mîzkêş(cogên mîzê) û pankreas endamên nav zikekelênê ne. Rûyê zikekelênê bi perdeya perîtonê (bi îngilîzî: peritoneum) dapoşî ye.

 

Hewzekelên endamên zawzê(zayend), kîsîkê mîzê, û tortorikê li nav xwe digire.

 

* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin. 

https://ku.wikipedia.org/…/Kel%C3%AAn%C3%AAn_la%C5%9F%C3%AA…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev