Dîdemên ji jîyana Rojavayê welatê me

Dîdemên ji jîyana Rojavayê welatê me

Keçeke delal ji Rojavayê Kurdistanê daxwez kirîye,

ku ev hevpeyvîna wê di malpera me da çap bibe.

Em jî bi dilxweşî daxweza wê pêk tînin.

 

Hevpeyvîna Evîn Hesen bi Têkoşîn Nûjiyanê re

War ew war e lê vê carê mozaika jinan xwe daye der, li Jinwarê ne tenê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, lê ji Başûr, Bakur û Ewropayê jî hene. Jinwar di 30 malên ji kelpîçan de xwe tevger kirin, hin jin bûn malxwiyên malê û hin jî bûne kevanî. Gelo cudabûna vê salê çi ye? Di nava salekê de Jinwarê çi bi xwe re anî? Heke Jinwar ji jinên xwedan taybetmendî re mal be, war li ku ye?

Der barê van pirsan û hin pirsên din de me xwest ji nêz ve bi endama têkiliyên derve û endama ragihandina Jinwarê Têkoşîn Nûjiyan re hevpeyvînekê çêkim.

Têkoşîn Nûjiyan, beriya 4 salan derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye, Têkoşîna 29 salî ji Almanyayê ye, hem li wir û hem li Jinwarê xebata Jenolojiyayê hilbijartiye. Gelo li gorî Têkoşînê sedema hilbijartina xebateke wiha çi ye? Têkoşîn dibêje ku min ji ber pirrengiya di nava Jenolojiyê de, rêbazê vegotin û dahurandina pê nêzî jiyanê dibe, nexasim ku jiyan ne tenê jin tê de dijî lê di heman demê de mêr jî beşek ji dîroka jiyanê ye, ev xebat hilbijartiye. Li ser vî esasî Têkoşîn dixwaze ezmûna li Almanyayê û li vir hevrûyî hev bike, cihê kêm dagire, girêdana paşeroj û pêşerojê çêbike û ezmûneyeke nû xêz bike. Têkoşîn Nûjiyan dema li asoya ramanên xwe nihêrî, xwe di nava jinên Jinwarê de dît.

*Tu çawa jiyana vira dixwînî?

Ji çanda cuda hatiye, em bi hev re dijîn, bi hev re radibin û rûdinên, çîrokên xwe vedibêjin û sûdê ji ezmûneyên xwe yên jiyanî werdigirin, lewma em bi van kêfxweşî û serpêhateyan hev temam û hembêz dikin. Çawaniya xwendina min ji xemil û jiyana vira re jî ew e ku em xwedan xwesteke cuda ne, jiyaneke cuda dixwazin, em nabêjin bila em ji kirasê xwe derbikevin û wekî tê gotin”Bila em dûrî mêran bikevin” berevajî vê yekê heke mêr bar radike jin bar û koçber radike, lewma me xwe bi xwe warê xwe ava kir û li gorî rewşa heyî ji xwe re bûn bersiv.

*Li Jinwar asoya armanca te sînordar ma yan berfirehtir bû?

Armanca min her dem dorhêla min e, dema ez bibînim kêmanî, temakirin, bertekên civaka tê de me ev e, helbet ew ê armanca min jî li gorî vî asmanî asoya xwe raxîne. Lewma ez di vir de tê digihêjim; ku armanca min êdî ne armanceke takekesî ye, ji vê deha zêdetir armanceke mirovî ye hele hele ji bo jinekê deha zêdetir bigerim, dahurînim, dersan derxînim û bixim xizmetê.

*Tu li vî warî valahiyê derbas dikî yan na?

Sibeha heta êvarê sekin û hedana me tune ye, tam berovajî vê yekê carcana 24 saet têra rojev û xwesteka pê derbasî Jinwar bûme nake. Li vir perwerdeya jiyanî, pêşwaziya çîrok û çîvanokên jinan, şevbuhêrikên bi nalîn û kalîn, yanî ez di vir de çi dixwazin bibêjim; Hingî jin hatine asteke wisa ku ne roj û ne şev têra têkoşîn û berxwedana wan nake, çavnebarên kar û xebatê û avakirinê bûne.

*Li Jinwar tu bendewara çi yî û xelasiya ji vê bendewarê çi ye?

Em her roj kar dikin, her roj hewl didin ku jiyaneke nû bidin avakirin, hewl didin bi van fikir û dahurandinên xwe tev bigerin, an ku ne tenê di asta gotin û vegotinê de bimînin. Jixwe min berê gotiye û niha jî dubare dibêjim; Jiyana Rojava welatê me, jîyana Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim jiyana jinan bi wate û tam e, lewma min kesayeta xwe ava kir û pê re fikir û encamdanên jiyana xwe parve dikim. Der barê bendewariyê de, ez bendewara kesên ezmûna welatekî derbasî welatekî din bikin, hevrûkirinê bikin, encaman derxînin û bide jiyîn ah encex bi vî şeklî mirov bikaribe bibêje; min karek kir û hene yên ser vê bendewarê dagirin. Bi nêrîna min xelasiya ji vê yekê şopandin û karkirine, ewqas.

*Tu wekî jineke enteryolalîst heke tu ne li Jinwar bûna tu yê li ku derê bûna?

Ji bo jinan her der xwedan mane ye, her der xwedan çandeke rastîn û çandeke sepandî ye. Li milekî din beriya şoreşa jinê li Rojavayê Kurdistanê were destpêkirin, li gelek deverên din hatiye destpêkirin, lewma bi ya min be li ku dera şoreşa jinan hatibe destpêkirin, ez li wir bim û di nava têkoşîn û şerê kesayetê de bim. Lewma gelek fikir û bayên germolekî min dibin û tînin.

*Heke şoreşa Sûriyê li dar neketibûna tu ticarî dihizirî werî vir?

Rastî jî Şoreşa Sûriyê fersenda derbasbûna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, fersenda rûlirûbûna kêfxweşî û trajîdiyê ye, beriya vê şoreşê me dibihîst ku jin têne çewisandin, lê min qet bawer nedikir ku çavên min li Sûriyê bikeve û hele hele li gundekî bi vê mozaîkê bikeve û bibim şahidê avakirina jiyana bi wate.

*Beriya şoreşê û niha çi cudabûna di navbera jin û mêr de heye?

Ez ê tenê mînakekê bînim ziman; Malda ji bajarê Hesekê bû, perwerdeya Zanista Jinê dida mêran, jixwe Malda şervanek bû û li pêşberî 300 mêrî li ber xwe da û şehîd bû. Mebesta min ji vê mînakê ew e ku ez ne li ferq û cudabûnê digerim, lê ji wê zêdetir li hev temamkirin û xwe rêxistinkirinê digerim, ev ji min re hêjaye û têra hevaltiyeke rast dike.

*Bi boneya 8 Adarê peyama te ji jinên Jinwarê re çi ye?

Jinwar, mozaîka hebûnê ye, nexasim ku em li hemberî Roja Jinan a Cîhanê ne, divê jin bi hev re xaka xwe ava bikin, fikirên xwe ji dagirkirinê rizgar bikin, xwedî li şoreşa jinê derbikevin, ta ku em bi vê saya bigihêjin têgihêjtinekê û pê re jiyaneke bi wate ji nivşên bê re misoger bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev