Ji sehabe Caban El-Kurdî heta murşid Ebu’l Wefayê Kurdî -1

Ji sehabe Caban El-Kurdî heta murşid Ebu’l Wefayê Kurdî -1

Em îro beşa pêşin a lêkolîneke birêz Mûrad Ciwan raberî we dikin,

bi hêvîya ku zanebûnên me yên bo dîroka me û mezinahîyên me zêdetir be.

Beşa duduyan emê sibê çap bikin.

 

Mûrad Ciwan, sîyasetmedar/lêkolîner

Di lêkolîn û lêgerînên xwe de, qenaetek li min peyda buye ku di ser eşîra mezin a kurd a tarîxî; Cawaniyan re dikare peywendiyeka dîrokî-civakî di navbera Caban El Kurdîyê sehabeyê pêxemberê îslamê Hz Muhammed û damezrênerê terîqeta Wefaiyeyê; (murşidê hema hema hemu şaxên elewîtiya Anadoluyê û Kurdistanê yên kurd û tirk) Ebu’l Wefa el Kurdî de hebe. Helbet belgeyên xurt li ba min tunene. Lê yên heta nuha li ber dest in, nîşan didin ku dikare ev pêwendî eger baştir bê zelalkirin, rola kurdan a di îslamê bi giştî, îslama Kurdistanê û Anadoluyê bi taybetî de baştir bê fêhmkirin. Heta li gel rehên îslama ortodoks û heterodoks ên civakê, hin baweriyên ku xwe li derveyê îslamê dibînin jî zelaltir bibe.

Loma, ev nivîsa min tenê wek balkişandinekê û mihaweleya rêvekirinekê ye di derbareyê peywendiyên sehabe Caban El Kurdî, eşîra kurd a Cawanî û murşid Ebu’l Wefa el Kurdî de.

 

Caban El Kurdî

Caban El Kurdî yek ji wan kurdan e ku di dema pêxember Hz. Muhammed de bûye misilman, hevalê wî yê ew qas nêzîk e ku ji wî hin hedîsên li ser jiyana malbatî û paşeroja îslamê ên sehîh hatine rîwayetkirin. Ew, her wiha di destpêka belavbûna îslamê de xwedan roleka giring e jî.

Diyar e, di dema nêzîk û ya modern de, yê ku cara pêşîn bal kişandiye ser sehabe Caban El Kurdî Ebû Senâ Şihabeddîn Mahmud el- Alusî (1802 – 1854)[1] ye. Wî di berhema xwe ya bi navê Tefsîr’ul- Rûh’ul- Meanî de ku di 1850-yê de temam kir, cih daye Caban El Kurdî (Ebû Meymûn Caban El Kurdî) û ew û kurê wî Meymûn îbn Caban El Kurdî daye naskirin. Di nav kurdan de jî Mehemed Emîn Zekî Beg di destpêka sedsala 20-ê de li ser agahiyên ji Mahmud el Alusî wergirtî, di kitêba xwe Tarîxî’l Kurd we Kurdistan de û di berhema xwe de ya bi navê Meşahîrî Kurd we Kurdistanê de cih da vî yekemîn sehabeyê pêxember ê kurd ê naskirî. Bi saya wan, agahiyên ji berhemên ji destnivîsên tarîxa îslamê ên derbarê Caban El Kurdî û kurê wî Ebû Buseyr Meymun ibni Caban el Kurdî rêkûpêktir digihên me.

El Alusî radigihîne ku alimê hedîsê yê misrî yê sedsala 14-ê-15-ê El Hâfız Ebû’l Fazl Ahmed bin Ali bin Muhammed Şihabeddîn el- Kinanî el- Asqalanî (1372 – 1449) ku bi kurtî wek Îbn-î Hacer tê naskirin, di berhema xwe ya bi navê El- İsabe fî Temyîz el- Sahabe[2] de behsa wan hedîsên pêxember dike ku ji bal sehabeyên kurd ve hatine neqilkirin. Muhammed bin Suleyman el- Rudanî jî di berhema xwe ya bi navê Cem’ul- Fewaîd de hedîsekê neqil dike ku wî ji Meymûn El Kurdî û wî jî ji bavê xwe Caban el Kurdî rîwayet kiriye ku wî jî ji pêxember bihîstiye. Alimê hedîsê yê Suriyeyî ê naskirî Suleyman el- Taberanî (873-970) jî di El Mucem’ul-Ewsatê de diyar dike ku sehabe Ebu Hulde bûye şahide wê yekê ku hedîs ji Meymûn el Kurdî hatine bihîstin ku wî jî ji bavê xwe rîwayet kirine.[3] Yanî Caban El Kurdî hevalê pêxember ê nêzîk bû.

Caban el Kurdî piştî ku bû misilman, wek walî hat şandin devera Bazenê ku tê gotin devera wî bû.

Mehemed Emîn Zekî Beg di destpêka sedsala 20-ê de, di berhema xwe ya bi navê Meşahîrî Kurd we Kurdistan de agahiyên Alusî yên li ser Caban el Kurdî derxist pêş û ew di nav meşhûrên kurd de nasand.

Di vê navberê de Mehemed Emîn Zekî Beg, bal kişand serê ku navê vî sehabeyî, muhtemelen ‘Gavan’ e ku ji ber deng û alfabeya erebî wek ‘Caban’ hatiye nivîsîn. Pişt re Ebdullah Varlî jî di berhema xwe ya li ser dîroka dewletên kurd[4] de, bal kişand ku ‘Caban’ bi eslê xwe ‘Gaban’ e, lê ji ber tunebûna dengê ‘g’ ew wek ‘Caban’ hatiye nivîsîn. Rast e, di erebî de ne dengê ’g’yê ne jî yê ‘v’yê heye, loma îhtîmaleka mezin gotina ‘Gavan’ di destnivîsên erebî de wek ‘Caban’ hatiye nivîsîn ku di mesela van dengan de, di tarîxa îslamê de û nuha jî, di çavkaniyên bi erebî de em gelek caran rastî guhertinên bi vî awayî tên, ew qas ji orîjînalên xwe dûr dikevin ku nema tên nasîn.

Di çavkaniyên kevn de, meriv li gel navê Caban el Kurdî rastî navê Caban el Surdî/Sirdî jî tê. Di dema modern de gelek dîroknasên tirk û ereb ji bo eslê kurd ê Caban wenda bibe, wî ne wek Caban el Kurdî, lê Caban El Surdî/Sirdî dinivîsin. Ev ji qewmiyetperestiya dîroknasên dema modern tê. Lê ew leqeb divê em bizanin ku di qirnê navîn de, ne bi mihawelekirina wendakirina kurdîtiya wî jî hatiye bikaranîn. Esas piştî ku di çavkaniyên kevnar de Caban el Kurdî heye, ne hewce ye meriv ji hebûna sifetekî din têkeve gumana nekurdbûna wî. Gelek caran însanên naskirî hene ku bi sifetên cuda tên naskirin, li gel sifetê qewmiyeta xwe, ê bajarê xwe, ciyê ku lê meşhur bune û hwd.

Li ser ‘Surdî/Sirdi’ya Caban, ji bal kurdan ve jî hin teorî hatine pêşkêşkirin. Ebdullah Varlî îdîa dike ku ev nav jî awakî gotina qewmiyeta wî, kurdî bi xwe ye. Ew behsa versiyonên Curtî/Cyrtî ya ku grêkiyan kurd pê binavkirine dike û dibêje ku di telefuzê de ev Curtî/Cyrtî diçû heta dengê Çurtî/Çyrtî. Ji bo ku dengê ‘ç’ di erebî de tunebû wek mesela ‘Çînî/Sînî’ ereban Curtî dikir Surtî/Sirtî. Loma carina jî wek Caban el Surtî/Sirtî hatiye li gor Varlî.

Li gor Amir Hadî jî Surdî ew sifet e ku ji ber ciyê ku ew jê hatiye lê hatiye danîn. Ew dinivîse ku di Mu’cemu’l Buldan a Yaqût el Hemawî de navê Serderoz wek yê gundeki ji gundên Hemedanê hatiye û dibe ku paşnav ‘Sserdî’ bi guhertina ‘Serdî’ ya ji Serderozê hatibe û guhertinên wiha di zimanê erebî de pirr in. Eger ev rast be, nexwe ya dirist ew e ku Caban Al Sserdî bavê Meymûn Al Kurdî ye. Ji ber Hemedan li herêma Çiya (El Cîbal) ye, ya ko welatê kurdan e û ew Ekbatana paytexta kevn a Mediyan (bapîrên kurdan) beriya sala (550 BM) bixwe ye.[5]

Îhtîmala ku Caban el Kurdî ji derûdora Hemedanê hatibe ne dûrî aqilan e.

Divê bê bibîrxistin ku têkiliyên kurdan li gel ereban hê ji berî hilatina îslamê hebûn. Ereb cîranê başûr ê kurdan bûn. Berî îslamê, kurd li welatê xwe, di navbera du împaratoriyên mezin de parçe bûbûn; Welatê çiyayîn ê Torosan ê heta başurê Musilê, heta bigihê Tikrîtê û bakurê Helebê, Cizîr û tevayiya rojhilatê Ruhayê, Nisêbîn û derûdora Amîdayê, di bin destê Împaratoriya Romayê de, beşê din ê Kurdistanê jî ku piranî bû, di bin destê Sasaniyan de bû. Sasanî jî, berî îslamê, İraqa Ecem û İraqa Ereb, seranserê peravên Xelîca Besrayê; heta bigihê Yemen jî tê de, destilatdar bûn. Hê kevntir, Sasanî gihaştibûn Misirê jî, demekê ew xistibûn bin destên xwe. Di vê çarçeweyê de hem kurdên nav Romayê hem yên nav Sasaniyan cîranên bakur ên ereban bûn.

Erebistana derûdora Mekeyê û Medîneyê jî di nav eşîrên ereban de perçe bûbû. Em dizanin ku Muhammed berî teblîxa pêxemberiya xwe, di destpêkê de li gel apê xwe û pişt re li ser navê hevjîna xwe Xatîceyê tîcaret dikir û ew yan heval û hevkarên wî ber bi Yemenê, Suriyeyê (Dimeşqê), Necefê, Besrayê û Dêzfulê ve diçûn dihatin. Li van bazaran, tucarên kurd û ereb gelek rastî hev dihatin û pêwendiyên xurt ên danustendinê di navbera wan de hebû. Dimeşq bajarekî giring ê biladê Suriyeyê û Dêzfûl jî li rojhilat nêzî Hemedenê û welatê Çiya (El Cîbal) bû ku bazirganên kurd dadiketinê. Demekê ku şer li devera Suriyeyê, di navbera Romayî û Sasaniyan de derket, bazarên Dimeşqê ji bo bazirganiyê bûn nelêhatî, li başûrê Mekeyê, li Xelîcê û Yemenê jî bazirganên kurd û ereb rastî hev hatin, wan danûstendin kirin. Loma ne ecêb e ku hê berî îslamê gelek hevalên Muhemmed ên kurd hebin, danustendin û alîkarî di navbera wan de hebin. Ebdullah Varlî, di berhema xwe de behsa hin Kurdan û alîkariyên wan bi Muhemmed re ên di destpêka pêxemberiyê de jî dike.

İhtîmala mezin, Caban (Gavan) el Kurdî yek ji van kurdên El Cîbal, an derûdora Hemedanê bû ku dadiket bazara Dêzfulê, başurê Mekeyê, heta Yemen û Dimeşqê jî û bûbû hevalê pêxember ê nêzîk. Loma hem zûbizû bû misilman, hem jî hê di destpêkê de wek walî ji bo devera Bazên hat tayinkirin ku ew li wan deran îslamê belav bike û welêt îdare bike. Ew qas kesekî pêşdahatî û binavûdeng bû.

Li vir divê em werin ser eşîra Cawaniyan a kurd ku di tarîxa îslamê de demeka durûdirêj roleka mezin leyistiye.

Eşîra kurd Cawanî

Cawanî eşîreka kurd e ku di tarîxa îslamê de hê di sedsala 8-9’ê de çavkaniyên ereb û îslamê behsa wê kiriye. Ji wê demê heta sedsala 13-ê; dewra dewleta Eyyubiyan jî bi minasebetên cüda, navê vê eşîrê û yên mezin û pêşdehatiyên wê, têkoşîn û berhem û xizmetên wan ji bo misilmantiyê tên kirin.

Di derbarê eşîra Cawanî de di dema modern de lêkolîneka berfireh, belkî jî take-lêkolîna seranserê tarîxê ji bal dîroknasê nîvê sedsala 20’ê ê Iraqî û mamosteyê Zankoya Bexdayê Dr. Mistefa Jawad /Cewad) (1901-1969) ve hatiye kirin. Dr. Mistefa Cewad, di sala 1954’ê de bi erebî lêkolîneka dûrûdirêj li ser Cawaniyan kir û ev, di Kovara Zanistan a Iraqê de hat weşandin. Pişt re di salên heftêyî de li Başûrê Kurdistanê, di dema Şoreşa Kurdên Başûr de, şairê binavudeng Hejar Mukriyanî ew lêkolîn wergerand ser kurdî(soranî) û di Govarî Korrî Zanyarîy Kurdî de bi navê ‘Hozî bîrkirawî Gawan’ bi pêşgotin û hin notên binî hat weşandin. Van salên dawiyê Aso Zagrosî wergera kurdî bi nasandin û wergerandina ser Tirkî û kurtkirineka gelek berfireh a hêja li ser torra Înternetê, di lêkolîneka xwe de weşand. Di metnên wergera Dr. Cewad û şîrove û nasandinên Zagrosî de bi berfirehî hem li ser Cawaniyan hem li ser Ebu’l Wefayê Kurdî û pêwendiya wî bi Cawaniyan re tê rawestiyan.[6]

Ev xebat jî destnîşan dikin ku eşîra ku di çavkaniyên erebî yên qirnê navîn de wek ‘Cawanî’ nivîsandî, bi eslê xwe eşîra ‘Gawanî/Gavanî’ ye ku ji ber tunebûna deng û tîpên ‘g’ û ‘v’yê ew bi wî awayî hatiye nivîsîn. Ez tevî vê tespîtê dibim û di ser de, bi gumana min, dikare peywendiyek di navbera sehabe Gavan (Caban) el Kurdî û eşîra Gavanî (Cawanî) de hebe, ew ji wê eşîrê be. Heta dikare berî misilmanbûn û walîbûna Caban el Kurdî li devera Bazen li ser navê îslamê, navekî din ê eşîrê hebûbe, piştî navdarbûna Caban (Gavan) el Kurdî eşîrê destpêkiribe bi navê Cawanî (Gavanî) hatibe naskirin. Di eşîran û dewletên qirnên navîn de, hema hema hergav wiha ye ku bi navûdengdayina kasayetiya ji nav eşîrê, mîrekiyê an dewletê, ew navê xwe yê kevn dihêle û bi navê kesayetiyê nuh tê naskirin. Karîzmaya sehabetiyê û walîtiya deverekê a di destpêka berfirehbûna îslamê de gelek bilind û hêja ye ku eşîra sehabe û walîyê deverê ji ber navê ‘Gavan’ bibe ‘Gavanî’.

Mesela gumana min a ku sehabe Caban (Gavan) el Kurdî dikare ji wê eşîrê hatibe û pişt re navê xwe dabiyê ji wê yekê tê ku çavkanî gava behsa Cawaniyan (Gavaniyan) dikin ciyê wan ê destpêkê ê naskirî, wê deverê nîşan didin ku Caban el Kurdî jî muhtemelen ji wê derê hatiye. Qasî ku tê zanîn yê cara pêşî bi navê Cawanî behsa vê eşîra kurd kiriye Mesudî (tarîxa mirinê 956 Bexda) ye. Ew di berhema xwe Murûcu’l Zehebê de gava behsa kurdan dike navê vê eşîrê jî tîne. Pişt re di serî de Îbnu’l EsîrÎbnu’l Kesîrİmad İsfahani (1125-1201), Firuz Abadi(1329- 1414) Seyid Murteza ZubeydiSibiki û hin kesên tir behsa Cawaniyan an serok û mîrên wan dikin. Gava Mesûdî, Cawanî jî di nav de behsa eşîrên kurdan dike, diyar dike ku ew li devera El Cîbalê dijîn. El Cîbal, li gel navê Zozan (Zewzan) yek ji wan navên herî kevn e ku ereban li welatê kurdan kirine. El Cîbal, pirtir ji derûdora İsfahan, Hemedan û bakur û rojhilatê şaxîn ê Şarezora wê demê re, ji deverên çiyayîn ên Zagrosan re dihat gotin. Zozan jî pirtir ji destpêka Şingalê û Musilê bigre seranserê Hekkariya berfireh a devera çiyayîn a welatê kurdan re dihat gotin.

Cawanî jî ji eşîrên devera El Cîbal, yanî derûdora Hemedanê bûn. Gava meriv bifikire yek ji wan bajarên bazirganiyê yên berî û dema destpêka îslamê ew Dêzfula li başurê rojavayê Hemedanê bû û bazirganên kurd û ereb li wê derê hev didîtin, ev jî îşaret e ber bi wê yekê ve ku Caban û Cawanî ji eynî deverê bûn û bazirganên Cawaniyan (yan jî navên wan ên kevn ku em nuha nizanin.) li gel bazirganên ereb; Muhammed û heval û merivên wî di nav peywendiyên xurt û baş de bûn.

Cawanî pişt re di dema destpêka sedsala 12’e (teqrîben 1101-2) de tevî eşîra Benî Esed ya ereb bajarê Hille ava dikin. Hille qasî sed kîlometreyan li başurê Bexdayê ye, nuha jî bajarekî şên ê ereb e. Dr. Mistefa Cewad di 1954’de dinivîse ku hê taxeka Hilleyê, bi navê Taxa Kurdan tê naskirin. Lê ji wê demê bi vir de, ew tax nemaye. Hille ji alî rojava ve nêzîkî Hemedanê ye û ev jî delîlan xurt dike ku Cawanî di destpêka xwe de li wan waran dijiyan, ji wan deran hatin, wan Hille avakir û di tarîxa îslamê de di dewra Ebbasiyan de, pişt re bi îstîlaya tirkmanên oxuz û avabûna dewleta Selçûqî re rolaka esasî lîst.

Gava oxuz Îranê, Kurdistanê û İraqa Ereb îstîla dikin, gelek dewlet û hukumetên xanedenî yên îranî, kurd û ereb ên lokal û mezin dixin bin zefta xwe û pişt re hêdî hêdî desthilatan ji destên serok û mîrên wan derdixin, dixin bin yên li gel xwe. Di wan şeran de ku Tuğrul û sultanên Selçûqî yên piştre hatî li gel xelîfeyên Abbasî kirin, Cawanî jî bibizav xuya dikin. Ew ji Hilleyê tên heta Musilê, li wan deran serdarî dikin, gelek caran ew jî li hember Selçûqiyan dikevin şeran, gava bi ser dikevin warên xwe firehtir dikin, lê gava zora wan diçe ew vedikişin heta rojavayê çemê Feratê, Herranê, Ruhayê.

 

NOTÊN BINÎ

[1] Van salên dawiyê bala xwendevanên kurd bi saya ronakbîrên wek Ebdullah Varlî, Îbrahîm Saadiyanî, Metîn Dilxêrî û Amir Hadî hat kêşan ser Caban El Kurdî. Wan xwe sipart lêkolerên sedsala 19-ê ê wek Mahmud el- Alusî û yê destpêka sedsala 20-ê Mehemed Emîn Zekî Beg, hin agahdarî pêşkêşî dema me ya îroyîn kirin.

[2] Veguhastin ji Sadiyani, İbrahim. http://nudempress.com/haber/ilk-kurt-sahabi-caban-el-kurdi-726.html

[3] Veguhastin ji Sadiyanî.

[4] Varlî, Ebdullahê Memê Mihemmed (Hoko) Xanî, Dîroka Dugelên Kurd 600-1500, Weşanxaneya Sîpan, 1997 İstanbul.

[5] http://www.alnoor.se/article.asp?id=182321

[6] http://zagrosname.com/blog/2016/03/22/ebu-wefaye-kurdi-gavani-asireti-yarsanlar-aleviler-ezidiler-vs/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev