Rojnameya kurdî ya here jîyandirêj 90 salî ye!

Rojnameya kurdî ya here  jîyandirêj 90 salî ye!

Sersala “Rya teze” pîroz be!

 

Têmûrê XELÎL, karmendê berê yê rojnameyê

 

Gava gotin tê ser rojnamegerîya kurdî, nizanim çima berî gişka kovara “Hewar”, rojnamên “Kurdistan” û “Rya teze” têne ber çavên min. Her yek ji wan serdestîke wan heye û rola wan di pêşketina rojnamevanîya kurdî da pir e. Lê ew nayê wê manê, ku kovar û rojnamên mayîn, xwesma yên bi zaravê soranî û dimilî, ji wan kêmtir in, an jî ber wan daduxin. Na! Haya min gelek li ser wan tune.

Û ji wana jî “Rya teze” ber dilê min diha ezîz e: 1) ji ber ku ew rojnama kurdî ya here jîyandirêj e li cihanê. 2) dengê kurdên Sovyetistanê bû (hetanî sala 1992) û niha jî dengê kurdên Ermenîstanê ye, yên ji welatê kal-bavan dûr. 3) ew bi tevayî 50 salan zêdetir ji alîyê dewletê, bi fermî ronahî didît (niha jî – serbixwe ye), ango resmî bû û organa Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîstîyê ya Ermenîstanê, parlamênt û hukumeta komarê bû. Yek ji çar rojnamên sereke bû li komarê. 4) ez 14 salan di rêdaksyona wê da xebitîme…

“Rya teze” ji sala 1930î, 25ê adarê da ronahî dibîne. Ew bi tîpên latînî bû, yên ku Erebê Şemo tevî Îsahak Marogûlov çê kiribûn. Lê çi mixabin, ku sala 1937an bi biryara Stalîn weşandina wê hate sekinandinê… hetanî sala 1955a. Wî çaxî Harûtyûn Mkirtçyanê ermenî, paşê jî Cerdoyê Gêncoyî kurd berpirsyarîya wê kiribûn. Ji roja ronahîdîtina hejmara wê ya pêşin 90 sal derbaz bûne, lê jîyandirêjîya wê 76 sal e.

Piştî mirina “bavê miletan” (ji Stalîn ra digotin) sala 1955an “Rya teze” dîsa hate weşandinê, lê vê carê bi tîpên kirîlî. Ew tîp Hecîyê Cindî yê nemir çê kiribûn. Berpirsyarê wê ji wê salê hetanî Perestroykayê, ango 34 salan, Mîroyê Esed bû. Ew ji hemû berpirsyarên rojname û kovarên Sovyetistana berê wek berpirsyar dirêjtir xebitî. Belkî hêja ye, ku navê wî bikeve nava “Pirtûka Guinnes ya rekora” jî, lê ne bi welatparêzîya xwe. Dereca nivîsarên rojnamê pir bilind bû, lê kurdîtîya wê nimiztir bû.

Çiqasî jî sîstêma sosyalîst “perda hesinî” çê kiribû û me nikaribû rojnama xwe da derd û kul, daxaz û armanc, hisret û hêvîyên xwe wek me dixwest raxin ber çavan (hinek ronakbîrên me yên tirsonek jî ser wê “perda hesinî” yeke din ji “polayê” çê kiribûn), alîkî va jî Stalîn miribû , lê Stalînîzm jîndar bû, hela kokbir ne bûbû, lê dîsa jî “Riya Teze” dengê kurdên Ermenîstanê, serbilindîya me bû. Qîmetê rojnama me yê herî bilind ew bû, ku carna jimara aboneyên me di salê da digihîşte 5 hezar kesan. Ew jî wî çaxî, ku li Yêrêvanê 8 hezar kurd diman, lê li Ermenîstanê bi tevayî – weke 60 hezara. Û nav û dengê rojnama me ewqasî bilind bû, ku navê wê di nava kataloga Sovyetistanê û ya navneteweyî da jî hebû. Ji ber wê jî aboneyên me ji komarên Sovyetistana berê û Awropayê jî hebûn. Û rojname bû bingeh, ku helbestvan, nivîskar, ulimdarên kurd peyda bin, gel bi kurdîtî mezin be û pêş va here.

Rast e, “Rya teze” ya hukumetê bû, sîyaseta wê û Sovyetê dimeşand, carna jî digotin, ku ew ne ya kurda ye, lê rojnama Ermenîstanê ye bi zimanê kurdî, dîsa jî herdem ji çar rûpelan bi kêmanî yek bin destê me da bû. Û me ew rûpel çiqas baş bi kar banîya – dîrok, çande, edebîyat û zimanê me jî wê ewqas baş pêş da biçûya. Û rojnama me hevtê du cara derdiket, ango mehê 8-10 rûpel kurdeyatî ne hindik bû. Lê wek gelek cîyan û gelek caran, bal me jî kurdîtî ne herdem ser her tiştî ra bû.

Di hêlekê va jî, welatên ku Kurdistan nav xwe da parevekirine, guhê xwe bel dikirin û çavên xwe zoq dikirin, bona nehêlin kurd ji çarçova tixûbên wan der jî, li welatekî mayîn, heqê xwe bistînin – ziman, çande û edebîyata xwe pêşda bibin. Ji ber wê jî karên radyoya me, rojnama “Rya teze”, beşên kurdzanîyê bûbûne kelemên çavên dijminan û neyaran, xwesma yên tirkan. Û pêşketina me ji xwe ra tehlûke didîtin.

Dewleta Tirkîyê gelek cara bi rêyên dîplomatîk hewl daye ku ev ocaxên kurda bêne berbendkirinê. Ji bo nimûnê, xebatkarê dîplomatîyê yê Sovyetistanê li Yêrêvanê Neymark di nama xwe ya ji bo wezareta karên der va ya Sovyet ra şandî da (05.04.1935) ev xet jî nivîsîne: “Mercîyên xwedî qerar yên Ermenîstanê bi himet serokatîya rojnama “Riya Teze” dikin. Rojname wisa miqate û bi tahamûl e, mirov dikare mihakeme bike ku konsûlên tirkan yên vê derê, nikaribûn tu qulpan jê ra bibînin. Wek tê zanîn, hemû hejmarên wê ji teref tercûmanên tirkan gelekî bi himet tên tercûme kirin” (Kovara Çira, hejmar 12, sal 1998, rûpel 11). Rûpela 12-an ya wê kovarê da tê gotinê, ku Neymark nameke xwe ya mayîn da (09.05.1935), ku ji serokê qismê 1-ê yê wezareta karên der va yê Sovyetistanê ra şandîye, awa nivîsîye: “Li gor agahdarîyên di destê min da, demek berê Aral û Yilmaz [•] di derheqê pirsa kurdî da raporek bi dizî hazir kirine. Li gor înformasyonên di destê me da, muhtewa vê raporê ev e: li Êrîvanê rojnama “Riya Teze” hebûna xwe berdewam dike. Hebûna wê li ser tixûbê Tirkîyê ji bo me tehdît e û îşareta dijminatîyê ye”. ([•]Aral û Yilmaz karbidestên dîplomatîk yên Tirkîyê bûn. Aral konsûlê Lênînakanê (niha Gumrîyê) bû, ku bajarê Ermenîstanê yê duda ye).

Tirkîye bin perda ku wê pêwandîyên dîplomatîk tevî Sovyetistanê bibire an serttir bike, bi destî şerletanîyan û zorlêkirinan gelek caran Sovyetê mecbûr kirîye, ku mafên ku dane kurda hilînin. Û wê derecê da gihîştîye hinek destanîna. Mesele, hukumeta Sovyetistanê biryarên nuh qebûl kir bona kêmkirina wan mafa. Ji sala 1935-a name û nivîsên merkeza kurdzanîyê yên bi der va ra dihatine kontrolkirinê. Ji rojnama “Rya teze” ra îdî bi resmî qedexe bû pirsên kurdên der va ra mijûl bibe, rêkirina rojnamê û pirtûkên dersan û yên edebî ji welêt der hate berbendkirinê.

Tevî van dijwarîyan û xêrnexwezîyan, bi tevayî em dikarin bêjin, ku me ji bo gelê xwe arşîveke dewlemend, kêrhatî hîştîye. Dimîne, ku lêkolîner û ronakbîrên kurda yên mayîn kurdewarîya wê rojnamê bikine hebûna kurd û Kurdistanê.

Ji bo agaha we zêde li ser “Rya teze” hebe, ez dixwazim we bidime hesandinê, ku bilî komplêktên wê, arşîva navbendî ya komara Ermenîstanê da hemû nivîsarên ji bo rojnamê hatine şandin (yên çapkirî jî, yên çapnekirî jî) têne parastinê. Gelo destxetên Erebê Şemo, Ebdula Goran, Hecîyê Cindî, Îsmet Şerîf Wanlî, Qanatê Kurdo, Hejar, Çerkezê Xudo, Margarîta Rûdênkoyê, Emînê Evdal, Ahmedê Mîrazî, Wezîrê Nadirî, Reşîd Kurd, Nadoyê Xudo û gelekên mayîn, bi seda name û wêneyên welatparêzên ji Kurdistanê û ji cîyên mayîn îro ji bo me ne tiberk û nivişt in? Ew matêryal xezîneke giranbuha ne ji bo kurdzana û hemû welatparêza.

Gava kovara kurdî ya delal “Hawar” destbi weşana xwe dike, çend hejmarên “Rya teze” û hinek pirtûkên kurdî yên li Yêrêvanê derketî ji wan ra tê şandin. Kovar hejmara xwe ya 8-an da (sala 1932-a) nivîsa Celadet Bedirxan (bi naznavê Herekol Azîzan) ser vê meselê çap dike. Em binihêrin çika li wir çi tê gotinê:

“Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye”.

Wê hejmarê da Celadet Bedirxan ji pirtûkeke ji Yêrêvanê şandî du helbest weşandine û dawîya nivîsa xwe da ha gotîye: “Ji bona îro me hevqas got, pêşdetir em dîsan ji Rêya-Teze behs bikin.

Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dawîyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek e ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin”.

Rast e, “Hawar”-ê bas ne kiriye (û rast jî kirîye), ku kê ew hejmarên “Rya teze” û pirtûkên kurdî ji Yêrêvanê ji wan ra şandine, lê em zanin ku ew Hecîyê Cindîyê nemir bûye û bona wê yekê dewletê ew girt, kire hebsê. Rast salekê ew zindana Stalînîyê da ma, lê kubar bû, ku bona wî karî li wir maye.

Bira haya we pê hebe, ku 50 salî zêdetir 10-12 xebatkarên rêdaksyona rojnamê her ro 8 seheta ser amadekirina her hejmareke wê kar kirine û bilî wê jî bi dehan nûçegîhan, nivîskar û zanyar bi nivîsarên xwe pêra hatibûn girêdan. Yek ji wan – Egîtê Sinco 43 salan ji rojnamê ra nivîsî. Û bi çi dijwarîyên nedîtî! Bi têknîka kevintirîn, her xeteke wê ser gulla qirqeşûnê rêz dibû, dikete sitûnê, dibû rûpel û paşê jî hejmar. Îcar emê çawa bextê xwe bişewitînin, heyra wî karî û wan camêran nîbin? Û ji bo karê baş sala 1980î, roja 50-salîya ronahîdîtina hejmara xwe ya pêşin da, rojname ji alîyê hukumeta Sovyetistanê da bi xelata “Nîşana hurmetê” va hate xelatkirinê. Piranîya xebatkarên wê, yên berê û niha, endamên Yekîtîya Rojnamevanên Ermenîstanê ne, lê yek ji wan endamê Yekîtîya Rojnamevanên Moskvayê ye.

Gava me berî çend salan 100-salîya rojnamegerîya kurdî bi heytehol da kivşê, min heyfa xwe pê anî, ku xebat û cêribandina “Rya teze” ji alîyê hema bêje hemû rojname û kovarên kurdî, yên piştî wê derketî, ne hatine bikaranînê. Bêy ku haya wan ji hev hebe, hatine weşandinê. Sebebên wê hene jî (wek, bi alfebayên cihê-cihê ronahî didîtin, sînorên Sovyetistanê ji bo her kesî vekirî nî bû), lê, wek kurdî dibêjin, yê ku dixweze – çare dibîne, yê ku naxweze – bahaneyan dibîne. Ew hevrakarkirin, danûsitandin û hajhevhebûn wê dereca rojnamevanîya kurdî hîn bilindtir bikirana. Lê niha ew problêm hatîye hildanê û kêmanîya berê dikare bi xebatên kêrhatî va bê tijekirinê. Xwesma, ku îro him sînor vekirîne, him jî arşîv.

Îro di rêdaksyona “Rya teze” da du kes kar dikin: berpirsyar Tîtalê Kerem û nûçagîhanê giştî Mirazê Cemal. Mêranîya ew dikin (bi meaşekî biçûk) hêjayî qîmetê bilind e.

Bilî navên jorgotî, îro em bi hurmetgirtin navê wan kesan bi bîr tînin, yên ku di salên cihê-cihê da li wir kar kirine: Mîroyê Esed, Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Tîtal Mûradov, Elîyê Ebdilrehman, Rizganê Recevî, Egîtê Xudo, Grîşayê Memê, Hesenê Qeşeng, Pirîskê Mihoyî, Yûrayê Şawo, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Hesenê Ûso, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Delala Memê, Porsora Serdar, Emerîkê Serdar, Gayanê Hovhannîsyan û ez.

Malî ava ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, ji Borîs û Mêlsîkê Mehmed, Gîno Lobaro û yên mayîn ra, ku sponsorîya rojnamê demeke dirêj hildane ser xwe û alîkarî kirin.

Bilî “Rya teze” li Sovyetistana berê ev rojname û kovar jî derketine: rojnamên “Sovêtskîy Kûrdîstan” (“Kurdistana Sovyet”) li Azirbêcanê (salên 1923-1961) bi azerî, “Ronahî” li Gurcistanê (salên 1992-1994) bi gurcî, “Golos kûrda” (“Dengê kurda”) li Moskow (salên 1990-1994) bi rûsî, “Botan” li Ermenîstanê (salên 1992-1997) bi ermenî, kovara ”Nûbar” û rojnameya “Kurd” li Qazaxistanê (1990-1993) bi kurdî. Ev herduyên dawî îro jî bi berpirsyarîya Akademîsyen Kinyazê Îbrahîm ronahî dibînin. Her yek ji wana di hêla hişyarkirina gel, pêşketina çand û edebîyata me da rolak lîst û dereca mayîna nava dîroka rojnamegerîya kurdî da rêçeke dîyar hîşt.

Em dîsa bêne ser “Rya teze”.

Di dawîyê da ez dixwezim xwendevanên me û hemû kurdên heyranê wêje û rojnamegerîya me agahdar bikim, ku hemû hejmarên rojnameya “Rya teze” yên salên 1955-1992 (di her salekê da 104 hejmar) dane Kitêbxaneya Înstîtûya Kurdî ya Parîsê, Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê û Kitêbxaneya Kurdî ya SARAyê, ku ew jî li paytextê Swed e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev