ÇEND TÊBÎNIYÊN G.W.F. HEGEL (1770-1831)

ÇEND TÊBÎNIYÊN G.W.F. HEGEL (1770-1831)

Gird Elî

 

…dîroka miletekî ya objektîv cara pêşin bi hebûna ilmekî dîrokê ya wî miletî dest pê dike…

“Ji keyan, rêvebirên dewletan û ji gelan tê hêvîkirin ku ji tecrubeyên dîrokê fêr bibin ibretê bigrin. Lê ya ku tecrube û dîrok destnîşan dike berovajî vê ye, ne key, ne rêvebirên dewletan û ne jî xelk tu caran ji dîrokê tiştekî fêr nabin û li anegorî wê tevnagerin. Her heyam taybetmendîyên xwe hene û xelk li gor şert û mercên dema xwe tevdigere û biryarên xwe dide.”

Dema dibêjin ku armanca dinyayê ji fêhmkirinê pêk tê, eviya li anegorî maneya xwe rast e. Lê ji bo em ya tevayî, ya li gor aqil, fam bikin, divê em bi aqil dest pê bikin. Tişt ji bo ku em li ser wan bifikirin hene, li gor em wan dinasin û didin nasîn xwedî heyinek in. Eger meriv, tenê ji hêla subjektîv ve li dinyayê binere ê meriv hemî tiştî li anegorî afirênerîya xwe bibîne, li vê gorê, li her cihî, her tişt divê çawabe ê bibîne. Lê naveroka dîroka dunyayê ya mezin hişmendî ye, divê li anegorî aqil be, li dunyayê xwestekek xwedawendî hakim e û em divê hêza wê kêm nebînin. Nasîna vî gewherî jî divê armanca me be, ji bo em vêya nas jî bikin divê em bi hişmendîya aqil dest pê bikin…

Hêla wê ya xirab ew e ku me xemgîn dike. Çiye ya ku welê bi me naxoş tê? Jîyana herî pak û xweş jî di dîrokê de winda dibe û gelek caran em li nav kavilên ew tiştên herî çak û spehî digerin. Dîrok, ya ku me weke ya herî esîl, çak û bedew diheband, ji me distîne, dibine qurbanê xirsa me. Her tişt, hemû tişt, fena ku qe tiştek li paş nemîne tune dike. Hemû rêwî ev melankolîk his kirine. Gelo kê bawer dikir ku ê rojekê Kartago, Palmîra, Persepolis û Roma wêran bibin? Bêguman evîya dihêle ku em di derbarê, firolekîya merivan û zengîniya jiyana wan de bifikirin û belkî jî şînê bigrin…

 

Li beramber vî şêweyê guherînê bawerîyek heye ku dibê, ji mirinê jiyaneke nû tê pê. Evîya bawerîya Rojhilatîyan e. Belkî jî evîya bawerîya wan ya herî qewî û pileya metafizîka wan ya herî bilind e. Ev, hêza giyan û tesawira têkilîya ruh li gel kes şirove dike. Ya ku mirina xwe hazir dike û paşê jî ji nû ve ji xwelîya xwe her dem ciwan diwelide, ango Teyrê Sîmir, weke tesewireke jiyaneke xwezayî tê zanîn. Lê ev tesewireke Rojhilatî ye; ji bo laşê meriv çê dibe, ne ji bo giyan. Ji bo Rojavayîyan giyan ne bi tenê ciwan diwelide, ew hê paktir û berztir diwelide. Ew li hember xwezaya xwe derdikeve, rengê xwe î heyî dixwe, diqedîne û welê bilind dibe rengekî nû digre. Dema qalikê hebûna xwe dişkêne, ji nû de rasterast nakeve nav qalikekî teze, êdî ji xwelîya diruvê hebûna berê giyanekî paktir hatiye holê. Ev êdî kategorîyeke duyemîn e ku bi giyan ve mijûl dibe…

Li gor vê şiroveya abstrakt meriv dikane dîroka dunyayê awha şirove bike: xwe nîşandan û eşkerekirina giyan, ji ber wê yekê ye ku dixwaze bighêje zanyarîya li ba xwe û ev jî bikarhanîna giyan bi xwe ye. Rojhilatî nizanin ku giyan an jî giyanê ku fena meriv heye bi xwe azad e. Sedema ku ew ne azad in jî ev nezanîya wan bi xwe ye. Ew tenê yek kesî azad qebûl dikin. Lewra, ev azadî tenê hîs û xwestekek xwezayî û tesadufî ye. Ev kesê bi tenê incex dikane zordarek be. Ev ne kesekî azad an jî însanek e.

 

Cara pêşin li ba yewnanîyan ev şiûra azadîyê peyda bû, ji ber vê jî yewnanî azad bûn. Lê wan jî fena Romayan evîya bi sînor dikir, ne însan bi xwe, tenê hin kes azad qebûl dikirin. Platon û Arîstotales jî ji azadbûyina însên ya xwe bi xwe bêagah bûn. Ew jiyan û azadîya wan jî veguherî bû qurbana daxwazên wan yên koledartiyê. Di dinyaya Xiristyan de cara pêşin netewên Germanî gihiştin vê hişmendîyê, ango ku însan azad e û azadîya giyan jî xwezaya meriv e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev