FOLKLOR Û ROMAN

FOLKLOR Û ROMAN

Husên Duzen pirsî, Remezan Alan bersiv da

 

Van rojan babeta wêjeya bedew î fîktiv û ya devkî ango ya folklorîk bû babeta gotûbêjekê. Vê gotûbêjê bêtir wek cûdatiya di navbeyna mitirbiyê ku bêtir wek nûnera wêjeya devkî ya folklorîk û nivîskariyê ku mîna nûnera wêjeya hemdem î çêkirî tê hesêb hat meşandin. Berî çend salan min bi Remezan Alan re derbarê pirtûka wî Folklor û Romanê ku taze derçûbû sohbetek kiribû. Bêguman babeta wê sohbeta me jî derbarê folklor û wêjeya çêkirî yî nivîskî bû. Hîngê kek Remezan Alan mamosteyê Zanîngeha Artukluyê li Mêrdînê bû. Bêguman piştî wê hevpeyvîna bahsbûyî Alan, mîna gelek hevalên xwe bi neheqî ji karê wî yî zanîngehê hat derxistin. Berî bi salekê ez li mala wî ya Mêrdînê bûm mêvan û ez bûm şahidê rewşa wî yî dijwar û hêviyên wî yên ji bo siberojê.
Ji ber aktûelbûna wê min dil heye ez beşê wê hevpeyvîna bahsbûyî yê derbarê Folklor û Romanê de pêşkêşî we bikim:

 

HUSÊN DUZEN:
Kek Remezan bi damezirandina wê re -ez weşanxaneyê qest dikim- hin pirtûkên te jî di nav weşanên Peywendê de derketin. Li ser Bendnameyê em berê jî axivîbûn. Ger destûra te hebe min dil heye em hinekî li ser Folklor û Romanê rawestin.

 

REMEZAN ALAN:
Belê, ev kitêb, teza min a mastirê ye. Derbarê têkiliya folklor û romanê de ye. Ya rast, di edebiyata kurdî de çend romanên ku pala xwe didin folklora kurdî hene. Ji folklorê qest ew roman in ku îlhama xwe ji destan, çîrokên gelêrî û efsaneyan digrin. Min xwest di nav rêbazeke berawirdî û tematîk de ez li pey xal û mijarên wan ên hevpar û xweser bikevim û fêm bikim ka îro nivîsîna wan çi îfade dike, bi kîjan mebestê hatine nivîsîn, endîşeyên ku wan dorpêçkirine çi ne, li ser zemînekî sosyolojîk an edebî bi me re dipeyîvin hwd. Axir, mijareke bakîr bû jî, ez ne şaş bim di vî warî de li ser van rengan monografiyeke wisan nehatiye nivîsîn.

HUSÊN DUZEN:
Folklor û Roman, wek ku mirov bibêje kevneşopî versus modernîte ku vê dema dawî di warê siyasî de jî zehf tê gotûbêjkirin. Her weha gelek caran peyva „folklor“ ji bo biçûkirina daxwazên netewî yên li welatên mêtingeh tê bikaranîn. Ji bo ku tevliheviyek pêk neyê, ji kerema xwe re bi kurtî bibêje bê tu çi ji folklorê fam dikî?

 

REMEZAN ALAN:
Jê re xelqiyat, hikmetî avam, zargotin, zanista gel bê gotin jî şimûl eynî ye. Ji bo çanda maddî û manewiya ku di nav gel de rû daye, tê gotin. Ev wateya fireh e, di wateya teng de û bi qasî ku xebata min eleqedar dike, ew destan, çîrok û efsaneyên gelêrî ne. Li ser vê bingehê Memê Alan, Siyabend û Xecê, Kerr û Kulik, Rustemê Zal û hwd. Dema dibin romanên îroyîn û li binê wan navê romannûs tê nivîsîn, xebata min eleqedar dike. Elbet di dewra modern de bi fikra netewetiyê re ka çawa folklor payebilind bû, ji bo avakirina nasnameya netewî hat bikaranîn, pê çawa hişekî kolektîf hat çêkirin, bi riya van çîrokan endîşeyên îroyîn çawa tên temsîlkirin jî ketin nav xebatê.

 

HUSÊN DUZEN:
Ez bawer im, lêkolîneke wisa zanistî bi kurdî ne hêsan bû. Te sûd ji gelek çavkaniyên biyanî jî wergirtiye û bi kurdî nivîsandiye. Mirov dibêje qey di dema nivîsê de şikeke te hebû ku neyê fam kirin; min di hevokeke destpêkê de xwend ku te gotiye „Hêvî ew e ku bi hemû îmkanên xwe were fêmkirin û hezkirin.“ Gelo çi hişt ku tu vê hevokê binivîsî, an daxwazeke tevahî mîna ya her nivîskarê pirtûkeke nû ye?

 

REMEZAN ALAN:
Naxêr, ew tenê temenniyek e. Elbet, ev kitêb hem xwendineke tematîk, hem nimûneyê rêbaza edebiyata berawirdî û hem jî car bi car xwendineke sosyolojîk a edebî bû, min xwest ev hemû meqsed hasil bibin. Hê jî dixwazim wê temenniyê bikim.

 

HUSÊN DUZEN:
Baş e. Bi tevahî folklor mîna alîkariyekê ji bo wêjeyên ku bi dirêjahiya demê derfeta nivîsandinê bi dest nexistibûn, tê dîtin. Wek mînak nivîskarê amerîkî Paul Bowles li Muxribê bi salan jiya û beşeke ji wêjeya xwe li ser wejeya devkî ava kir û ji bo kesên wêjeya devkî nivîsandin bû alîkar. Ji cergî ez te nas dikim tu dem dem li ser vê babetê dinivîsî û mîna rexnegirekî ji bikaranîna folklorê di berhemên hevdem ên mîna romanê de ne razî xuya dikî. Şika te, rexneya te ya bingehîn di vê babetê de çi ye?

REMEZAN ALAN:
Ger qesta te „çima folklor ji romanê re dibe mijar“ be, ne wisa ye. Bîlekis, ez dibêjim roman dikare her tiştî ji xwe re bike mijar, roman cureyekî meşrepfireh e. Romana min Saturn jî li ser bingeheke/îlhameke folklorîk e. Bes ez dibêjim, roman divê folklorê tekrar neke, ji wê îlham û tesîrê here ciyekî din. Roman jî wekî her cureya modern, ferxê nûjeniyê ye, nûjenî elemetê farîqeya wê ye. Ger roman di asta tekrar û neqilkirinê de bimîne, forma nav gel resentir e, çi hewce dike mirov wê formê xera bike! Divê romannûs, tiştekî nû çêbike, ji malzemeyê ber destê xwe.

 

HUSÊN DUZEN:
Ez li hêviyê bûm ku tu analîza çend romanên ku motîfên folklorê bi şêweyekî ne biserketî bikaranîne pêşkêşî me bikî, bi min wisa hat ku beşê teorîk bêtir cîh di pirtûkê de girtiye.

 

REMEZAN ALAN:
Belê, her du beşên ewil teorîk in, lê belê beşê sêyem ku ji her du beşan berfirehtir e, navê wê qada kiryarî ye, yanê beşa pratîkê. Li ser 22 metnan, ku yek jî romaneke soranî ye, tetbîq heye. Ez dibêjim di xwendinê de te baş bala xwe nedaye sernava „Rûdana Hin Xisarên Edebî“. Ku ew binbeş dikare vê pirsa te bibersivîne.

HUSÊN DUZEN:
Baş e, kek Remezan ez bêtir dema te negrim. Sipar ji bo vê sohbeta germ.

 

REMEZAN ALAN:
Sipas xweş, bi dilşadî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev