Hebûna “Rya teze” gulleya ber netika dijmin e!

Hebûna “Rya teze” gulleya ber netika dijmin e!

Malpera RIATAZA 90 salîya rojnameya “Rya teze” pîroz dike!

Derheqa keda rojnameya kurdî ya here jîyandirêj “Rya teze” da gelek caran hatîye nivîsar,  xwesma di hêla pêşketina ziman, çand, folklor û edebîyeta kurdî da bilind hatîye nirxandin.

Lê bi fikira me qîmetê “Rya teze” yê herî bilind ew e, ku eva 90 sal e bi zindîbûna xwe va ji neyar û xêrnexwazên me ra dibêje: -Kuro, lawo, hûn çawa dibêjin zimanê kurdî têr nake, dîroka kurdan tune, nivîskarên kurdan tunene, çand û edebîyeta wan tune, dema em bi riya rojnameya xwe bi dehan salan ser asteke bilind ji cihanê ra dibêjin em hene û ne kêmî we ne!

Vê carê rojnameya “Rya teze” hejmara xwe ya 4972an hema bêje bi temamî dîyarî 90 salîya xwe kirîye û ew bi awayekî rengîn raberî hezkirîyên rojnameyê kirîye. Di wê da gotarên Serokê Şêwra Yekîtîya Kurdên Ermenîstanêye Netewî, parlamênterê Parlamêntoya K’omara Ermenîstanê Kinyazê Hemîd, nivîskar/helbestvan Eskerê Boyîk, rojnamevan Têmûrê Xelîl, welatparêzekî bêhempa Hesenê Mehmed Celîlovê ji Qazaxistanê derheqa wê roja bi nav û nîşan da çap bûne.

Ev hejmar bi alîkarîya Desteya Bilild ya Bingeha Lalişê û Şêwra Yekîtîya Kurdên Ermenîstanêye Netewî hatîye weşandinê.

Xwendevanên delal, eger hûn dixwezin ronahîya 90 salan netemire, ji rojnameyê ra bibin pişt û sitûn, ew hewcê alîkarîya aborî, maddî, çandî û moralî ye. Pêwendî bi redaktorê wê Tîtalê Kerem ra daynin, e-mail, adres û têlêfonên redaksyonê li jêrê hatine nivîsar.

P.S. Bona tevaya hejmara rojnameya “Rya teze” bixwînin, li ser wêne bitikînin. 

mart-2020

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev