Di têkoşîna doza Kurdistaneke Serbixwe de têgiheke giring; DIRUSTÎ

Di têkoşîna doza Kurdistaneke Serbixwe de têgiheke giring; DIRUSTÎ

Şemsettin Işıklı

 

Dirustî di jiyana me de têgiheke giring e. Herkes li gor xwe ji alî kesanî, wîjdanî an exlaqî ve wate lê bar dike. Bi giştî yê/ya ku derew, durûtî, sextekarî nake û kesî naxapîne ew wek mirovekî/e dirust e, lê gava ku wan karan bike wek nedirust tê binavkirin. Yanê ev têgih hem ji bo pesindayînê û hem jî ji bo zemkirinê di rewacê de ye. Hin caran jî her kes li gor xwe wek keyfî dixebitîne.

Dirustiya herî mezin û watedar ew e ku mirov ji xwe re, ji kesaniya xwe re, ji bawerî û hizrên xwe re, di nav xwe de dirust be. Dirustî ew e ku mirov xwe bi xwe nexapîne, ji xwe re bahaneyên nerast çêneke, rastiya xwe ji xwe veneşêre, hemû kêmasî, guneh û şaşiyên xwe di nav xwe de bipejirîne. Dirustiya rastîn ew e ku mirov ne li gor dinyaya derveyî, ne li gor nêzîktêdayînên kesên din, ne ji bo xwenepixandinê lê li gor rasteqîniya xwe, li xwe binêre û li gor wê kesaniya xwe binirxîne û bipejirîne. Îcar di vê nirxandin û pejirandinê de jî divê mirov ji xwe re dirust be û bi heqîqeta xwe ve lihevkirî be.

Gava ku mirov ji xwe re, di nav xwe de dirust bû, divê mirov ji rasteqîniyên xwe re jî dirust be. Ew rasteqîniyên ku em anîne pê, ew rasteqîniyên ku em kirine kes û mirov.

Sîstema dagirker lê xebitiye û dixebite ku me ji kesaniya me dûr bike, kesaniya me bêkes bike, ji hev de bixe da ku bikare lê hikim bike. Û armanca wê ya sereke jî ew bûye û ew e ku me ji rasteqîniyên me biqeşêre û tazî bike.

Sê heb rasteqîniyên me yên sereke hene: Milet, ax û zimanê me.

Gelo sîstem çiqas bi ser ketiye? Sîstem çiqas me ji dirustiya me ya navxweyî dûr kiriye? Dirustî ew e ku em hay ji nedirustiya di nav xwe de bimînin û qebûl bikin. Dirustî ew e ku em nelihevkirî, hevnegirtî û nakokiyên di nav dil û serê xwe de bibînin û li gor wê helwêst bigirin.

Em bifikirin ka em ji axa xwe re çiqas dirust in. Em bihizirin ka ji navê ax an welatê xwe re em çiqas dirust in. Em biramin ka welatê me yê dagirkirî çiqas ji me re derd e û em çiqas li ber dikevin û ji bo wê diêşin. Û em welatê xwe çiqas dinasin?

Werin em hilînin û danin ka em ji neteweyê xwe re çiqas dirust in. Werin em bihêjînin û bipîvin ka em ji hêjayiyên miletê xwe re çiqas dilsoz û hestiyar in. Em muhasebeyekê bikin ka em ji hemû pêkhateyên miletê xwe re bi rastî jî adil û hesas in. Bi rastî jî em kesayetiya xwe ya neteweyî di nav xwe de dijîn, kesayetiyeke me ya yekpareyî, hevgirtî û xweser heye, gelo?

Zimanê me? Gelo em li hember zimanê xwe dirust in? An jî bi awayekî din; em li hember bikaranîna zimanê xwe çiqas nedirust in? Bikaranîn an nebikaranîna zimanê me çiqas ji me re derd e? Dirustiya me ya ji bo bikaranîna zimanê me diyarde û pîvaneyeke kifş û berbiçav e.

Dirustî ne tenê bi gotinî hayjêmayîn û qebûlkirin e, lê ew e ku mirov ji bo dirustbûyînê biryareke misoger (vebir) bide.

Dirustiya herî rastîn û herî giring ew e ku mirov dawî li nedirustiya xwe bîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev