Hêvî û Heval: Yilmaz Guney

Hêvî û Heval: Yilmaz Guney

Zerdüşt ÖZTÜRK

 

Di salên 80 yan de li Dutaxê saloneke sînemayê hebû. Xwedîyê wê Îsmet Adan bû. Malbata Îsmet bi eslê xwe Ereb bû. Waxtê de ji Sêrtê hatine, li heremê cambazî û bazirganî kirine, her wiha li Dutaxê cîwar bûne.

 

Yê ku ji civaka Dutaxê beled in, dizanin. Dutax, bajarokeke piçûke ku tê de him Kurd him jî Tirk dijîn. Di navbera Kurd û Tirkên polîtik de dubendî ya sîyasî heye. Tirkên polîtîk bi giştî dewa nîjandperestî ya Tirka dikin û piştgirê Partîya Tevgera Nîjadperest (MHP) in. Lê di nav wan de yên çepger jî hene. Yên wek Yusif Beyazitlî, Nevzat û Omer Polat, Mehmet Akalin wek çepgerên Tirkên Dutaxê tên zanîn. Lê hejmara wan gelek kêm in. Civata Tirka bi giranî nîjadperest e.

Xêncî Tirka, malbata Îsmet Adan jî, her çiqas Ereb bûn, lê xwe li ser Tirkan digirtin û dewa nîjadperestîyê dikirin. Ji xwe di Dutaxê de malbata yekta yê Ereb, ew tenê bûn.

Ji bo van sedeman Îsmet bi piranî fîlmên Cuneyt Arkin dianî. Me jî ji fîlmên Cuneyt Arkin hez nedikir. Lê ku bihata em dîsa jî diçûn me lê sêrdikir. Fîlmên ku Cuneyt Arkin tê de dileyîst bi giştî propaganda nîjandperestîyê dikirin. Gava li ser perda sipî ya salona sînemaya Îsmet, Cuneyt Arkin li hespê siwar dibû qaşo diajote ser Bîzansan ji bo me problem ne bû, ji ber ku hesp û şerê şûra xweşa me jî diçû. Lê kîngê ala ku li ser sê heyvok hene diçikandine qaşo sûrên kela Bîzansa, wê demê di salonê de jî şer derdiket, me li hev dida, fîlm nediçû serî. Ji ber ku ew ala ku di fîlmê de dihate nîşandan di heman demê de ala MHPê bû û me qebûl nedikir ku di bajaroka me de hezkirên wê bi dilek şahî bi wê şabin. Gava ew ala bi sê heyvok derdiket ser perdê me li fiqê dida, me kevir û zibil, dar, texte, tebax, îskan çi destê me de hebe me hildida diavîte perdê. Nîjadperestan jî ku dengê xwe bikirana îcar me bi wan re şer dikir, salona sînemayê serûbinê hev dibû. Gelek caran Îsmet gazî cendirmeyan dikir, cendirme dihatin nijadperestan ji salonê derdixistin, ji destê me xilas dikirin.

Lê carna Îsmet xwe şaş dikir çi dikir, fîlmên Yilmaz Guney jî dianî. Gava ku Yilmaz Guney bileyîsta salon heta dawîya fîlmê bi balkêşî û bi sazdarî disekinî, gelek cara di dawîyê de me çepik li hevdidan, me şahî û hezîyên xwe nîşan dida.

Her wiha di bajoraka me de sêrvan ên sînemaya Îsmet bibûn du qetan; yên ku ji Cuneyt Arkin hez dikirin, xwe “Cinohez”û yên ku ji Yilmaz Guney hezdikirin jî xwe wek “Yilohez” bi nav dikirin.

Êdî Îsmet dizanibû, mesela ku fîlma “Batal Gazi” were wê şer derê. Lê “Zagona Sînoran”, “Seyîdxan” yan jî “Qralê Kirêt” her seans bê şer û bê dew, bi aramî derbas dibû diçû.

Welhasil me di atmosferek wiha de Yilmaz Guney naskir. Me ji kesayetên ku leyîstîye yên wek Xidir, Seyîdxan û Qralê Kirêt hez kir.

Sêrvanên sînemayê û hezkirên Yilmaz Guney di demajoyên paş de bûn şahidên ber hîmên sereke yên wek “Hêvî”, “Heval”, ”Bir”, ”Rê” û “Dîwar.”

Yilmaz Guney, di sala 1937an de li Yenîce ya Edenê hatîye dinyayê. Bavê xwe Kurdek Zaza yê Siwêrekê, dîya xwe Kurdek ji Vartoyê ye. Bi xwe li Edenê mezin dibe. Ji bo zanîngehê diçe Stenbolê. Li zanîngehê dest bi nivîsa çîroka dike. Di wan deman de Atif Yilmaz nas dike û pê re hevaltîyê dike. Bi desteka Atif Yilmaz dest bi xebatên li ser sînemayê dike.

Di sala 1959an de seneryoya “Zarên Vî Welatî” û ”Gakûvî”dinivîse û biderhênarîya Atif Yilmaz ve rol hildide. Di fîlma “Evîna Karacaoxlan” de dibe cîgirê derhêner. Yilmaz Guney di heman demê de di kovarên wek “Asoyên Nû” û “Sêzdeh” de hey çîrokan dinvîse. Di sala 1961an de bi sûcdarîya propagandaya komunîzmê ceza dixwe û du sala tê girtin.

 

Piştî girtinê dîsa dizvire ser karê xwe yên sînemayê. Di wan deman de bi giştî fîlmên wek macera dikşîne û li hember otorîteyan, serhildana “Zara Enedolê” nîşan dide. Di wan deman de fîlma herî girîng “Zagona Sînoran”e ku derhênerîya wê Lutfî Akad kirîye. Bi vê fîlmê Yilmaz Guney êdî digihîje hostatî û hunerîya lîstikvanîyê.

Di sala 1971an de bi tawanbarkirina alîgirîya Mahir Çayan û endamên din yên Partîya Rizgarîya Gel ya Tirkîye (THKP) du salan dîsa tê girtin.

 

Yilmaz Guney di wan salên xwe yên girgtîgehê de li ser sînemagerîyê dixebite û nivîsan ji kovara xwe ya “Guney” re dişîne.

 

Piştî du salan ji hepsê dertê. Di sala 1974an de fîlma “Heval” dikşîne. Di heman salê de, bi navê “Xem” dest bi fîlmek teze dike. Di demên kêşanîyan de li navçeya Yumurtalik ya Enqerê, di gazînoyek de dadgerê navçê dikuje û bi qasî 19 salan ceza dixwe. Heta pênc salan radizê.

 

Di girtîgehê de seneryo ya fîlma “Bir” û “Rê” dinvîse. “Bir” ji alîyê derhêner Zekî Okten tê kişandin, “Rê“ Şerîf Goren çê dike. Bi taybetî “Rê” li derva eleqeyek mezin dibîne û di Festîvala Fîlman ya Cannes de xelat hildide.

 

Di sala 1981an de ji girtîgeha nîv vekirî ya Sparta fîrar dike diçe Fransayê û li wir cîwar dibe. Li Fransayê jî navber nade xebatên xwe û fîlma “Dîwar” dikşîne. Ew dibe fîlma wî ya dawî.

 

Yilmaz Guney, salên xwe yên dawî li Parîsê derbas dike. Lê li wir bi nexweşîya pençeşêrê dikeve. Di 9 Îlon 1984an de li Parîsê jîyana xwe ji dest dide. Gora wî li Goristana
Pere-Lachaise di beşa 62an de ye.

 

Em di 83 salîya wî de ev hunermendê nemir, birêz jibîr tînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Şîrove 2

  1. haluk_ozt@hotmail.com

    Di vê nivîsê da Zerdûşt Öztürkbehsa salên xwe yê zarokatîyê jîyanî çandî û siyasî ya Dutaxê dike. Min jê hezkir ji ber ”şehrê” yekemîn ku mi dîtîye Dutax e . Cara yekemin min dikan dîtin,ku wek sandoqên çerçîyan bîna sabûna lewanta, biskuvtan, helewan şehran û gelek tiştên din dîtin. (Ev bi çavê zarotîyê). Dutax navenda îdarı-siyasî ya Entabê ye, Entab di dîroka dewra Osmanîyan da carna girêdayî Bazîdê, carna bi Bazîdê ra tevayî girêdayî Erzurumê yan jî Wanê bûye.Welatê bav û kalan…
    Ew erebên ku nivîskar behs dike sîîrtî eslê xwe da ne erebin, erebî xeberdirdin lê yahûdîne (cihûne). Herçî tirk in, ew jî azerî û terekemen e, osmaniyan di salên 1800î da li eşîrên mezin wek sîpka û hesanan barkirinei, gotine van muslumanan bi cî bikin. Wan jî berî birayên xw yên êzdî dane ûrisetê, li şûna wana terkeme li Dutaxê û Kopê bi cî kirine…

    1. Neo
      Neo

      Şiroveya kek Haluk wek gotarê xweş bû û tê da rûpelên dîroka me hene.

      Siap ji bo Zerdeşt û kek Haluk

Şirovekirin hatine girtin.