DEMAX

DEMAX

Kurê Reşîd

 

Demax navê gelemperî ye ji boy pêkhateya nav kilox. Herwisa beşa serekî ya demarekoendama navendî ye. Pir caran ji dewsa demax peyva mejî tê bikaranîn, lê bi eslê xwe mejî beşek ji demaxê ye.

Çêbûna raman, hest, bîranîn, huner û ji hawirdorê agahdarî bûyîna mirov, xavbûn û girjbûna masûlkeyan û livîna mirov bi destê demaxê pêk tê. Lê piraniya xebatê demax ji boy kar û xebata laş û avakirina hevsengiya navîn a laş e.

Giraniya asayî ya demaxê mirovek gehiştî, bi qasî 1400 gram e û 100 bîlyon (mîlyar) demarexane lixwe digire. 

Demax ji


-mejî,
-demaxê navê,
-qedê (stûn) demax û ji
-mejikê pêk tê.

 

Demax di nav hestiyê kiloxê de, ji aliyê perdeyên mejî û şileya mejî-dirkepetik ve dorpêçkirî ye.

Perdeyên mejî û şileya mejî-dirkepetik, valahiya navbera demax û kiloxê tijî dikin.

Şileya demax-dirkepetik ji boy xwedîkirina demaxê, madeyên sûdbexş dabîn digihînin boy xaneyên demax.

Herwiha şileya mejî – dirkepetik mîna balifek destek dide demax û wî ji derbeyên hawirdorê diparêzê.


Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev