Bernameyeke ser şermezarkirina hovîtîyên di hindava goristanên êzdîyan da

Bernameyeke ser şermezarkirina hovîtîyên di hindava goristanên êzdîyan da

Minaqeşeya kurdekî êzdî û kurdekî musulman di radyoya “Aştî” da

Roja 2ê nîsanê du zaneyên olî – Ednan Xêrevayîyê zaneyê dînê êzdîtîyê û Feyzullah Yalçînê zaneyê dînê îslamê – bi radyoya Aştî ya bi rêvebirîya Hacî Kardoxî li Stockholmê weke sê sietan bûyerên dirindeyî yên li Nisêbîn û Batmana Kurdistana Bakur di hindava kurdên êzdî da hatine pêkanîn minaqeşe kirin û bi dirêjahîya bernameyê weke 5 hezar kesî temaşe kir û guhdar kir û bi sedan kes jî bi nivîsên xwe va serserîtîyên anîne serê êzdîyan şermezar kirin.

Ji xeberdana birêz Ednan Xêrevayî, wek dibêjin, zanebûn û ulm dibarî, wî bi awayekî zelal û li ser bingehê zanyarîyê tevaya dilrehmîya dînê êzdîtîyê anî ber çavan, derseke bêhempa da wan kesan, ku dînê êzdîtîyê biçûk dibînin, êzdîyan ji kurdan cuda dikin, lê, wek wî ser meseleya êzdîyan azirû kir, koka me gelê kurd e, zimanê me kurdî ye, qewlên me bi zimanê me ne, welatê me Kurdistan e û ev hemû kurdeyatîyê xurttir dike û bingehê Kurdistanê qewîn û qedîm dike.

Lê dema Ednan Xêrevayî bi heqî got, ku dijminê me bi destî îslamê hewil dide dijminahîyê bixe nava miletê me, ji ber ku dijmin dema behsa dîn dike dibêje musulman hemû bira ne, lê dema kurd dibêjin madem em bira ne, bo çi heqê me nadin û mafê me tê xwerinê, li vira hevalbendê wî birêz Feyzullah Yalçîn vê helwesta Ednan Xêrevayî wisa raber kir, ku xudêgiravî ew dijî dînê îslamê ye. Lê di rastîyê da tiştekî wisa nehate gotin.

Piranîya guhdarvanan bi nivîsan piştgirîya helwesta kurdewarî ya Ednan Xêrevayî dikirin û bi tundî derdiketin dijî çend helwestên birêz Feyzullah Yalçîn, ku bi xeberdana xwe va bêy ku haya wî jê hebe, dubendî dikire nava gelê me da, wek nimûne, digot êzdî berê musulman bûne, êzdî bimirin musulman rehmê lê nakin, Şêx Adî ereb e û h.w.d. Li vir him rêvebirê bernameyê Hacî Kardoxî, him birêz Ednan Xêrevayî, him ronakbîrekî me birêz Şahîn Welî bi vîdêoya têlêfonê, him jî temaşevanan bi nivîsên xwe ew şermezar kirin, gotin ku musulmanan gelek caran zordestî li êzdîyan kirine, êzdîyan tu caran nekirine, ku duayên we bi erebî ne, yên êzdîyan bi kurdî ne. Ango, him dînê êzdîyan dînekî kurdî ye, him zimanê dînê êzdîyan bi kurdî ye.

Hilbet, helwesta birêz Feyzullah Yalçîn ji kêmzanîna wî, ji fanatîzma wî a olî tê, ku dikare zirarê bide bawermendên miletê me, gelê me û welatê me. Mesele, dema dibêje dînî êzdîtîyê ji dînê musulmanîyê çê bûye, ev helwest dikare bo dijminên me bibe bingeh, ku bêjin kurd piştî dînê îslamê peyda bûne, lê dema birêz Ednan Xêrevayî dibêje dînê êzdîtîyê bi kêmanî 5 hezar sal e ku heye, wê demê dertê ku kurd û Kurdistan bi kêmanî ewqas sal e ku hene.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev