
Ev jina kurd a helbestvan qedirekî mezin dide malpera me,
lema helbesteke xwe ji me ra şandîye.
Em jî qedirekî mezin didin vê xanima delal û helbesta wê û çap dikin.
Narîn Omer
Tu her çaxan newavîn î
meqamên rengereng tînî
Silavên xweş ji kû hatin
bi çavên geş dimeyzînî
Silavên Dêrika Hemko
kulîlk in jê re rengîn î
Meya Indîwerê kef da
Peya lên zer dineqşînî
xeyalên dil semadar in
tu temtêl î tu raxwîn î
Buhar zû tê li canê min
erê çawa dinerxînî
Pira Bafid resen text î
bi bircan her tu dengîn î
Kevanên kevneşop rewş in
dibî rêzdar û navîn î
Ciwan û kal buharvan in
ji bo dîtna te xwezgînî
Ji Xeydayê vexwim avê
bi min xweş tête avînî
Eger çavên te bê coş bin
tu yê Xeyda bi xeydînî
Bijî Dicla çemê jînê
tu alav î tu nûjîn î
diçin tev jan û xemgînî
Kenê pêlên te dijwar hat
kela giryê min dertînî
Tu jî wek min evîndar î
bi awazên xwe zengîn î
Dibêjî min temenxort im
ez im Mem can tu yî Zîn î
Bi van peyvan dibim Basûr
diçin tev jan û xemgîn