AMACA RÛXANDINA GORÊN ÊZÎDIYAN ÇIYE?

AMACA RÛXANDINA GORÊN ÊZÎDIYAN ÇIYE?

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Kesên ku gorên Kurdên Êzîdî bi navê ”Kurd”an rûxandibin,

 xisara herî mezin dane kurdayetiyê!

 

Çend roj berê hate ragîhandin ku hin gorên Kurdên Êzîdî yên li herêma Bişêriyê ji aliyê hin kesên nediyar ve hatine rûxandin. Gelo amaca rûxandina wan goran çi ye?

 

Li virê çend pirs tên hişê meriv:

Gelo ew gor ji aliyê kîjan baweriyê ve hatine rûxandin?
Gelo sedemê rûxandinê çi peyam e ku dane Kurdên Êzîdî?
Gelo rûxandina wan goran, çi sûd dide bisilmanan?
Gelo Kurdên Êzîdî heta niha çi xisar dane sazî û dezgehên îslamê?

 

Bêguman Kurdên Êzîdî beşek in ji Neteweyê Kurd.
Ola Ezdatiyê, pir kevnar e û heta ji 15 hezar salan zêdetir mêjuya wê heye?
Heta niha bisilmanan, hin Kurdên bisilman jî tê de, gelek ferman li Kurdên Êzîdî kirine. Ew hawe jî, vajiyê ola Îslamê ye. Lewra di Qurana pîroz de Xwedayê mezin bi ayetekê gotiye: LEKUM DÎNUKUM WE LIYE DÎN! Ango dînê we ji we re û yê me ji me re.

 

Kurdên êzîdî, hemwelatiyên dewleta ku lê dijîn in.
Kurdên Êzîdî bac didin wê dewletê.
Kurdên Êzîdî leşekrî ji wê dewleta ku lê dijîn re dikin!
Kurdên Êzîdî, heta niha nehatiye bihîztin ku xisar dane bisilmanan an saziyeke îslamê!

 

Ez kurdekî bisilman, sune û peyrewê Nexşebendiyê me. Herweha bav û kalên min jî, tev mela û xwedîmedrese bûne.
Îro jî, 3 gundên Kurdên Êzîdî ji eşîra min hene.
Yanî DNAya min çi be, ya wan Kurdên Êzîdî jî her ew e!

Îcar li gor tore û zagonên herêmê, ew kesên ku xisar dane gorên Kurdên Êzîdî, eger bi navê bisilmantiyê kiribin, wan xisara herî mezin daye Îslamê! Lewra zagora Îslamê weha dibêje: Kuştin bi kuştinê, birîn bi birînê, şkandina diran bi şikandina diranî ye û gwd. Hingê mafê wan jî çêdibe ku ew jî gorên bisilmana birûxînin. Lê Kurdên Êzîdî bêtoretiyeke wisa nakin.

Na, eger ew kesên ku gorên Kurdên Êzîdî bi navê ”Kurd”an rûxandibin, xisara herî mezin dane kurdayetiyê! Lewra çu civateke bisilman, xisar nade kesên ji nijada xwe yên ne bisilman. Mînakên vê pir hene.

Ez dîdevan im ku carekê Kurdekî Êzîdî û Filehekî Suryanî hatin cem bavê min gotin:
. Seyda, em hatine ba te Şerîetê.
Bavê min du-sê rîspiyên gund jî anîn û şerîeta wan kir. Herdu aliyan jî biryara şerîetê pejirand.

Pêşîlêgirtina kiryarên wisa yên kirêt, pêşî divê oldarên Kurd, rîspî, mela û şêxên Kurd li dij derkevin. Piştre desthelatiya dewletê li gor zagona xwe seza bide lêkeran.

Kiryarên wisa kirêt, nayên jibîrkirin û bi sedê salan dê bêtin gotin.

Bi hêviya ku rûdanên wisa dubare nebin…

 

Wêne ji rûpela êzdînas Kemal Tolan

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev