Hezkirin û hişmendiya neteweyî

Hezkirin û hişmendiya neteweyî

Şemsettin Işıklı

 

Sedemekî ku heta niha em nebûne xwedî dewlet û em nebûne neteweyekî serbixwe li ser axa xwe ew e ku hişmendiya me ya neteweyî têrî nekiriye û têrî xwe gihîştî (kamil) nebûye. Li gor min sedemekî negihîştina hişmendiya me ya neteweyî kêmbûyîna hesta me ya ”hezkirin”ê ye. Hezkirina me ya ji zimanê me, ji milet û welatê me ya di dilê me de, di mejiyê me de ne di cihekî li pêş, jor û kûr de ye.

 

Bêguman sedemên vê kêmhezkirinê pir in. Dîrokî ne, civakî ne, derûnî û statûya bindestiyê ne. Li welatekî parçekirî û parvekirî, di bin karên jenosîdal de, bi muxatebbûyîna bernameyên tunekirinê ve bilindkirin û zêdekirina hestê hezkirinê ne karekî hêsan e. Loma Sîstema Serweriya Tirk bi hemû îmkanên xwe ve lê dixebitê ku hezkirina neteweyî ya di nav dilê me de derxe û tune bike.

 

Lê divê em bizanibin ku hêza ”hezkirinê” hêzeke herî bibandor û diyarker e ji bo serkeftinê. Ji bo me sermayeyeke pir giranbiha ye ”hezkirin”. Ji bo hezkirinê dil cihekî bêemsal e. Tu çiqas hez bikî, dil jî ewqas fireh û kûr dibe. Tu çiqas zêde hez bikî, dil jî ewqas dikare zêde parve bike û berbelav bibe. Hêza hezkirinê dikare bibe derman ji bo hemû astengî û asêyiyan.

 

Hezkirina neteweyî ew e ku mirov ji ziman, milet û welatê xwe hez bike. Hezkirina ziman ew e ku mirov zimanê xwe yê babûkalan ji xwe re bike zimanê sereke. Di hemû şertên asayî de bi zimanê kurdî biaxive, bixwîne û binivîse. Hezkirina ziman ew e ku mirov bikaranîna zimanê xwe ji xwe re bike hezkirina jiyanê. Jiyan, ziman û hezkirin.

 

Hezkirina ji miletê xwe di hişmendiya neteweyî de stûneke esasî ye. Ev hezkirineke bêsînor e, bêqeyd û bendik û bêîstisna ye. Di vê hezkirinê de, dil ji bo hemû kes û pêkhateyên miletê me vekirî ye. Divê ku tu qeyd û şert pêşî li vê hezkirina neteweyî negire, nebe asteng û nebe sitrî û kelem. Ji bo hezkirinê dil navendeke pîroz û asoyeke vekirî ye ji bo hemû endamên miletê mirov. Bisînorkirina hezkirinê ne karekî qenc û hêja ye. Gihîştîbûna neteweyî bi zêdekirina vê hezkirinê ve girêdayî ye.

 

Ax, cî û war, welat û mîrasa bav û kalên me jî stûna neteweyî ya hebûna me ye. Ne tiştekî xwezayî ye gava mirov ji stûnên hebûna xwe hez neke. Ne hestekî sirûştî ye ku mirov giringiyeke esasî nede axa xwe. Ne hîseke asayî ye ku mirov dev ji welatê xwe berde û pêşkêşî dijminê xwe bike. Kêmbûyîna hezkirinê ji welatê mirov felaketeke mezin e. Qedera miletekî bi vê hezkirinê ve girêdayî ye.

 

Wezîfeyeke pêdivî ye ku mirov ji welatê xwe zêde û pir zêde hez bike. Ev hezkirin di destê me de ye, di dilê me de ye. Em bi xwe dikarin di dilê xwe de dozaja vê hezkirinê zêde û xurt bikin.

 

Lê gava pêşî ew e ku mirov dilê xwe ji hemû tiştên neyînî paqij bike, ji hemû tesîrên qirêj yên ji sîstemê temîz bike. Dilê me xezîna me yê herî biqîmet e. Ew yê me ye, nabe ku em wî vala bihêlin an bi tiştên beredayî ve tijî bikin. Dil yê me ye, ew layîq e ku em wî bi hezkirinên rastîn tijî bikin.

 

Hezkirinên esasî ev in:

 

Hezkirina ji miletê xwe,

hezkirina ji welatê xwe,

hezkirina ji zimanê xwe.

 

Em wê hezkirinê zêde û zêde bikin.

Werin em li dij vîrûsa îmhaker vê hezkirina neteweyî di dil û rûhê xwe de xurttir û zêdetir bikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev