Di vê heyamê de fêrbûna zimanan

Di vê heyamê de fêrbûna zimanan

Welat Agirî

Çi rojên zor in, tirsa mirinê mirovahî bêfesal pêçaye. Nizanim, gelo ji tofana Pêxember Nûh heta vê rojê, dinya ewqas bêçare mabû? Helbet mirin heq e, wê bibe mêvanê her ferdî, lê mirin heye, mirin heye. Şewba Koronayê dijwar e, bêeman e, ku erf û edetên qewm û miletan binpê kiriye, ne dihêle tu ji cinyazê xwe re gorekê bikolî, ne jî dihêle şîna xwe bikî.

Mezinan ji me re behsa xela, kotîbûn û nexweşiyên din dikirin, ku me digot ew roj di çîrokan de, di nav perên dîrokê de man. Belê em wisa difikirîn, lewma qirn qirna bîst û yekan bû, dinya ne dinyaya berê bû. Di hêla teknolojî û tenduristiyê de gavên mezin hatibûn avêtin, lêbelê hat dîtin, ku hemî dinya nikare bi vîrusekê re serederiyê derxe.

Heyneyse mebesta min a îro tiştekî din bû, min dixwest di vê nivîsê de, ji bo fêrbûna zimanên biyanî yên wek îngilizî, fransî, çînî çend programên online pêşniyazê we bikim. Lewra ji ber Koronayê, li gelek welatan dibistan û zanîngeh hatine girtin, karker û kardêr li mala xwe ne.

Programa yekem Cambly e. Ev programa online dersên îngilizî dide, peretî ye. Mamosteyên ji Îngilistanê, Amerîkayê, Avûstiralyayê yanî yên native speaker dersên gramer, axaftin û nivîsê didin. Lê zêdeyî bo axaftinê tê bikaranîn. Derfeteke zêrîn e, ku tu dikarî di mala xwe de herro pratîk bikî. Gelek pakêtên wê hene wek heftê du roja, sê roja, pênc roja. Ger ne xelet bim rojê nîv saet, heftekê pênc roja sed û sî dolar e.

Ya dudya Duolingo ye. Ev programa bêpere ye. Ne tenê îngilizî, nêzîkê 20-25 dersên zimanên cuda hene. Ez jî hewl didim bi Duolîngoyê firansiya xwe pêş bixim û birastî gelekî kêr tê. Aplîkasyona telefûnê jî heye, lê ger hûn ser kompûterê bixebitin wê baştir be.

Ya sisya jî Coursera ye. Li ser courserya ji saykolojiyê bigire, dîrok, teknolojî, karîyer û heta ziman kursên cur bi cur hene. Her kurs mehek, mehnîvek dikişîne û dû azmûna kursê sertîfîkayê dişînin. Ev jî peretî ye û her kursek çil û neh dolar e.

Wek me di serî de got, roj rojên zor û dijwar in. Lê ya çê ew e, ku ev wext bêyî pûç û îsrafbûnê were derbaskirin. Em dikarin hewl bidin, piştî vê dem û pêvajoyê çi ji me re bimîne kar e…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev