ŞEWBA KORONAYÊ

ŞEWBA KORONAYÊ

Şeyhmus Özzengin

Wê cîhanek çawa derkeve ber me?

 

Şewba Koronayê bi carekê de jîyan daye sekinandin û cîhan teslîm girtîye. Wê çiqasî bajo, ne dîyar e. Du meh, sê meh an jî hîn pirtir?

Wê ev rewşa ku em niha tê de ne, bi xwe re çi bibe û çi bîne?
Bandora Şewba Koronayê, wê jîyanek çawa derxîne ber me?
Hêla erênî û neyênî emê çawa ji hev veqetînin û binirxînin?

Şewba Koronayê bi derketina xwe re tehdîdek mezin çêkir li ser jîyana mirovan:
Dewletên ku hêla xwe ya tendurustîyê bi şêweyek zanistî baş organîze nekirine, bi girseyî tûşî tehlûkeyeke mezin bûn. Dewletên wek Îran, Tirkîye, Hindistan, Pakîstan îhtîmala ku bi tûşbûna milîyonan re tendurustîya van welatan hilweşe.

Wê wextê wê xeterîyek mezin derkeve holê. Ev jî wê berpirsîyarîya îktîdaran derxe holê. Di virde qîmeta tenduristîya mirovan zelal dibe, ku her dewlet wê ji bona tenduristîyeke pêşketî mecbûr be xwe nû bike. Sazîyên tendurustîyê di ber çavan re derbas bikin û parastina civatê esas bigirin.

Wê demek dirêj mirov di malên xwe de bimînin û bi malbatên xwe re, bi cîran û merivên xwe re di têkilîyek û caribandinek mirovî da bin.

Wê hestên hevkarî, alîkarîyên mirovî carek din geş bibin. Mirovên xwedî hêz, xwedî derfet wê carek din li hestên mirovî vegerin û bibin alîkarê derdorên xwe.

Wê demek dirêj perwerde, huner, aborî, çûn û hatin, kirîn û firotin û xizmetguzarî raweste. Wê ev pirsgirêkên civakî, derûnî jî derxîne ber me. Wê pir sektor wenda bikin. Ev hêlên neyênî yên vê vîrusê, wê mejîyekî kollektîf jî derxe ber me. Wê yek yek mirov û civatê nêzî hev bike. Wê rewşek nû, derûnîyek nû derxe ber me. A girîng di vir de ew e ku civat ji bona pêşeroja xwe, xwe ji hêla derûnî de amade bike.

Di vir de qenaeta civaknasan ew e ku; “divêtîya mirovan û civatê bi tiştekî wilo hebû. Beşek mezin ji civatan balansa civakî terikandibûn û ezezîyek (egoîzmek) xerab geş dibû. Berê me berbi civatek asosîyal de; civat bê armanc, berbi hilweşandinê ve diçû. Herêmên di bin bandora şer de rûbirûyî karesatên xerab dibûn. Mixabin hêla din jî di nav dewlemendîyek mezin de dijîya. Civat ji hêla epîk de berbi hilweşandinê ve dîçû. Wê ev qeyrana global bi xwe re di vî warî de jî nûbûnek erênî derxe holê.”

Li henber Şewba Koronayê tedbîrên mirovî derxist ber me ku, feqîrî û dewlemendî li henber şewbek wilo bibandor, zêde şans nade mirovan. Zengîn jî, dewlemend jî canek wan heye û ew can dema ku tûşî tehlûkê bibe, dikevin yek mercî. Ev jî wê di nav dewlemendan de bibe sebebê geşbûna parvekirina hestên mirovî.

Wê metirsî bandorek neyênî li ser aborîya civatan bike:
Ev jî wê bi xwe re bilez û bez avakirina jîyanek nû, hestên berpirsîyarî derxîne ber me. Derûnîyek berpirsîyar, çêker wê derxe ber me, ku bêrawest bixebite. Qîmeta xebatê û keda mirovan wê bi xwe re ruhekî nû derxîne ber me. Stratejîya jîyanê têt guhertin û ji bona parastina xwezayê, mirov wê bêtir xwe berpirsîyar bibîne.

Binpêkirina xwezayê zerarên pir mezin daye jîyanê. Ji bona berhevkirina diravan, xweza kirine qurban. Ev jî tehlûkên jîyanê û mirovî derdixe holê. Di vî warî de jî wê guhertinên mezin derkevin ber me.

Dewletên bi hêz û xurt, wê yasayên navdewletî amade bikin û pir dewlet mecbûrî van yasayan bibin.

Demek dirêj e mirov ji xerckirina diravan, çûna restorant, sînema, şanoyê, operayê, konserên muzîkê dûr in: Piştî bidawîbûna tehdîda vê Şewba Koronayê, wê mirov bi çavekî birçî êrîşî van cîh û waran bikin. Ev jî wê şewqek ji bona jîyanek nû derbixe ber civatê. Wê bibe sebeb ku bandora derûnî ya vê Şewba Koronayê kêm bibe.

Destpêkê wê tirsek mezin a mirinê derxe ber me. Piranî jî ev bandor, li mirovên ji salên 60î û bijor de bandorek derûnî jî çêbike. Lê paşîyê, hêdî hêdî mejîyekî berpirsîyarî, kollektîf û parêzger derkeve ber me ku; “em bi hev re civat in, yeko yeko mirov bi serê xwe û ji hev dûr ji tiştekî re nabin”(!). Ev jî wê bandorek erênî-civakî ava bike.

Wilo xwîya dike ku wê Vîrusa Koronayê roleke mezin di aborî, hêla civakî û derûnîya mirovan de çê bike. Wê cîhan xwe ji nû ve birêkûpêk (reorganîze) bike.

Bi boranek bihêz û xwedî bandor, cîhanê dest bi kirasê xwe yê guhertinê kirîye.

Em Kurd bê dewlet in. Miletê bê dewlet, bê parastin e. Di vir de Kurd, ji bona ku pir qurbanîyan nedin, divê li xwe, li malbat û derdorên xwe xwedî derkevin. Bazirgan, karsaz û dewlemendên Kurdistanê divê ji civata xwe re alîkar bin. Bi berpirsîyarîyek ku „em bi hev re milet in û bi hev re hene“ tevbigerin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev