Bertekên li hemberî êrişa Goristana Êzidiyan

Bertekên li hemberî êrişa Goristana Êzidiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Goristana Qubê Hesen Begê ya Kurdên Êzidî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, rastî êrîşê hat Hereketa Azadî û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca li hemberî êrîşê bertekên xwe nîşan dan û ew êriş şermezar kirin.

Li Gundê Mezra Mihoka ya navçeya Nisêbînê di 27ê Adarê de kes an kesên nasnameya wan nehate zanîn êrişî  Goristana Qubê Hesen Begê Êzidî ya 300 salî kirin. Kevirên goristanan û mermerên ku navên kesên jiyana xwe ji dest dayin li ser nivîsî şikandin û hinek sembolên Kurdên Êzidiyan jî parçe kirin.

Di nava wan sembolên Kurdên Êzidî ku hatîn parçekirin de sembolên pîroz ên weke Rojê û Melekê Tawus jî hene.

Parlamentera HDPê ya Êlihê Feleknas Uca bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li dijî Goristana Qubê Hesen Begê Êzidî şermezar kir û êriş wekî “li dijî mirovahiyê” bi nav kir.

Feleknas Uca diyar kir ku ev ne êrişa yekemîn e, li hemberî goristanên Kurdên Êzidî gelek carên din gorên Êzidiyan hatine talankirin û got: “Bila  rêzê ji goristan û miriyên me bigrin. Berê jî êrîşî goristanên Êzidiyan kirin. Lê êrişkar nehatin dîtin û darizandin û herwiha pirsnameyên derbarê vê mijarê de jî nehatin bersivandin. Loma êrîşên li dijî gelê Êzidî bûye cihê dilgiranî û fikaran.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de Uca bibîr xist ku  Kurdên Êzidî di dîrokê de gelek caran ji ber çand, ziman û baweriya xwe rastî fermanan hatine û wiha pê de çû: “Êzidî li ser axa xwe, xwe di ewlehiyê de nabînin. Êrişên bi vî rengî dibe sedema gelê Êzidî bikeve nava fikaran. Êzidî li ser vê axê gelê herî kevnar e. Erka dewletê ya bingehîn ew e ku rê li pêş van êrîşan bigire.”

Herwiha Hereketa Azadî jî xerabkirina goristanên Kurdên Êzidî şermezar kir û ragihand, ev yek li dijî exlaqê netewa Kurd e.

Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (Azadî) derbarê rûxandina goristanên Kurdên Êzidî de daxuyaniyek belav kir û tekez kir, “li gel ku ti cihê van êrişan di ti olan de nîne, ev rewşeke li dijî exlaqê netewa Kurd e jî.”

Di daxuyaniya Hereketa Azadî de amaje bi wê jî hatiye kirin, bi hezaran sal e hemû bawerî û mezhebên ciyawaz bi biratî li Kurdistanê dijîn û daxwaz ji hemû hizb û rêxistinên civaka sivîl hatiye kirin ku “destwerdanê di vê bûyera dijemirov bikin” ji bo ku dûbare nebin, hesasiyeta pêwîst bê nîşandan.

Herwiha Hereketa Azadî êrişên bi vî rengî şermezar dike û tekez dike ku ew dê her hevkar bin li gel civaka Kurdên Êzidî.

Goristana Qubê Hesen Beg a Kurdên Êzidî li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û herwiha goristana Kurdên Êzidî li Qubîna Êlihê roja 27ê vê mehê hatibûn rûxandin.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2903202010?fbclid=IwAR3DxngCv5q87RlZqYT1Ef8lpzw4MRWPz0Ay_hAcA-lqxYbn0EKzg2pT73Y

 

Ji alîyê malpera RIATAZA da

Em dixwezin destnîşan bikin, ku ev bûyera qewimî li Kurdistanê bûye, rêvebirîya Elihê û Nisêbîna Mêrdînê di nav demeke dirêj da di dest kurdan da bûye, niştecîyên wan waran heta ji sedî 95 kurd in. Ango, mantiqî ye sûckaran li wan waran bigerin, ne li Enqerê an Stembolê.

Piştî vê hovîtîyê, eger jimara êzdîyên ku dibêjin em ne kurd in zêde bibe, bira tu kes gazinan neke.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev