Xebera reş dilê hemû kurdan hingavt

Xebera reş dilê hemû kurdan hingavt

Keyo Cegerxwîn ji vê cihanê bar kir

Desteya Rêvebir ya Malpera RIATAZA bi dilekî kovan û xemgîn behsa derheqa kirasguhastina

kurê Cegerxwînî mezin – Keyo Cegerxwîn bihîst.

Birêz Keyo welatparêzekî mezin bû, navê bavê xwe yê binavûdeng bilind xwedî dikir, di her civîneke bi kurdan, Kurdistanê va girêdayî amade dibû, xwesma roja Referandûma Kurdistanê bi neferên mala xwe ya welatparêz va helan dida xort û gencan, ku bi koka xwe va bêne girêdan û wek kurd mezin bibin. Ji malbeta wî welatparêzîya kurdî dibarî.

Em serxweşîyê didine xanima wî xwişka Zekîye, keçên wî Mîdîa, Silîva, Arîya, kurê wî Salar, birayê wî kekê Azad, xwişkên wî Gulperî, Bonîye, meriv, heval û hogirên gorbihuşt, êş û xema malbatê parve dikin. Xwedayê dilovan kekê Keyo bi rehma xwe şad bike, mekanê wî rohnî be!

Bira rehma Xwedê lê be û hêvîya me ew e, ku gora Keyoyê rehmetî dê her behişt be.

 

Li jêr em hevpeyvîneke Dilbixwîn Dara bi Keyo Cegerxwîn ra raberî we dikin, ku sala 2012an di malpera Avestakurd da ronahî dîtîye.

 

Kurê Cegerxwîn diaxife

Me  hevpeyvînek li ser Seydayê Cegerxwîn bi Keyo Cegerxwîn re kir. Keyo Cegerxwîn kurê Cegerxwine yê mezin e, li Swêd dijî.

Pirsa min a pêşî ji kerema xwe re tu dikare bi kurtayî Seydayê Cegerxwîn bide naskirin?

Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî- cotkar- belengaz di sala 1903’an de li gundê HESARÊ hatiye cîhanê,  ji 11de xuşk û bira tenê sisê man e: Sêxmûs, Xelîl, Asya. Di sala 1918an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Di sala 1919’an de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xuşk û birayê xwe maye.

Di sala 1920an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrya yê, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye.
Di sala 1927’an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.
Di sala 1928’an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî.

Seydayê Cegerxwîn  çend salan meletî kir?

Cegerxwîn 8 salan meletiya Gundê Hazda Jorî kiriye.

Seydayê Cegerxwîn  piştî meletiyê êrîşê şex û axan dike çima? Riya ku li ser wê ye, piştre li dij derdikeve.

Cegerxwîn piştî gera xwe li Kurdistana Îraqê û Kurdistana Îranê êş û derdê gelê xwe baş naskiriye û wî xweş zanibû ku sebebên nepêşketina gelê kurd ew Şêx û Beg û Axa bûn jiber wê yekê Cegerxwîn dest bi şerê wan kir.

Navê Seyda li deverna Cegerxwîn li deverna jî Cîgerxwîn tê nivîsandin kîjan rast e û çima? Hûn kîjanê bikar tînin.

Navê Cegerxwîn rast e, di baweriya min de Cîgerxwîn bi Tirkî tê gotin.

Dema ku mirov li HAWARa Celadet Beg dimeyzîne helbestên Seyda di hejmara çaremîn de xuya dikin helbesta bi navê ‘’Gotina Welat’’e. Têkiliya Seydayê Cegerxwîn  û Celadet Beg çawa despê kir?

Carekê Celadet Alî Bederxan tê Cizîrê û li Cegerxwîn dipirse û jêre dibêjin Cegerxwîn li Amûdê ye û Celadet diçe cem û li wir Celadet  jê dixwaze ku helbestekê  jêre bêje, Cegerxwîn şîîrekê  jêre dixwîne û Celadet jêre dibêje ku wê ji te şaîrekî mezin derkeve û ji Îro pêve Şîrên xwe ji min re bişîne ku ez di kovara Hawarê de belav bikim û ji çaxê de têkeliyên Celadet Beg  û Cegerxwîn dest pê dike.

Hîn jî têkiliya malbata we û ya malbata Celadet Beg dewam dike?

Belê Têkiliyên  malbatî hîn hene û bi taybet bi keça Celadet Beg re (Sînem Xan) re hene û ji bilî wilo jî Neviya Mîr Caladet Beg keça kurê wî Cemşîd li cem neviyê Cegerxwîne û navê wê jî Jiyan e û li Almanya dijîn.

Komele ‘’Nadiya Ciwankurd’’ ji bo Seyda ciqas girîng bû? Girîngbûna wê ji bo wî çi bû?

Di sala 1937-1938 de Cegerxwîn û hevalên xwe li bajarê Amûdê nadiyek-komelak ava kirin û giringiya avakirina wê nadiyê pir giring bû li ba Cegerxwîn jiber cara yekem bû ku di wê nadiyê de dersên Kurdî didan ciwanên Kurd lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd Firansizan ew komele girt.

Di demekê de Seydayê Cegerxwîn kovarek derdixist navê wê  çi ye û armanca kovarê çi bû?

Piştî  sekinandina Hawarê Cegerxwîn kovarek bi navê Gulistan derxist û bi zimanê Kurdî di sala 1968 de û bi alîkariya partiya Dîmoqrat a Pêşverû a Kurd li Sûrya û Cegerxwîn 16 hejmar jê derxistin, lê piştî çûna Cegerxwîn li Swêd partiya derxistina wê kovarê berdewam kirin û ta niha jî berdewam e.

Seydayê Cegerxwîn  ji bo çi berê xwe dide Ewrûpa û welatê bav û kalan li pişt xwe hîşt.

Cegerxwîn berê xwe dide Ewrûpa jiber ku nikaribû pirtûkên li Sûriyê çap bike jiber ku zimanê Kurdî qedexe bû û jibo wilo armanca wî çapkirin pirtûkan bû û tim dixwest vegere  welat û armanca wî pêk hat ku bi saxî vegere welat lê tim daxwaza wî bû ku piştî mirina wî li Qamişlo û hewşa mala wî de bê veşartin û me ew daxwaza pêk anî.

Dema ku derbasî Ewrûpa dibe bi saziyên Kurdan re dikeve têkiliyê?

Belê têkiliyên wî bi hemû saziyên Kurdan re hebûn.

Şaredariya Amedê ya Kayapinarê Navenda Çanda Cegerxwîn vekir. Hûn jî hatibûn vekirina wê, hesteke çawa bû, hûn dil zîz bûn?

Belê ez amede bûm di vekirina Navenda Çanda Cegerxwîn de li Amedê û hestên min di wê demê de nayên pesindan û pir dilxweş bûm û ez spasiyên xwe û malbatê ji şaredariya Kayapînarê re û ji serokê şaredariyê û karmendên wêre pêşkêş dikim.

Cara pêşîn hûn kengî hatin Kurdistana bakur?

Ez roja 25.5.2003 hatim Festîvala Amedê, ew cara yekemîn bû û meha 08.12.2003 jî cara diwemîn bû li Festîvala Batmanê.

Bi meyzandina wî rewşa ziman û çanda Kurdî di Kurdistan Bakur de çawa dibîne, keç û xortên Kurd ji bo vê mijarê hişyarin gelo?

Di baweriya min di wê çaxê de gaveke pir mezin bû jibo keç û xortên Kurd li Kurdistana  Bakur hişyar kir û dem heya îro jî bêtir hişyarî çêbûye, bi hezaran keç û xort di festîvalê de hazir bûn û ev pêşketine û bi hezaran Newrozê lidar dixin, ev ne hindike gavên pir hêjane û ez serketinê ji wan re dixwazim.

Di demeke nêzîk de hûn ji Kurdistana Sûriyê vegeriyan, rewşa ziman, çand û sîyasî çi ye?

Belê ez li Kurdistan Sûryê bûm, hun dizanin ku zimanê Kurdî û çapemenî li Kurdistana Sûryê qedexeye û rewş pir nexweşe, bihêviya guherînekê wê rewş baştir bibe û di destûra sûryê de pêwîste bi mafê kurd wek miletek liser qada xwe dijî bê nivîsandin û kurd bêne qebûl kirin.

Peyama Seydayê Cegerxwîn ji bo me ciwanan çi bû?

Peyama seydayê Cegerxwîn ciwanên Kurd xwendina bi zimanê zikmakî û destxistina mafên gelê Kurd li Kurdistan Bakur û divê kar û xebat nesekine.

Vejîne zimanê xwe ey xwendevan,
Nebûye milet hîç kesek bê ziman

Zimanê me xoş û xeroş û ciwan
Eger baş bizanî tu nakî  zîyan

Tu kurmanciya xwe ji bîra nekî
Eger baş nizani divê zêdekî

Elifba û dîwan û ristan bixwîn
Heta ku wekî min nebî dil bi xwîn

Binêre zimanê te çend dewlemend
Li bajêr, tu carek xwe bighêne gund

Bibîne çi şêrin e evreng ziman
Çi payebilind û çi rûmetgiran

Ji bo keç û xortên Kurd gotina dawî tu dikarî çi bibêjî?

Wek Seydayê Cegerxwîn gotiye:

Xwendin nebî kes naçe pêş

Peyda dikin pir derd û êş

…………….

Ji bo hevpeyvînê gelek kêfxweş bûm zor spas.

Ez pir sipasiya te dikim û serketinê jibo Malpera Avesta Kurd dixwazim.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *