Kîjan alfabe

Kîjan alfabe

Welat Agirî

 

Yek ji mijara sereke ya me, kurdên bakur, cudatiya alfabeyan e. Ev çendeke dîsa li ser twitterê kurdên latînînivîs fikr û ramanên xwe bi devkî (zarkî) û nivîskî pêşkeşî hev dikin. Hin caran bi ezet û qulix guh didin hev, hin caran jî bi çêrr û dijûnan dikevin pêsîra hev…

Di vê mijarê de herçiqas gotinên tehl û xeyd hebe jî, hêjayê minaqeşe û gotûbêjan e. Dema mijar vedibe, ji başûriyan zêdetir, hin kurdên me ên bakur alfabeya aramî-erebî diparêzin. Dibe ku ev cehd û xeyreta wan ya parastina elfabeya başûr ji têkiliyên wan ên bi malbata Barzanî an jî Talabanî tê (dibe ku xelet bim jî). Belê, divê ev mijara giring bê nîqaş kirin, lewma:

 

  • Ev alfabe wek sînoran ketine navbera me, em kirine xerîbên hev, ne dikarin şînên xwe bi hev re bikin, ne jî şahiyên xwe.
  • Alfabeya latînî bo me hemûyan giring e, ku rojavayê welêt dest bi nivîsandina bi latînî kiriye, dîsa kurdên Sovyetê û Awrûpayê jî vê alfabeyê bi kar tînin
  • Ji xeynî çend latînînivîsên rojhilatê welêt, em nizanin ka li wê derê çi dibe, çi diqewime. Ji deh mîlon kurdên Rojhilat hema deh hezarî bi kurdiya latînî binvîsiya, em ê di halekî din de bûna.
  • Jixwe dewlemendên başûr, zarên xwe li Awrûpayê didin xwendin, yanî piraniya zengîn û xwendeyên wê derê bi îngilizîyeke native him dinivîsin him jî diaxivin. Ger weha dewam bike, soraniyê bibe zimanê wan ê duyem.
  • Gelek caran bakur tê rexnekirin, ku kurdên jorê çand û zimanê xwe naparêzin. Erê, dibe ku piraniya wan nezan û nexwendî bin. Lêbelê herroj bi sedan kes dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe dike, ku meriv nikare vê derece û zêdebûyinê li perçeyên din bibîne. 
  • Tê gotin, ku bi aramî bi hezaran pirtûk hatine nivîsandin, heke derbasî latînî bin, pirtûk wê neyên xwendin, wê bêkêr bimînin. Na, ne wisa ye, lewma kurdên Sovyetê jî bi sedan berhemên xwe ji kirîlî wergerandin latînî. 

 

Welhasilikelam, îro li bakur 30-40 hezar kurdên polîtîk, xwende û zimanperwer hene ku, meriv dikare wan wek çekdarên ziman, parêzvanên ziman bi nav bike. Gelek parlementeran, dixtoran, meleyan, dest bi nivîsandina kurdî kirine, ku heta hinek ji wan sedî sed kurdî dinvîsin. Ev ne jimareke piçûk e, wek min got herroj bi sedan kes jî lê zêde dibe.

Ha tiştekî din jî bêjim, dema Serokê Başûrê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi aramî twîttan dinivîse, 70-80 kes rt dike (parvedike), lê dema bi kurdiya latînî dinivîse ev derdikeve 700-800, ku ev jî îstatîsteke din e.

Helbet ez jî fikr û baweriyên xwe bi we re parve dikim, kesî gunehkar nakim. Lê bi ya min, kurd di derbasbûna alfabeyeke hevpar de dereng man, divê ev sînor were rakirin û çareserî jî Alfabeya Celadet e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev