Roza Sîerra û Xebatên Wê

Roza Sîerra û Xebatên Wê

Hevpeyvîn: Mela Mihyedîn

 

Folklor pişta mirov û gelan e. Mirov û gelê bê pişt nikarin li ser pîyan bimînin. Herdem bi xêra xebatkarên folklorê folklor xwe dighîne pêşerojê û dibe nemir. Folklor pireke qewîn e di navbera paşeroj û pêşerojê de. Li ser folklorê Roza Sîerra xebatên hêja dike. Ev demek dirêj e ji bo berhevkarîya folklorê dixebite.

Me xwest em wê û xebatên wê ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wê kirin û wê jî bersiv da pirsên me.

 

Tu ji me re dikare hebekî qala jîyana xwe bikî? Roza Sîerra kî ye?

Ez ji Farqînê me, min li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Beşa Wêje û Zimanê Kurdî xilas kir, berhevkarîya keresteyên çanda Kurdî dikim, niha jî yek ji edîtorên Podcast Kurdîyê me. 

 

Ev çend sal in tu tûrîkê xwe ji berhemên folklorê tije dikî?

Nêzî çar sal e. 

 

Folklor ji bo te çi îfade dike?

Li gorî min, folklor dengê rabirdûyê ye, lê di heman demê de dengê îroyîn e jî. 

 

Dema te biryar da tu yê berhavkarîyê bikî û welat bi welat bigerî, ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di berhevkirina xebatên folklorê de ji te re bûne alîkar?

Malbat û kesên derdora min hertim bertekên erênî nîşan dan û bûn alîkar, mala wan ava be. 

 

Dibêjin folklor pişta meriva ye. Çiqasî folklora miletekî zêde be pişta wan hewqasî qewîn e. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Bi rastî jî ji bo ku mirov karaktera netewekî baş nas bike divê mirov berê xwe bide folklora wî netewî. Ji edebîyatê bigrin heta dîrokê, ji fîlozofîyê bigirin heta civaknasî û zimanzanîyê, hemû war xwe li folklorê digirin. Mirov di nav keresteyên folklora kurdî de her cure jîyana kurdewarîyê, hizr û felsefeya kurdan, dîroka kurdan û taybetmendîyên Kurdistanê dibîne. Lewma jî em dibêjin folklor pişta me ye.

 

Folklor, Wêjeya Devkî û Zargotin, bi te kîjan peyv rasttir e?

Bi ya min hemû dibin ,lê di zaravayên kurdî de ji bo zanista folklorê bi kurmancî bêtir “zargotin” tê gotin.

 

Bloga te heye li ser berhevkarîyê (rozasierra.blogspot.com) tu dikarî hebekî ji me re behsa xebatên xwe yê blogî bikî? Ev demek dirêj e bloga te pir ne çalak e, gelo sebeba vê yekê çi ye?

Bi rêya platformên dijîtal mirov dikare xwe bigihîne gelek kesan, êdî înternet bûye parçeyekî jîyana me, divê em ji van derfetên heyî sûdê werbigirin. Min jî hewl da bi rêya platformên wek blogspot û youtubê karê xwe yên berhevkarîyê belav bikim. Rast e, ev demek dirêj e bloga min ne pir çalak e lê ji ber keftûleftên jîyanê dibe ku carna çalak be, carna jî ne çalak be. 

 

Ev demek nêz e Podcasta Kurdî dest bi xebatên xwe kirîye. Tu dikarî ji me re behsa avakirina wê bikî? Armanc û xebatên we dê li ser çi bin?

Weke weşaneke medyayî podcast li gelek welatên cihanê berbelav bûye, me xwast ev platform di nav kurdan jî bi cîh bibe.

Me 21.03.2020an bi dirûşmeya “Evder Podcastkurdî ye û Podcastkurdî qise dike” li platformên podcastan yên weke spotify, saounclodud, googlepodcast û hwd… û ji malpera xwe ya bi navê podcastkurdi.com dest bi weşanê kir.

Em dixwazin bi rêya podcastkurdîyê, nûçe-analîz, zanyarî û geşedanên dawî derbarê sîyaset, huner, sînema, kultura kurdî de xwe bigihînin bi hezerên kurdan.

 

Cara pêşî ji bo xebatên folklorê kovara “Folklora Kurdan” derket. Piştî Folklora Kurdan emrê xwe temam kir, kovara “Folklora Me” derket. Ev her du kovar ji bo folklora me Kurdan xebatên çawa dikin? Xwîner xwe çawa dikarin bighînin van kovaran?

Her du jî xebatên pîroz in û ji bo folklorê çavkanîyên baş inm bêtir danasîna çanda gel dikin û giringîyê didin xebatên berhevkarîyê. Ger xwîner bixwazin, dikarin bi her awayî xwe bigihînin van kovaran. 

 

Gelo wekî Celîlê Celîl îhtîmal heye li ser folklorê tu pirtûkan derxînî?

Celîlê Celîl nêzî pêncî salî ye bê navber karê berhevkarîyê dike. Hêvîya min ew e ku em jî bibin şagirtên wî. 

 

Bêhtir tu ji kîjan cureyê folklorê hez dikî?

Tesîra çîrokan li ser min zêdetir e. Ji ber ku çîrok ji alîyekî de hînker in, ji alîyekî de mirovan difikirînin, ji alîyekî de jî şîretkar in.

 

Tu dikarî ji me re behsa dîroka berhevkarîya folklora Kurdî bikî? Kîjan camêr û canik di vê rê de xebat kirine?

Bersiva vê pirsê pir dirêj e lê bi kurtasî ez dikarim bêjim ku, ji alîyê berhevkarî û tomarkirinê ve xebata herî berfireh di salên 1850î de ji alîyê Mela Mehmûdê Bazîdî hatîye kirin. Piştê wî kovar û rojnameyên wekî Kurdistan, Şark ve Kurdistan, Yekbûn, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Zarî Kurmanî, Rya teze, Hawar, Ronahî, Roja Nû û yên heta roja me ji bo folklora kurdî çavkanîyên gelek girîng in. Herwiha rewşenbîrên wek, Kurdîyê Bitlîsî, Mehmet Mîhrî Hîlav, Law Reşîd, Hilmîyê Siwerekî, Memduh Selîmbegî, Kemal Fewzî di warê berhevkirin, tomarkirin, wergerandin û weşandina keresteyên folklora kurdî de çavkanîyên girîng in. 

 

Herkes dikare berhavkarîyê bikî? Kesê berhavkirî kir wê çawa bikaribe xebatên xwe biweşînî?

Piştî hînbûna rê û rêbazan helbet herkes dikare berhevkarîyê bike. Dikarin ji platformên online yan jî bi rêya weşanxaneyan biweşînin.

 

Ji bo berhavkarî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Divê keresteyên berhevkarîyê bi metodên zanistî werin tomarkirin, parastin û vejandin.

 

Xebatên te yê pêşerojê çi ne?

Ez hewl didim ku li ser folklorê bi awayekî sîstematîk û zanistî bixebitim. 

 

 

Ji bo temaşekirinê: https://www.youtube.com/channel/UC_sTxO-sxharFbPPeWb3AaA

Ji bo guhdarîkirinê: http://www.podcastkurdi.com/category/roza-sierra-turik/

Ji bo xwendinê: https://rozasierra.blogspot.com/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev