Ozan Irmak û Muzîka Wî

Ozan Irmak û Muzîka Wî

Hevpeyvîn: Mela Mihyedîn

 

Çawa  ji bo laşek (fîzyolojîyek) zexm û saxlem xwarin û vexwarinek baş pêwîst be, wisa jî ji bo dêrûnîyek baş muzîkek baş pêwîst e. Dêrûnîyek û fîzyolojîk baş mirovan baştir dike û ji her alî ve mirovan bi qewwet dike.

Di nava deryaya muzîkê de muzîka baş wekî durr û mercana ye. Derya pir mezin û kûr e, lê tiştên bi qîmet pir kêm in. Di nava vê deryayê de xebat û muzîka Ozan Irmakî cihekî qewîn digire. Guh bidin muzîka wî û bi saya xebatên wî guhên xwe ji muzîka xirab bişon û dêrûnîya xwe qewîn bikin.

Me xwest em wî û xebatên wî ji nêz ve bas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wî kirin û wî jî bersiv da pirsên me.

 

Tu dikarî ji me re qala jîyana xwe bikî, Ozan Irmak kî ye?

Di sala 1987an de li navçeya Mêrdînê li Qoserê hatim dinyê, heta dema zanîngehê li bajarê Qonyayê jîyam, min zanîngehê li bajarê Edenayê di beşa Endazyarîya Tekstîlê de qedand. Pişt re li Mêrdînê lîsansa xwe ya bilind li ser beşa Kurdolojîyê dikir dema mamosteyên me ji zanîngehê hatin avêtin, min jî dev jê berda di nêvî de hişt. Hê jî li Mêrdînê dijîm. 

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev ji kengî ve tu muzîkjenîyê dikî?

Evîna muzîkê helbet bi gîtarê û bi muzîka rockê destpêkir ji salên lîseyê. Pêşveçûna min bi enstrumanîstî ve bû. Rojekê qaseta Metallica ya bi navê ”Reload” kete destê min, û bi wê albumê min berê xwe da muzîka Rockê, helbet wê demê li bajarekî konservatîf li Qonyayê gîtar û rock li nav bajêr pirr nedihat birûmetkirin. Heta li nava sûkê me nikarîbû bi gîtarê ve bimeşîyan, peyv diavêtin, xebera didan heta carekê jî li ser gira Aladdînê bera me dabûn, li Qonya hew tenê studyokê hebû, em jî ji dibistanê direvîyan û diçûn wir, sibê heta evarî me li komên zanîngehan guhdarî dikirin. Bi rastî tu tişt tune bû ku em hînî gîtar û muzîkê bibin. Derfet û agahî pirr kêm bûn. Bi rastî jî ez carinan bêrîya ew salên xwe yên amator dikim. Niha jî li studyoyan qeydekê dirêj dibe em aciz dibin.

Di vê rê de kîjan mirov û kîjan sazî ji te re bûne alîkar?

Ji xwe albumeke min tenê heye. Derhênerîya ”Ji Sorî” Gökçe Selim çekir. Em wî ji Sîya Şevê nasdikin û herwiha endamên Sîya Şevê gelek alikarîya min kirin. Di vî warî de ez spasdar im. Albuma min jî ji Kom Muzîkê hate weşandin û bî rêya wan hate belavkirin. 

Ji bo pêşerojê tu çi difikirî? Em ê cenabê te di nava kîjan xebatan de bibînin?

Niha ez endamê lijneya Kovara Ziryabê me. Em hejmara 4êmin amade dikin hema hema xelas bûye. Ji bilî wê beste û xebatên min ên nû jî hene. Hin stranên min dervî albuma ”Ji Sorî” mabûn ez wan dîsa dinirxînim. Formên muzîkên nû dikolim helbet dîsa di stîla rockê de ye lê belkî ez hinêkî dengê muzîkê kêm bikim. Û di heman demê de jî xebatek min î pirtûka muzîkê heye, hê min neqedandîyê lê ev demeke dirêj ez li ser dixebitîm min navber dabûyê dîsa lê vegerîyam. Niha li ser vê pirtûkê jî dixebitim. 

Tu dikarî ji me re behsa albuma “Ji Sorî” bikî? Çawa derket meydanê, tu çend salan li bendî mayî û navê çîroka wê çi ye?

”Ji Sorî” ji stranên sor pêk tê. Ji ber ku sor rengeke folklorîk e ji bo jîyana me Kurdan. Xwîn û gul û keskesor hwd. Di heman demê de bi wateyên cûdatir be jî di jîyana Kurdan de cih digre û li gorî dîtina min rengê jîyanê sor e. Min jî stranên ji sorî çêkir. Çekirina stranan dora du salan domîya. Hin stran weke ”Baraneke bi Xwîn” berî albumê 5-6 salan min çekiribû. Tu fikra min î li ser albumê tunebû vê talîyê stranen min hate bi ser hev û bi peşnîyarên derdora min jî min biryar da ku albumeke çêbikim. 

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Hezkirinên terzan dem bi dem tê guhertin bi rastî. Çawa hêst û raman di cihê xwe de namîne hezkirin jî tê guhertin. Lê dîsa jî ji ber ku ji berê de min celebên muzîka rockê lexistîye û li ser dikê bikaranîye ji rockê hezdikim. Weke muzîkjen jî ez dikarim gelek muzîkjenên Kurdî û bîyani bijmêrim. Di celebên rockê de niha bêhtir muzîkên folklorik kêfa min je re tê. Weke Orphaned Land, Junoon.. Di muzîka Kurdî de jî xebatên resen gelek bala min dikşîne.

Tu kîjan muzîsyenan wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çê kirine? Di nava albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e?

Bersiva vê pirsê gelek zor e. Weke rockbêjekî ez dikarim bêjim Ciwan Haco di asta herî bilind de ye. Weke her muzîkjen ez jî di bin bandora Ciwan Haco de mam hê jî ev bandor didome. Ji bilî wê ji xebatên Sîya Şevê gelek hez dikim, albuma wan ê dawîyê ”Li Pey Sîya Xwe” albumeke gelek serkeftîye û bi alî gotin û vegotînê ve jî nasnameya wê pirr giran e.  Albuma ”Bilûra Min” ya Ciwan Haco bi min albuma herî serkeftî ye. 

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Di dîroka muzîka cîhanê de muzîk her tim bi alî sîyaset, derûnnasî û civaknasîyê ve di nava civakan de nîşan û emarêyên gelek pêwîst derxistîye holê. Her wiha em dikarin bibêjin muzîk, civakê bi rêkûpêk kirîye. Di salên ”50î de muzîka cîhanê bi şîyara azadî û serxwebûnê ve tevdigerîya; ev nîşan da ku mirov vê şîyarê dixwazin bikin xwestekekê ramanî vê dawîyê tevgera ”68an li Fransayê destpêkir. Muzîka ”50an emareyên tevgera ”68an der dabû. Gelek nimûneyên wisa heye di dîrokê de. Ji ber ku muzîk kumulatîf e. 

Her stran xwedî çîrokek e. Starana “Baranek Bi Xwîn” çawa derket meydanê? Tu dikarî ji me re qala çîroka wê bikî? Metaforek pir serkeftî ye. Çawa dibe baran xwînê dibarîne?

Divê ev pirs ji xwedîya helbestê ji Janez Sar re bê pirsîn. Ku ez ne şaş bim di 2009an de min vê stranê ji helbesta Janez Sar çêkir. Bi rastî helbesteke dirêj jî bû wexteke dirêj jî helbest li ba min ma piştî min beste kir û mi jê destûr xwest wê jî bi kêfxweşî got erê. ”Baraneke Bi Xwîn” qala tenetîyeke û tarîtîyeke bitirs dike; belkî yê dibare ne tenê baran be an jî yê diherike ne tenê xwîn be… 

Gelo dibe ku di pêşerojê dê em bi performansên akustîk li stranên te guhdarî bikin?

Birastî carcaran performansa akustîk bikartînim. Konserên min ê Mêrsîn û Îzmîr akustîk bûn. Lê bi qeydeke xweş û bi komeke ez dixwazim performansan çêkim. Di vî warî de hin xebaten û projeyên me henin bi hin muzîkjenan re, ez ji niha de nav nedim dê baştir be, lê ez dibêm ne di demekê dirêj de ye. 

Gelo bi te divê stran ji bo kêfxweşîyê be an jî divê derd û kulên civakê bîne ziman? Bi gotinek din: dive hunera ji bo hunerê be an jî ji bo gel be?

Huner ji bo hundir e. Ewil ji hundir destpêdike û pewiste ku ji vir destpêbike. Dawîyê şax dide û dibe kêfxweşî an êş an jî hêstedarîyeke civakî. Lê ev muhîm e ku berpirsyarîya muzîkê estetîk e. Ger her vegotin an jî nirxandin bi çarçoveya formê muzîkê de nirxên estetîk bihewîne. Di vî warî de meriv çiqas jêhatî be ewqas jî karî xwe bigihînê ew nirxên estetîk ya guhdarvanan jî. 

Herkes dikare starnan bêje û bibe hunermend? Çi cudahî di navbera “stranbêj” û “hunermênd” de heye?

Stranbêj tenê distrên û mirovên xwedî yetenek in belê hin ji wan gelekî jêhatî ne. Lê helberîn nabe asteke girîng ji bo wan; çimkî armanc strandin û performans e. Stran û strandin kirde ye. Lê hunermend divê xwedî şewaz bin. Hunera wan ger bibe camid (bireser) çimkî armanc ne tenê performansa wê hunerê ye; armanc helberîn, dîtin, bihîstîn, berpirsyarî ye. Ji bo Şakiro meriv nikare bibêje tenê sewtek xweş û dengbêjekî xurt e; di heman demê de dîrokzan e û gotyarekî serkeftî ye ji ber ku hunera wî tam di wî xalê de xwe temam dike. Ango stranbêjî nirx e hundermendî afirandina nirxan e. 

Bi te muzîka Kurdî niha di çi astê de ye?

Bi min muzîka Kurdî di asteke bilind de ye. Hin kes rexne bikin jî albumên gelek serkeftî û resen derdikevin. Stîlên nû ez dibêm belkî piranî di van deman de hate ceribandin. Blues, rock, rap, tevgerên jazz û hwd. Ên ku dibêjin tiştên nû dernakevin bi min guhdar nakin an jî guhê xwe nadin. Lê du tişt hene ku ez dixwazim bibêjim. Yek ji wan; wexta albumeke tê çêkirin ger xwedî nasname be. Ji bilî albumên konsept pêwîste ku ew album perspektîfa wê hunermendî jî der bide. Di vir de resentî hinekî dixetime û ji cihê dixetime ve di şûn de vedigere. Ev veger heger ceribandinek be temam e lê alimandinek be piştî demekê wê têk biçe. A duduya jî xwerexnekirinek e; di nav muzîkjenên Kurd bi taybetî yên nifşên nû de tevgereke apolîtîk heye. Helbet sedemeke veya tevgera sîyaseta desthilatdar e. Lê dîsa jî di demên wisa de muhîm e ku em hinekî dinê wêrektir bin. Rewşên ne baş ne tenê mijara sîyasete ye di heman demê de mijara hunerê ye jî. 

Li ser muzîkjenên kolanê yên Kurd çi difikirî?

Di vî warî de bi rastî gelek nîkaş hate kirin. Ên ku derdikevin kolanan gorî bala min kişandîye ciwan in û di kolanên herî qelebalix de performansan pêk tînin. Helbet bi awayeke xwerêdan ango bi popularîteyê tevdigerin. Ev ji bo ciwanekî rêya herî hêsan e. Tu tenê distrê, nirxên hunerî nafikire û ne hewce ye ji xwe, hewcedarîya tu axaftin û xwe pêşwazkirinekê jî ne hewce ye. Danûstendinekê bêkêmasi ye. Veya di her derê dinê de heye; performansan bidê çepik û popularîteyê bistîne. Heta vir her tişt temam e, tiştê netemam; muzîka ku tê çêkirin bi zimanê Kurdî ye. Ez vê weke xwebişaftinekê dinirxînim lê xwebişaftinê jî meriv ger di nav  sîyaset û emperyalîzma çandî de binirxîne. Ango; kolan a kê ye; muzîk a kê ye! Veçirrandina vê, bingeha binhişîna vê bûyerê ye. 

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Berê muzîkjen di sazîyan de dicivîyan û karên kolektîf dikirin. Sazî cihê hevditînê bû ji xwe. Piştî bandora sazîyan kêm bû û di heman demê de jî teknolojîya qeydan jî hêsantir bû û pêv tevgera kolektif jî holê rabû. Bi rastî xebatên bi komê re gelek zehmet e. Niha meriv nikare çar kesan li hev bicivîne. Lê dîsa jî muzikjenên Kurd ji hev haydar in, diçin konserên hev an jî di qeydan de alî hev dikin. Em dikarin vê jî weke tevgereke kolektif binirxînin.

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka Kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjênên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Ewil dengê xweş bi tenê nabe pîvana muzîkek serkeftî. Ya din jî ji ber nirxên guhdarkirina muzîkê guherîye. Mirov li hesabên medyaya civakî dinêrin. Têgihiştina muzîkê berê kedek bû anha ji ber înternet û reklaman bûye tiştekî hê hêsantir. Helbet wexta wisa be nirxandina muzîkê ya bi alî guhdarvanan jî deforme dibe. Bi min ji bo muzikjenên ku bi perspektîfekê berfireh muzîkê dikin ev tişt ne ewqas muhîm e. Çend kes dişopîne an jî naşopîne li gorî şexsê min ne pîvan e. 

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî Kurd dikarin bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Muzîk bixwe zikê xebatkaran têr nake. An tê xebatên populîst bike yan jî tu hêvîya te yî jî alî qezenckirina pera tune be. Çimkî album nayê firotin û ji konseran jî qezenckirina pera tiştekî gelek zor e. 

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Ji bo pêşketina muzîka Kurdî; Kurd pêwist e, Kurdbûn pêwîst e, binhişîna vê bûyerê muhîm e. Ev bingeh di nava xwe de helbet ziman jî dihewîne. Xwendin, lêkolan, fêrbûn û hînbûna bi Kurdî, dê helberînên resen jî der bide. Di vî warî de jî ez hêvîdarim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev