Helalîya ronakbîrê rasteqîn jî hunermendî ye

Helalîya ronakbîrê rasteqîn jî hunermendî ye

Aslîka Qadir

Rohilatzan/hunermend

 

Heyf, ku dem û dewranên qenc yên xunedarên mînanî H. Tûmanyan, A. Îsahakyan, Çarêns, H. Koçar, Sarmên buhurîne. Niha meydan ji qafseqetan ra maye, yên ku xwe ronakbîr bi nav dikin, lê di rastîyê da haya wan ji bayê dinyayê tune, belengazên hişê xwe ne, ku bona navê erzan bi dest xin, berê xwe didin desthilatê.

Ew kesên me navên wan li jorê dane rêzê, navê profêsorîyê li ser wan tunebû, lê aqilmendên dewra xwe bûn, jîyana wana bi helalî û rûspîtîyê va dagirtî bû. Îro nûnerê ulmê Ermenîstanê kesên wek Garnîk Asatryan û jina wî, Yêxîya Naçaryan, Arşak Poladyan, Grîgor Avagyan û li rex wan jî Ezîz Temoyan e, ku xwîna wana hev digire.

Ez bi hewaskarî bala xwe didime bernameya ”Hunermendî û realîte”, xwesma dema kesekî mînanî Hênrîk Hovhannîsyanê hunermendzan rêvebirîya wê dike, ku ronakbîrê tekane ya demên buhurî û îro ye, yê ku bi prînsîpên xwe yên zanyarîyê ra amin maye – qelpîyê nekin û herdem tenê rastîyê bêjin.

Ew bi awayekî xwezayî, rasteqîn û zelal, bi tevaya kûraya ruhê xweyî paqij va temaşevan û guhdarvanên xwe heyrî dihêle. Kûltûra û morala wî a bilind wî kirine hizkirîyê temaşevanan. Ez gerekê li xwe mukur bêm, ku ez ji wî hîn dibim.

Di bernameyeke xwe da wî got, ku guh daye xeberdana karmendên beşa Kurdzanîyê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê û bi zimanê kurdî va heyrî maye, gotîye ku ew zimanekî gelekî bedew e, ku ziman tenê di zarê merivên zane da bedew e. Di bernameyeke din da profêsorê qedirgiran behsa serpêhatîyeke Hovh. Tûmanyan dikir, ku li wir nivîskarê mezin behsa merivhizî û mezinaya dilê kurdan dike. Bavê kurdê kuştî diçe bal ermenîyekî û xwîna kurê xwe li wî helal dike, çimkî şaşî ya kurê wî bûye.

Lê qesta min li vira ne ew bûyer e. Ez dixwezim bawerîyên xwe li ser bernameyeke wî a 9ê adarê sala 2020î bêjim, ku Komîtaszan Artûr Şahnazaryan mêvanê bernamevan bû.

Meriv derheqa Komîtas da xeberde û behsa rola stiran-sazbendîya kurdan di jîyana Komîtas da neke, bi kêmanî bêbextî ye. Em bikine bîra we, ku Komîtas bi stiranên kurdî va hate naskirin û bû Komîtas. Bingehê xebata wî a dîplomîyê li ser hîmê lêkolînên stiranên kurdî bû. Û ev yek femdarî ye, çimkî ruhê wî û zimanê wî kurdî bûn. Komîtas bi ermenî nizanibû, ew kurdîaxêv bû, lema jî Ûsiv beg wek wergervanê xwe bi xwe ra dibir her deran.

Bernamevan pirsekê li wî dike, ka xênji me miletên din jî hene, ku xwedî stiranên gelêrî yên dewlemend in? Birêz Şahnazaryan bersîvê dide: -Ez naxwezim navan bidim, lê gerekê Komîtasê wan miletan hebe, ku bikaribin bi kêmanî 50 kilaman raberî me bikin.

Wê demê, wek dibêjin, xwînê da serê min, min xwest bi kulmê êkrana têlêvîzyonê bişkênim, serê wî ji êkranê derxim û derbeke wisa bigihînime netika wî, ku wek ermenî dibêjin: ”sere wî jê hilqete”. Birêz Şahnazaryan behsa 1500 kilamên Komîtas yên paqij-zelal dike û di eynî wextê da pêşnîyar dike, ku em gerekê zarokên ermenîyan fêr bikin stiranên Komîtas bistirên, bona ew winda nebin. Lê birêz Şahnazaryan, eger Komîtas nakeve ruhê wan, tê wê maneyê, ku ew kilam ji ruhê ermenîyan dûr in, ew stiranên bo ermenîyan xerîb in, bi zorê nikarî tiştekî bikî, wek ku Vardapêt Komîtas digot: -Tiştê ku ne yê te be, tirsa ku tuyê wana winda bikî gerekê tunebe…

Gelo hûn ewqas dilsax in, ku ser wê bawerîyê ne ”Dilê yeman”, ku bi kurdî tê maneya ”Eman dilo” an jî ”Lêpo lê-lê”, ku bi kurdî tê bilêvkirin wek ”Lê bi ho lê-lê” û gelekên din kilamên ermenîyan e? Ew çawa bû, ku gotinên kurdî ”lawo”, ”lê-lê”, ”lo-lo”, ”Koçerî” bûne ermenî? Li vira cî ye destnîşan bikim, ku keça kurd a binavûdeng, Stiranbêja emekdar ya RF Zara (Zerîfa Paşa) û dengbêja pir navdar ya ”Bolşoy Teatr”ê ya Moskvayê Svetlana Kasyana kurd wê kilamê bi hostatîyeke mezin va distirên, ji ber ku nêzîkî ruhê miletê wan e.

Rast e, stiranên kurdî ji alîyê dengbêjên ermenîyan jî têne talankirin, xwesma ji alîyê koma ”Akûnk”ê, ku hûn – birêz Şahnazaryan, serokatî lê dikin, lê dîsa jî tirsa me tune ku emê wana winda bikin, çimkî ew kilam bi şîrê dayîkê ra tevayî ketine nava xwîna me, zargotina kurdan behreke bê binî ye…

Dostê gelê kurd yê mezin X. Abovyan weke ku gotinên min mak dike, dema dinivîse, ku bona kurdan ji cihana poêzîyayê xweştir cihan tune, û ”Her kurdek, her jineke kurd şair ji diya xwe dibe”. Binhêre ”X. Abovyan”, sal 1958, rûpel 358.

Ango, dostên me, hûn nikarin bi Komîtas va dinyayê zendegirtî bihêlin, ew ne Bethovên e, ne jî Şostakovîç e.

”Gelê kurd bi qurnan û dewranan mîrateke wisa dewlemend – zimanekî kevinare û zargotineke bêhempa – ji me ra hîştîye, ku dinyayê va eyan e. Folklora kurdî a dewlemend, ku bi destî gelê xwe yê aqilmend hatîye sêwirandin, xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Û ne kesek-du kes, lê tevaya milet ev dewlemendî saz kirîye” . Em bikine bîra we, ku em xwedî van mezinahîyan e: feylesof û şair Elî Herîrî, Mela Batê (1417-1494), Feqîyê Teyranê navdar, Ahmedê Xanîyê ji Bazîdê xwedîyê destana ”Mem û Zînê”, ku akademîsyan Orbelî wî bi nav kirîye wek şairê Rohilatê yê mezin û navê wî danîye li rex navên Fîrdoûsî û Rûstavêlî, bavê dîroka kurdan Şeref -xan Bîtlîsî, ku cildeyên wî bi çend zimanên Awropayê hatine wergerandin, Nalî û Baba Tahir, ku li cihanê deng dane. Binhêre: Lêvon Mêsrop, ”Kurdistan û kurd”, rûpel 78-79, sal 1957, Parîs. Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl ”Kurdskîy folklor”, bi du cildeyan va, sal 1978, Moskva.

Ango, gelê kurd yê 50 mîlyonê bi serî xwe xwedî 50 mîlyon Komîtasan e. De îcar, hûn bi xwe bifikirin em kî ne.

Ez dixwezim herwiha destnîşan bikim, ku Aram Xaçatryan jî naveroka balêta xwe ya ”Gayanê” ji jîyana kurdan hildaye, li wir dîmenên zozanên kurdan yên li çiyayên Ermenîstanê tîne ber çavan, ku li wir Eyşê û Armên rastî hevdu tên û ”Reqasa bi şûran” jî berê dihate binavkirin wek ”Reqasa şivanên kurd”, we navê wê guhast, ji ber ku ew navdar bû. Aram Xaçatryan miqamê ”Cirîd”a kurdan li wir bi kar anîye, ku bi wî miqamî bûka kurdan ji mal derdixin.

Çi derdikeve? Sirûda Ermenîstanê û gotin û sazbendîya wê, rengê alaya wê, herwiha alfabeya wê ne ermenî ne, lê ji xelkê çopandine, ez êdî behsa edebîyetê nakim…

Helbesta ”Gol” a Dûryan encama wergereke ji fransî ye, ku mamostayên min wek sertaca helbesta lîrîk-nazik raberî min dikirin.

Ez dikarim bêy ku dawîya wê bê berdewam bikim, lê bêfeyde ye, çimkî ermenî bi nexweşîya xwehezkirinê ketine. Temîya min li we: –bihêlin bira xelk pesinê we bide.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev