Mezintirîn Trajediya Kurdan: Îdama Qazî Mihemed û hevalên wî

Mezintirîn Trajediya Kurdan: Îdama Qazî Mihemed û hevalên wî

Îbrahîm GÜÇLÜ, sîyasetmedar

 

Dema ku Îran ji aliyê dewletên emperyal ve hate dagirkirin, heyetên biyanî jî li bajarê Mehabadê dihatine ziyaretiya Qazî Mihemed, bi wî re rewşa siyasî ya wê demê û Kurdistanê qise dikirin.

 

Di destpêkê de daxwaza berpirsiyarên Yekîtiya Sovyetê ew bû ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek seksiyona Partiya Demokrat a Azerbeycanê ava bibe. Dema ku Qazî Mihemed û grubek hevalên wî çûn Azerbeycana Sovyetê, ev pirsa di navbeyna wan de gelek bi tundî tê minaqeşekirin. Eger Qazî Mihemed û havelên wî ev nêrîna Sovyetê biecibandana, wê demê Komara Kurdistanê jî, diviya bû wek komareke serbixwe ava nebe, di nav sînorên sîyasî yên Komara Azerbeycana Îranê de bibe xwedî otonomiyeke cûda.

 

Qazî Mihemed û hevalên wî, bi şexsiyeteke neteweyî biryar dan ku Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê ava bikin û di bin pêşengiya partiyê de, bi piştgiriya Kurdên beşên din û bi taybetî jî bi piştgiriya Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bikin.

 

Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bû, Qazî Mihemed bû serokê Komarê. Piştî ku Qazî Mihemed bû serokkomarê yekem ê Kurdistanê, li tevayî Kurdistanê û li dinyayê bû kesekî navdar û aktorê sîyaseta Rojhilata Navîn.

 

Tê gotin ku Pêşewa Qazî Mihemed mirovekî gelek bi ferheng, dilsaf, xweşqise, evîndarê wêje û hûnerê bû.

Dîsa ji bona ku ji her çînekê re dost bû û ji belengazan re heval bû, hûnerhez û wêjeevîndar bû, ji amadekirina makezagoneke gelek demokrat û modern re pêşengî kir. Di demeke kurt de ji bona ku zimanê kurdî, hûner û çanda kurdî  pêş bikeve, ji projeyên gelek mezin re pêşengî kir û di vê qadê de serkeftinên gelek mezin jî bi desthelatiya hukumeta komarê pêk anî.

 

Qazî Mihemed, biratî û hevgirtina kurdan, sedemên herî mezin yê serkevtinê dizanî. Ji ber vê jî di gotar û nivîsarên xwe de -ku nivîsar û gotarên wî di rojnameya Kurdistanê de dihatin çapkirin- li ser pirsa yekîtî û biratiya kurdan radiwestiya, ev yek jî wek şert û merceke bingehîn ê serkevtin û ragirtina Komarê nîşan dida.

 

Ji bona vê, ew wasiyetnameya wî ya dîrokî di nav neteweya kurd de ciyekî gelek girîng girt.

 

Qazî Mihemed di wesiyatnameya xwe de ji kurdan re dibêje ku:

 

“Ji hevûdu re dijminatî nekin, hevûdu biparêzin û ji hevûdu re alîkar bin. Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin ji we re tehemmûl dike, piştre divê hûn bizanin ku hîç bawerî bi we nake û dilê wî bi we naşewite. Neteweya kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê tû kêmasiyê nîne. Heta neteweya kurd ji aliyê egîdî, xîret de ji gelek neteweyên azad jî pêştir e. Neteweya kurd jî wek neteweyên din yên ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn li hemberî hevûdu zikreş nebin, xwe nefiroşin dijmin û tehemûlê hevûdu bikin… Dijminên kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyan dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, dê bixwaze bi destê we, we bikuje. Dijmin dê we bêşexsiyet bike, dê bixwaze bi hîle û derewan we, bi destê we bide kuştin…”

 

Ew di wesiyetnama xwe de digel ev şîretan gelek şîretên din jî tîne ser zimên û di encamê de dibêje ku:

 

“Divê heta ku em ji esaretê xelas û azad nebin, divê xebat û têkoşîna me bidomîne. Eger dewleta we hebe, hûn azad bin, wê demê hûn dibin xwediyê her tiştekî; xwediyê mal, welat, erd, namûs û mûlk.” 

 

                                           *****

Li Îranê di dawiya sala 1945an de neteweya Azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya Azeriyan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.

 

Pêşewa Qazî jî di 22. 01. 1946an de li Meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragîhand. Dema ku Pêşewa Qazî Mihemed avabûna dewletê ragîhand, li cem wî Serok Melle Mistefa Barzanî û berpirsiyarên beşên din yên Kurdistanê jî rawestiya bûn. Li dinyayê û li hemû beşên Kurdistanê kurd jî bi kelecanî li benda wê ragîhandinê bûn.

 

Pêşawa Qazî Mihemed di dema ragîhandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de wusa got:

 

“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerînên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyek di nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike.

…”

 

Hezar mixabin piştî îxanete Yekîtiya Sovyetan û dewletên Rojava, Komara Kurdistanê piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên wê jî, Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20.12.1946an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin dîl girtin.

 

Dîlgirtina wan, neteweya kurd ji qetlîama dewleta Îranê xelas nekir.

 

Belê Qazî Mihemed Gandîyê Kurdistanê bû. Mixabin Îran ne Engilîstan bû. Îran dewleteke hov û barbar bû. Loma jî tunekirina kurdan wek stratejî pejirandibû.

 

Qazî Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê di dadgehê de bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin.

 

Wan jî di dadgehê de neteweya kurd û Komara Kurdistanê bi cesareteke medenî û layiqî serokbûna xwe parastin.

 

Hemû tawanên dadgehê red kirin. Li hemberî heqaretên qadiyên dadgeha Îranê rawestiyan.

 

Qazî Mihemed, mafê neteweya kurd, meşrûbûna Komara Kurdistanê ya Mehebadê, ala û surûda Kurdistanê gelek aşkere parast.

 

Parastina Qazî Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê, li hemberî dijminên gelê kurd parastineke û helwêsteke dîrokî bû.

 

Qazî Mihemed di dadgehê de gelek aşkere desthilatdarên Îranê tewanbar kirin û got:

 

“Ez di quncên girtîgehê de dengê xwe li dijî dewleta Tehran û serokên wê bilind dikim û dibêjim ku hûn gunehbar in, ne em. We welatê me dagir kiriye. Tevahiya ev serpêhatî û bûyeran encama siyaseta dagîrker a dewletê ye. Ger dewlet hemû kurdan bi xayîn dizane, bila ji kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigrin destê xwe. Ev bûyera di encamê de bûye ku we bi xwe makezagon binpêkiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokrasiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşve dibim û tu hêzeke biyanî haydarê min nebûye. Bêpar bûna gelê Kurd yê bûye haydarê min, ji bo birêvebirina van kar û xebatan e.”

 

Dewleta Îranê Qazî Mihemed tewambar dike ku wan bi kesên derve re Mele Mistefa Barzanî re tîfaq kirine û xwestine ku Îranê parçe bikin. Pêşewa Qazî Mihemed di pareznameya xwe de  Melel Mistefa Barzanî jî li hemberî dadgehê diparêze û dibêje:

 

“Mele Mistefa Barzanî kesekî bîyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, ji bona ku şert û zurufan xwest, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bû…. Ez bi çend rêzan Mele Mistefa ji we re bidim danasîn. Di dinyayê û dîrokê de kesên şexsiyetmezin û dûrbîn û leheng û bişeref û hûmanîst û azad û bêtirs hene. Barzanî jî yek ji wan kesan e.”

 

Bi vê parastina Qadî Mihemed jî derdikeve holê ku Komara Kurdistanê û ew bi xwe jî Kurdistanî bûn.

 

Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31. 03. 1947-an de li Meydana Çarçirayê hatin daleqandin.

 

Qazî Mihemed, hem serokekî edetî û muhafazakâr bû, hem jî serokekî hevdem û demokrat û rewşenbîr bû. Serokekî gelek zanyar bû. Ew wek kesekî ansîklopedîk bû. Zêdetir dişibiya serokên sîstema demokrat yên ku bi hilbijartinê tên tespît kirin.

 

Loma jî di metodên xwe de jî gelek hevdem û demokrat bû. Tu wextî nedixwest ku şiddet û kuştinê bi kar bîne.

 

Pêwendiyên wî û Barzanî jî, pêwendiyek gelek hevdem bû. Barzanî dema ku li Mehabadê bû, serokatiya Qazî Mihemed bêqeyid û şert pejirandibû. Barzanî her çiqas xwediya hêzek leşkerî ya mezin bû jî, tu wext nexwest ku mudaxaleyî karên serokatiya Komara Kurdistanê ya Mehabadê bike.

 

Heta dema ku Qazî Mihemed xwest ku bi gelê kurd re êş û keserê bikşîne, Barzaniyan bi hêza xwe ya leşkerî dikarîn li Rojhilata Kurdistanê doza desthilatdarî bikiran. Lê Barzanî xwediye çandeke milî ya xurt/kurdistanî û biesalet bû ku ew yeka nekir, ji Qazî Mihemed re rêz girt. 

 

Têbinî: 31 Adarê wek Roja Şehîdên Kurdistanê jî hatiye pejirandin. Divê em li ber hemû şehîdên Kurdistanê serê xwe bitewînin û riya wan bidomînın. Ew ji me nan û av naxwazin. Dixwazin ku em ala wan ya millî û serxwebûna Kurdistanê bilind bikin.

Neteweyek ji şehîdên xwe re xwedî dernekeve, nikare bibe dewlet jî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev