“Ez ê agirekî bi xwe û Berîya Mêrdînê xînim!”

“Ez ê agirekî bi xwe û Berîya Mêrdînê xînim!”

Nûçegihanê Riataza Ferîd Mîtan ji Qamişloyê dinivîse

Nivîskar jî di nav da, koronayê derîyê kurdên rojavayê Kurdistanê bi carekê şima kiriye û ew bi darê kotekê li malê rûnandine. Her rojavayîyek bi rengekî dema xwe dikuje; ji xewar û bêkaran ra li hev hatiye û ev qedexeya han zêde zêde li canê wan xweş tê, karkerên ku êdî li nanê zarokên xwe dimînin heyirî, timî di xem û mitalan da ne, pareka mezin serê xwe ji telefonê dernaxe û seraqet vê dunyaya gewrik dişopîne, celebek jî heye kitêbên tozgirtî ji nû ve dipelîne û qelemên xwe çerx û seqa dike. Çimkî me jîyana wan a di van rojên awarte da meraq kiriye, me di vê nivîsarê da berê xwe daye vê celeba dawîn û ji civata nivîskarên Qamişloyê du giregirên kurmancîyê neqandine. Yek jê helbestvan Ehmedê Huseynî ye û yek jî nivîskar Konê Reş e. Bi qasî ku hindik û rindik be, me bi her yekî ra kurtesuhbeteka onlayn encam daye û çend pirsên beraqil û hinên deraqil jî ji wan kirine.

 

Bi Konê Reş ra

 

–  Heke îro weşana Hawarê li Şamê hîna berdewam bûya û Mîr Celadet û Dr. Nafiz jî sax bûna; te yê ji bo vîrosa koronayê, li şûna feqeyên Deşta Hesinan, pirseka çawa ji Hawarê\Sitûna Feqehan ra bihinarta?

Min ê ji wan bipirsîya: Mîrê min, doktorê min! Vîrosa koronayê dunya daye ber xwe û ser û binê wê li hev xistiye. Da ku ev hal bêhtir belav nebe, desthilatan nimêja di mizgevt û dêran da bi fermî qedexe kiriye. Ez vê yekê baş dibînim. Hin jî dibêjin; wê dîroka dunyayê ji vê sala koronayê destpê bibe, anku “berî koronayê” û “piştî koronayê”. Wek ku dîyar e, me kurdan rêçikên qadirî, neqşebendî û newresî di Rojhilata Navîn da belavkirine, parastine û bi pêşxistine. Gelo rast e wek ku olperestên misilmanan dibêjin; mafê misilmanan heye ku her wekî Xwedê û Pêxember gotiye, nimêja xwe a cemaetê di mizgevtan da bikin. Gelo tiştê Xwedê kiriye betal nabe, hûn çi dibêjin!?

–  Tu diçî Baxçeyê Xwendinê yan na, wekî din sebra te li malê te?

Na. Piştî ku Bexçeyê Xwendinê ji ber vê hala koronayê hat girtin, êdî ez di mala xwe da dixwînim û dinivîsim. Xwendin û nivîsîn bûne parçeyek ji jîyana min! Sebra min bi xwendinê tê. Wiha fêr bûme û bi xwendinê xwe rehet dibînim. Berê, min her roj du sê saetên xwe li Bexçeyê Xwendinê derbas dikirin.

–  Aniha ji kê ra dixwînî û di nav destên te da çi heye?

Belê her roj, her heftî pirtûkek di nav destên min da heye, dixwînim. Nikarim bê xwendin bimînim. Niha pirtûka ku ez dixwînim “Kurd di belgeyên osmanîyan da” ye. Dr. Elî Osman ev pirtûk berhev kiriye. Bi zimanê erebî ye û sala 2010an li Hewlêrê hatiye weşandin. Erê, sal 12 meh ez dixwînim.

-Berî çend rojan te çend kolanên Qamişloyê li xwe badabûn, lê te “Qamişlokeke xirîxopan, bêdeng, bêtevger û bitirs dît!” Heke ev bajar, Xwedê neke, heta nîsana 2021ê wisa “xirîxopan” bimîne, tu yê çi bikî?

Ku heta sala 2021ê ev rewş li bajarê min Qamişloyê berdewam bike, ez ê agirekî bi Berîya Mêrdînê xînim! Qamişloka ku ketiye dilê min û jê dernakeve, hêlîna xwe di perava bîranînên min da vedaye û tê da razaye! Sînga wê ji kul û xem, kêf û şahêya min ra vekirî û fireh e. Qamişloka ku dilê min di çar duryanên wê da, di çayxaneyên wê da lê dixîne; ez ê wê di kefa her du destên xwe da hilgirim. Min şêst û heyşt roman ji temenê xwe li dor Qamişloyê dane hev! Ku tiştek bi Qamişloyê bê, ez ê agirekî bi xwe û Berîya Mêrdînê xînim! 

– Di tenahîya xwe da pêjnên çawa te vedigirin?

Ew pêjn min li kesayetîya min, li neteweya min û li vê cîhana bêserûber, fireh û têrnetewe vedigerînin. Carna diponijim û di ber xwe da dibêjim, xwezî temenê min 10 sal bûya ji bo ku min ecêbên di dunyayê da hatî bidîtina. Û dema ku ez bi welatê xwe û zimanê welatê xwe dibonijim, ji min ve dîyar dibe ku zimanê me maka gelek zimanan e. Çendî zimanê me bê xebitandin, ew qasî wê hunera zimanê me di dunyayê da berz û bilind bê xuyakirin. Û tirsa gelek dewletên cîran ji zimanê me ye! Dîroka me di zimanê me da ye. Erê, gelek caran ez wiha diponijim. Jixwe hin caran jî, ez di gerdûn û xakê da diponijim û ji xwe ra dibêjim; xak dayîka me ye, her tiştê me ji xakê ye û kengî be, em ê lê vegerin, pêwîst e em lê miqate bin…

Ji dil spasîya te dikim. Hêvîya min bi xortên mîna te mezin e.

 

Bi Ehmedê Huseynî ra

 

– Koronayê dunya hemî serobinî hev û li binguhê hev xistiye. Peşkên vê afatê çi qasî û çawa li jîyana te ketine?

Pirsa xweparastina ji nexweşîyê, ji çarçoveya xwe ya takekesane derdikeve û forma ka bi çi awayî her kes ji alîyê xwe ve dikare vê civakê biparêze? Rewşa me ya li Rojava ji hêlên tenduristî, pizîşkî û ji hêla alavên nexweşxane û vedîtina vîrosan, destnîşankirina astên belavbûna nexweşîyê û ji hêla derman û alîkarîya nexweşan ve, rewşeka pir nazik û pir hestîyar e. Lewra pêwîst e em vê yekê baş bizanin û ji hemû xelkê cîhanê bêhtir xwe biparêzin.

Ji alîyê hest û nest û metirsî, têgeh û çemkan ve, jixwe di herikîna demê da, mirovatîya ku îro li pêşberî mîkrobekê radest bûye, zîyaneka pir mezin gihandiye xwezayê. Mirovan tawanên pir kambax li hemberî hev kiriye, têra xwe ji hev kuştine. Reng e, belkî, ev KORONA bibe sedema ku êdî mirovatî li xwe vegere, hin yasa û zagonên nû biafirîne da ku biratîya mirovatîyê û mirovan li bin sîwaneya aştî û hezkirinê kûrtir û berfirehtir bibe. Reng e ev nexweşî bibe ezmûnek, bibe zengilê agahdarîyê da ku mirovatî dest ji qirêjên xwe berde û berê xwe bide jîyaneka din ku rêzgirtina mirovatîya mirovan bingeha pêşveçûna wê be. 

– Halê hazir, tu rojên çawa dibihurînî, rojên te “kurt” an “dirêj” in?

Di jîyanê de, weku kurdekî, weku helbestvanekî kurd, min rojên wisa giran, trajedîk û sosretane baş dîtine. Ji bîr neke ku em nifşên Sînemeya Amûdê, Helepçeyê, Enfalê, Roboskîyê û bi dehan teqîn û komkujîyan in.

Ji hêla derûnê û wijdanî ve, rojên Kobanîyê, Efrînê, Girê Sipî û Serê Kanîyê dijîm. Hovîtîya mirovan û dirindeyên ku di çeşnê mirovan da ne bi bîr tînim û êşên dayîkên kurd zeft dikim da ku ji dijminên kurd ra bibêjim: Piçekî li xwe vegerin, baş zanibin ku ev zemîn têra me mirovan gişan dike! 

– Çi dixwînî, çi dinivîsî?

Di van rojan da, balkêştirîn û dirêjtirîn wext di gel nûçeyên KORONAyê dibihure. Çendîn nûçe xemgîn bin jî lê dîsa mirov neçar e dûrî dîmenê nekeve.

Di vê germahîyê da, di vê metirsîyê da, di vê asta têkçûna rehagir a şaristanî û têgehên derewîn ên ku mirovan bawerîya xwe bi wan anîbûn da, di van kêlîkên matmayîn û surdarîya bêhempa da, “nivîsîn” aloz e, sext e û gelek caran bêwate ye. Lewra aniha bi rêya YOUTUBE min dest bi guhdarîkirina li “ÇÎROKA ŞARISTANÎYÊ” ya William James Durant kiriye. 

– Tu bi ser navenda HRRKê da naçî, te bêrîyê nekiriye?

Rastî dixwazî, KORONAyê ji bo me wekî HRRKê derfeteka pir baş bû. Serê sal û sê mehan e bê bêhnvedan û bê rawestan HRRKê di çarçoveya ku wateyekê pêşkêşî cîhana rewşenbîrî ya Rojava bike, li gor derfetên xwe, tê koşîya, xebata xwe kir û pênaseyeka rasteqîne afirand. Lê dîsa jî em civînên xwe li dar dixînin, em hewl didin ji vê wextê sûdê werbigirin û projeyên nû biafirînin.

Weke nimûne, îro em li navendê bûn, serencama mayîna me ya li malê, piştî têkilî û gengeşeyan û lêgerînan û bê xirecir û propogandeya facebookan, bi hêminî, bi dilsojî, bi ujdanekî rewşenbîrane, me li Kobanîyê 20 mal û li Qamişloyê 60 malên penaber ên Girê Sipî û Serê Kanîyê yên ku di vê rewşê da hewcedarî alîkarîyê ne destnîşan kirin. Me di cih da wekî Komîteya Kargêr a HRRKê biryar da ku di hundirê 24 katjimêran da alîkarî bigihêje wan.

Bê guman, alîkarî jî serencama kampanîyaya HRRKê ye ku di hundirê 15e rojan da bi qasî 8 milyonên sûrî berhev kir.

Tişta dixwazim bibêjim ev e: Li Rojava rûniştin guneh e! 

– Di vê xewlegehê da bîranîn û kêlîyên jibîrbûyî serlêdana te dikin? Heke erê be, çi ne?

Tu dizanî rewşa welatên Ewrupayê ne baş e, keça min Êvar û kurê min Bazyar li Londonê ne, birayekî min li Swêdê û yek jî li Elmanyayê ye, bi dehan dost û hevalên min li seranserî wan welatan dijîn, mirov neçar e bi wan mijûl bibe.

Berî du rojan kurxalê min li Amûdê çû ber dilovanîya Xwedê, Iqbalê kurê nivîskar û mamostayê me Deham Evdilfetah jî li Holandayê koç kir. Lê mixabin em ne dikarin derkevin ne jî di vê rewşê da êşên xwe bi hev ra dabeş bikin.

Tişta dixwazim bibêjim: Erê em li malê ne, lê telefon û toreya civakî derfetê nade çi tiştî, her wisa “raman û hastên miqatebûna li Rojava” ku ev hala mirovkuj negihêje welatê me, hemû kêlîkan dagir dikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev