Banga FNDK bo vîrûsa koronayê

Banga FNDK bo vîrûsa koronayê

Îro tevaya cihanê, merivayî demên dijwar derbaz dike. Vîrûsa koronayê li zêdeyî 190 welatên cihanê belav bûye û ji vîrûsê derbazî pandêmîyayê bûye, ango nexweşîyeke jihevhildanê ya pirbelav.

Li gelek welatên cihanê rê û dirban digerin bona pêşîlêgirtina belavbûna wê nexweşîya bêyom.

Kesên ku difikirin vîrûsa koronayê wê ji min dûr be, gerekê derc bikin, ku ewana ne tenê saxlemîya xwe, lê herwiha ya dê û bavê xwe, zarok û hezkirîyên xwe dikine nava xetereke ciddî.

Giring e ku em bi awayekî ciddî berê xwe bidine rewşa sazbûyî. Dema em dixwezin dijî vîrûsê xwe biparêzin, em gerekê netirsin û bi aqilane hereket bikin. Pir giring e, ku em pir ciddî pêşnîyar û daxwezên hukumetên xwe û Rêxistina Hemcihanê ya Tundurustîyê (RHT) pêk bînin. Niha ji me ra lazim e em xwe ji jîyana rojane hinekî dûr bixin û bi hevgirtin derkevin dijî xetera ku li ser me û tevaya cihanê hatîye.

Rewşa sazbûyî me mecbûr dike em zêde ciddî bin û bo jiholêrakirina vê xetera hemcihanê di nav xwe da hevgirtineke xurt saz bikin.

Gerekê her kes bizanibe ku rewş giran e. Ew tesîreke xirab li ser aborîyê û pirsên sosîalîyê jî dike, tesîr li ser derûnîya merivan dike, çûn û hatina wan asteng dike, lê lazim e em bi awayekî aqilane ber xwe bidin.

Em bangî miletê xwe dikin hev bigirin, bi hev ra dilovan bin.

Berî her tiştî em bangî rêxistinên sîyasî û partîyên kurdan dikin di navbera xwe da hevkarîyê saz bikin, bona bikaribin bi gelê xwe ra tevayî himberî vê rewşa bedbext ber xwe bidin.

Mixabin, pirsgirêka gelê kurd di nava gelek salan da ji alîyê hemcivata navnetewî da hate înkarkirin, û ew tê wê maneyê, ku îro, di şertên xetera hemcihanî da, tu kes wê zêde guh nede pirsgirêka kurdan, lema jî gerekê gelê kurd hêvîya xwe tenê dayne ser xwe, bona bikaribe di nava xwe da yekîtîyê û hevdufêmkirinê saz bike. Em bawer in, ku gelê kurd wê careke din ji cihanê ra îzbat bike, ku ew hindava qezîya û xeteran nimûneyeke xwebawerîyê, hevgirtinê ye.

Em, wek Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan tevî bangên Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navnetewî yên parastina mafên merivan dibin û derdikevin dijî wan welatan û hêzan, ku li ser axa kurdan şerekî neheq û neqanûnî dikin dijî gelê kurd û rewşê aloztir û xirabtir dikin. Em bang dikin hemû cûre şeran bidine sekinandinê, emelên cezakirinê ji holê rakin û rê vekin bona karên hûmanîtarîyê.

Em ji hemû xebatkarên tundurustîyê, hemşîreyan, dermançêkiran, zaneyên karên bijîşkîyê ra qewatê û saxlemîyê dixwezin.

Em silavên xwe ji leşkeran û hêzên ewlekarîyê ra, her şervanekî ra dişînin ku roj û şev li xwe kirine yek û bo tundurustîya milet kar dikin.  Wan kesan, yên ku erkê xwe bi helalî pêk tînin di karê parastina aramîyê, saxlemîyê li navçe, gund û bajaran.

Em careke din bangî hemû kurdan dikin hişyar bin û tevlihev nebin, hemû mecalên xweparastinê pêk bînin. Her malek gerekê li paqijaya xwe û dor û berê xwe mêze bike û bêy sebeb ji mal dernekevin. Bira Xwedê bike em bi rûspîtî ji van rojên giran derkevin û nav û hurmeta miletê xwe bilind xweykin.

Bira Xwedayê Mezin piştovanê gelê me be, bira li ser axa me a Ziyaretî aştî û aramî perwaz bide!

Serokê FNDK, akademisyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoev

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev