Çima li Şengalê kampa Daîşê heye?

Çima li Şengalê kampa Daîşê heye?

Newaf Mîro, nivîskar

 

Ez gelekî li ser vî navî û vê biryarê fikirîm û min nekarî qebûl bikim û têbigihim.

Çima ev kamp li Şengalê ye?
Gelo ma ev ne radest kirina Şengalê ye, ji bo mîratxwerên DAÎŞê?
Kampa DAÎŞê ne li ciyekî din, li nav êzîdiya?
Çima ne li Basra, ne li Tîkrîtê, ne li Necef yan ne li Hewlêrê, çima li Şengalê?
Çima di nav yê herî zêde qurbanî daye û yên bi ruhê xwe û bi derûniya xwe hatiye binpêkirin û perçiqandin?
Çima yên bi qirkirinê/genosîdê re rû be rû bûyî?
Çima hê jî, yên şerpeze, bê star û war?

Em dizanin ku Êzîdî piştî komkujiya Şengalê parçe parçe bûne. Yên bi ber talan û şûrê dewleta Îslamî-Daîşê ketin. Yên li kampa û li serê rêya ketin û der bi der in. Yên li welata belav bûyî û penaber in. Yên li şûnwara jî mayî di destê aliyên siyasî de bê hêvî û mefer in. Karesat û komkujiya Şengalê didome.

Demografî û nexşeya siyasî û civakî li Şengalê hate guhertin.
Ji hev qetandina Êzidiya ya xwe bi xwe û ya bi Kurdistanê re mayînde dibe. Armancên DAÎŞê û hevalbendên wê yek bi yek pêk tên.

Nirxên Êzidiya yên dîrokî û stûnên giyanî diderizin.

Êzîdî bi giştî di nav travma û arîşeyên civakî û siyasî de ne.

Aliyên siyasî û çekdar bi vê alîgirî û xweheziya xwe, yan ez-eziya xwe, ji Êzîdiyan bêhtir alîkariya projeya îslamî, ya Daîşê û Şîa dikin. Mesela êzîdiyan ne ya sunne û şîa ye. Mesela êzîdiyan ya mayîn û nemanê ye. Mesela ne Kurd bûn, yan Ereb bûn e, mesele maf û stara Êzîdiya ye. Mesela me ne ev partî û ew partî ye, mesele parastin û avakirina war û civaka Êzîdî ye.

Mixabin heta niha, bi şêwakî ciddî partiyên siyasî, civak û aliyên Êzidî, hukumeta Kurdistanê, ya Iraq’ê û saziyên navdewletî dest neavêtine vê meselê û li hev nekirine.

Niha îleta Corona jî xwe daye ser. Êzîdî di kampa û li serê çiyayê Şengalê bi qelandin û komkujiyeke din re rû bi rû ne.
Helbet yên li derveyî axa xwe, bi nexweşiyên derûnî û çandî re rû be rû ne.

Ev Kampa Daîşê li Şengalê bête avakirin, ew tê wê wateyê Şengal radestî mîratxwerê DAÎŞê kirine.

Banga min ji bo her mirovê xwedî ûjdan û marîfet e. Ev ne mesela Êzidiya tenê ye. Ev karesat û qelandina ol û çandeke ji hezarên sala ye. Ev qirkirina çandî û dîrokê ye. Ji hev belavbûna Êzidiya, tunebûn û helandina wan e.

Bila li Şengalê çareserî bê dîtin.
Ciyê Daîşê ne Şengal e!
Ji Kampa DAÎŞê re na!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev